Di 10’ê cotmeha 2021’ande li Iraqê hilbijartinên pêşwext pêkhatin, 7 meh bi ser hilbijartinan re derbasbû, lê ne hikumeta nû hatiye avakirin, ne jî serokkomar hatiye hilbijartin. Hewldan hene, lê heya niha ji bo avakirina hikumeta nû, aliyên siyasî li hev nekirine.
Hevpeymana Sedr, Sunî û PDK’ê ji bo pêkanîna hikumeteke nîştimanî ango giştî, bi israr in. Çarçoveya Hemahengî û YNK’ê jî dixwazin hikumeteke ku hemû aliyên siyasî tev li bibin, were avakirin.
Endamê Hevpeymana Nesir Azim Hemdanî li ser guhertinên dawî yên aliyên siyasî yên ji bo avakirina Hikumetê ji ROJNEWS’ê re axivî û got: “Niha welat di rewşeke xirab ya siyasî, aborî û ewlekariyê de derbas dibe. Hîn jî aliyên siyasî di rewşa danûstandinê de ne. Pêşengtiya Çarçoveya Hemahengî nîştimanî ye, armanca wan ew e ku her kes tev li hikumeta nû bibin. Ji ber cûdahiyên kevin, hinek hêzên siyasî durketine.”
Azim Hemdanî di dewamê de got ku rewşa siyasî ya Iraqê hikumeteke giştî ya ji aliyê Eniya Sedir ve red dike, parlamenterên serbixwe jî li ser sê aliyên siyasî yên cûda hatine belavkirin.
Hemdanî li ser helwesta nû ya aliyên siyasî jî da zanîn ku hemû aliyên siyasî dixwazin ji bo parastina welat hikumet pêk were.
Azim Hemdanî di dawiya axaftina xwe behsa hilweşandina hevpeymana sê alî ya di nava PDK, Sunnî û Sedir de jî kir û ev tişt got: “Ji ber cûdahiyên navxweyî, hevpeymana sê alî di nava pirsgirêk û parçebûnê de ye. Li gorî agahiyan zêdetirî 25 parlamenter wê ji hevpeymanê xwe vekişînin.”
Pisporê yasayê Elî Temîm jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku ji bo civîna parlamentoyê ya ji bo hilbijartina serokomarê welat, du bijarte li ber parlamentoyê hene û wiha got: “Ya yekem divê ji 3 parlamenteran 2 heb amade bin, yan jî parlamento were hilweşandin. Li gorî madeya 64 ya destûrê, parlamento dikare xwe hilweşîne.”
Elî di dawiyê de jî diyar kir ku dewamkirina vê qeyranê, bandorê li ser rewşa ewlekarî û aboriyê dike ev jî wek kartekê zextê dikeve destê Tirkiyeyê.