5 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hevşaredarê Mîksê Ayvaz Hazir beraet kir

Dadgeha Îstînafê, doza Hevşaredarê navçeya Mîksê ya Wanê Ayvaz Hazir ku ji bo tayînkirina qeyûmî weke hincet hatibû nîşandan, betal kir û biryara beraetê da.

Hevşaredarê navçeya Miksê ya Wanê Ayvaz Hazir, di sala 2015an de memûr bû û ji ber çalakiyekê di 24ê kanûna 2015an de derheqê wî de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê ku 14 kes jê dihatin darizandin, di 28ê mijdara 2024an de li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hatibû lidarxistin û derbarê Ayvaz Hazir de biryar hatibû dayîn. Bi îdiaya “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 3 sal û 11 meh cezayê hefsê dabûn Hevşaredar Ayvaz Hazir.

Li ser vê yekê Wezareta Karên Navxweyî di 29ê mijdara 2024an de qeyûm tayînî ser Şaredariya Mîksê kiribû. Parêzerên Ayvaz Hazir li dijî biryara 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê îtiraz kirin. Li ser vê yekê 2yemîn Daîreya Cezayê ya Edliyeya Herêma Wanê (Dadgeha Îstînafê) îtîraza ku li dijî biryara 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatibû kirin, nirxand. Daîreyê di encama nirxandinê de der barê Ayvaz Hazir de biryara beraetê da.

Dadgeha Îstînafê diyar kir ku hinceta “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîn ve ev yek hatiye betalkirin. Îstînafê darizandina li ser bingeha vê madeyê neqanûnî dît û wiha biryar da: “Her çend dozeke giştî ku ji bo cezakirina wan li gorî vê madeyê hatibe vekirin jî, kiryarên ku behsa wan tê kirin bi betalkirina Dadgeha Destûra Bingehîn êdî sûc nînin. Ji ber ku kiryar li gorî qanûnê wekî sûc nehatiye pênasekirin, bersûc ji hemû tawanbariyan hat beraetkirin.”