29 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hêviya sala nû

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Sala 2025an nîşan da ku kurd êdî naxwazin bibin "mexdûrên dîrokê", lê dixwazin bibin "avakerên paşerojê". Heke di sala 2026an de bi hişmendiyeke neteweyî û bi rêbazên demokratîk tevbigerin, wê statûya kurdan li herêmê bi awayekî qanûnî û siyasî bêhtir bê qebûlkirin.

Sala 2025an ji bo kurdan bû saleke ku lêgerînên çareseriyê û zextên herêmî di heman demê de gihîştin lûtkeyê. Di bin bandora şerên li Rojhilata Navîn û guherîna hevsengiyên cîhanî de, kurd careke din bûn aktorên herêmê yên sereke.

Sala 2025an, rewşa her parçeyê Kurdistanê her çiqas ji hev cuda be jî, di mijarên giştî de mesele yek bû. Li bakurê Kurdistanê di bin bandora krîza aborî û nîqaşên li ser “pêvajoyeke nû” de derbas bû. Tevî zextên siyasî, vîna gel a ji bo aştiyeke rûmetdar û çareseriya demokratîk bi hêz ma. Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tevî gefên derve û êrişên li ser binesaziyê, Rêveberiya Xweser sîstema xwe ya demokratîk parast. Pêwendiyên dîplomatîk ên bi hêzên navneteweyî re û naskirina statûyê bûn mijarên sereke. Hevdîtinên bi hikûmeta Şamê re jî yek ji mijarên herî girîng bû ku di tavahiya salê de hat nîqaşkirin. Li başûrê Kurdistanê pirsgirêkên navxweyî yên di navbera partiyan de û pêwendiyên bi Bexdayê re berdewam kirin. Parastina statûya federal li hemberî destwerdanên herêmî di rojevê de bû. Li gel vê, avanekirina hikûmetê hêviyên gel ên ji bo partiyên siyasî bi dawî kir. Li rojhilatê Kurdistanê piştî serhildanên “Jin Jiyan Azadî”, tevgera civakî ket qonaxeke nû ya rêxistinbûnê. Kurd li vê derê bûn pêşengên guherîna demokratîk li seranserê Îranê.

Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo “Aştî û Civaka Demokratîk” di sala 2025an de wekî rênîşanderekê hat dîtin. Ev bang ne tenê ji bo aliyekî, ji bo hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn hat kirin.

Vê bangê di nava civakê de daxwaza ji bo diyalogê zêdetir kir û bû yek ji hêviyên herî mezin. Bi taybetî gelê kurd bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk, fikra ku kurd dikarin bi gelên din re (tirk, ereb, asûr, ermen û hwd.) di bin banekî demokratîk de bijîn, zêdetir kir. Ev bang bû sedem ku dewletên herêmî neçar bimînin polîtîkayên xwe yên şer ji nû ve binirxînin, her çend gavên pratîkî hîn kêm bin jî em dikarin bêjin ku vê bangê siyaseta hereme ji nû ve diyar kir.

Ji bo ku kurd di siyaseta Rojhilata Navîn de bibin xwedî hêzeke stratejîk û di sala 2026an de divê destkeftiyên xwe biparêzin.

Ji bo vê jî yek ji xalen herî girîng Yekîtiya Neteweyî ye. Pêwîst e kurd di navbera xwe de li ser stratejiyeke hevpar a neteweyî li hev bikin. Nakokiyên navxweyî destê dijberan bi hêz dike. Ji bo vê pêwîstî bi dîplomasiya piralî heye. Divê kurd ne tenê bi hêzên mezin re, lê bi gelên herêmê û saziyên sivîl ên navneteweyî re jî têkiliyên xwe xurt bikin.

Bêguman ev bêyî hêza aborî û xwerêveberiyê nabe. Sala 2026an, avakirina aboriyeke serbixwe û xurt, wê kurdan li hemberî dorpêçan biparêze. Vê yekê bi pêşxistina modela “Neteweya Demokratîk” li Rojava û Bakur, dikare bibe mînakek ji bo çareserkirina krîzên li Sûriye û Iraqê.

Weke encam em dikarin bêjin ku sala 2025an nîşan da ku kurd êdî naxwazin bibin “mexdûrên dîrokê”, lê dixwazin bibin “avakerên paşerojê”. Heke di sala 2026an de bi hişmendiyeke neteweyî û bi rêbazên demokratîk tevbigerin, wê statûya kurdan li herêmê bi awayekî qanûnî û siyasî bêhtir bê qebûlkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bingeha vê danî. Êdî dimîne ku tevgerên kurdistanî li ser vê bingehê têkoşînê mezin bikin. Şert îro li gel kurdan in ku bikaribin dawî li neheqiya li wan tê kirin bînin. Bi hêviya ku sala 2026an bibe sala aştî, wekhevî û azadiyê. Ji niha ve sersala we pîroz be!