Di navbera Meclisên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên taxên Helêbê û Rêveberiya Şamê de, di 1ê nîsana 2025an de hevpeymaneke ku ji 14 xalan pêk dihat, hat îmzekirin. Li gor vê peymanê dê hemû pêkhateyên her du taxan bên parastin, hemû hêzên çekdar ên li her du taxan ji van taxan derbikevin. Herwiha dê dîlên di destê rêveberiya Şamê de û girtiyên di destê Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê de dê bên guherîn.
Guherîna koma yekemîn a dîlan rojek piştî îmzekirina peymanê pêk hat. Lê guherîna koma duyemîn a ku dê di 28ê gulanê de pêkbihata ji ber ku Rêveberiya Şamê li gor xalên peymanê tevnegeriya û serbestberdana şervanên jin qebûl nekir, ji aliyê meclisa taxan ve hat betalkirin.
Em der barê mijarê de bi yek ji îmzekara hevpeymanê Hêvîn Silêman re axivîn.
Hêvîn Silêman di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hevpeymana ku hatiye îmzekirin û got: “Ev peymana ku ji 14 xalan pêk tê, di demeke ku hemû Sûriye di nav aloziyê de bû pêk hat. Di Rojhilata Navîn de û bi taybet jî aloziya Sûriyeyê ya tê jiyîn rê li pêşiya hin komplogeran vekir ku dixwestin komkujiyê li ser kurdan pêk bînin. Ev komkujî dê di bin navê çeteyên Siltan Mûrad, Hemze, Ketîbeyên Siltan Şah de pêk bihata. Vê hevpeymanê rê li pêşiya komployê girt.”
Hêvîn Silêman der barê naveroka hevpeymana ku hatibû îmzekirin de wiha axivî: “Di peymana ku di 1ê nîsanê de hat îmzekirin de rêveberên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bi nûnerên Rêveberiya Şamê re li ser parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê, îdareya komîn û meclisan, parastina çanda hundirîn û siyaseta ku tê kirin de li hev kirin. Hewceye ku parastina çanda li taxan bê parastin û hemû pêkhate karibin bi hev re aram bijîn. Hêza Ewlehiya Hundirîn parastina taxê dike, ev hêz jî ji hemû pêkhateyên taxê pêk tê.”
Komkujî encama komployê ye
Hêvîn Silêman di berdewamiya axaftina xwe de got: “Yek ji armanca îmzekirina hevpeymanê avakirina ji hevbawerbûn, aramî û aştiya di nav Sûriyeyê de bê avakirin bû. Me xwest di navbera hemû pêkhateyan de bi taybet jî di navbera Kurd û Ereban de aramiyek û baweriyekê bidin avakirin. Bi rastî ev gav gelek girîng bû. Rê li pêşiya siyaseta qirker girt. Ya din jî me dît ku dixwazin bi şerê naxweyî gelên Sûriyeyê bi hev bidin kuştin. Ev jî komplo ye. Komkujiyên li ser Elewî û Durziyan jî encama vê komployê bûn. Xwestin heman komkujiyê li ser Kurdan jî pêk bînin. Bi rastî jî ev hevpeyman geveke gelek baş bû. Di vê pêvajoyê de li ser esasê çareseriyê û rewşa taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyeyê yên ku dê çawa bên rêvebirin de zelaliyek avakir. Dîsa me xwest bi vê peymanê hêza xwe ya rêvebirinê bi dest bixin û karibin xizmeta gelê xwe bikin.”
Hêvîn Silêmanê der barê parastina taxan de ev agahî dan: “Hêza Ewlehiya Hundirîn bi Hêza Emnelam, ya girêdayî Hikûmeta Şamê re parastina taxan dike. Yanî parastina gel li ser milê her du hêzan wê bi rê ve biçe. Dê ew bi hev re tevbigerin da ku bikaribin pêşiya tevliheviyan bigirin. Lê bi rastî jî li derveyî taxên Şêxmexsûd di hundirê bajarê Helebê de aloziyeke mezin heye. Rojane mirov tên revandin û kuştin. Jin tên revandin û rewşeke gelek xerab tê jiyîn. Bi taybet jî li hemû herêmên ku Rêveberiya Şamê li wir hakim e ev bûyer diqewimin. Di bin pergala wan de komên cîhadîst ên ku navên wan Siltan Şah, Hemze, Siltan Suleyman, Ehrar Şerqî ye. Gelê Sûriyeyê di rewşeke herî xerab de dijî, yên ku tevliheviyê û komkujiyê çêdikin, rewşa li Sûriyeyê xerabtir dikin.”
‘Hişmendiya wan xeternak e’
Hêvîn Silêman di axaftina xwe de diyar kir ku yek ji xala ku wan werî zêde girîngî dayê guherîna dîlan e û wiha pê de çû: “Berdana dîlan tena serê xwe xebateke mezin dixwaze. Piştî hevpeyman hat îmzekirin koma yekemîn a dîlan hat berdan. Lê koma duyemîn tevî ku me hemû amadekariyên xwe kiribûn jî rêveberiya Şamê li gor peymanê tevnegeriya. Wan qebûl nekir ku hejmara me diyar kiriye berdin. Bi taybet jî şervanên YPJê ji nav lîsteyê derxistin. Me jî li ser vê yekê got ku divê hemû xalên vê mijarê bên pêkanîn.Niha guherîna dîlan sekiniye lê xebatên me yên li ser pêkanîna vê xalê dê bidomin. Erê me guherîna dîlan da sekinandin lê ev ji bo azadkirina şervanên jin pêk hat.”
Hêvîn Silêmanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Neberdana şervanên jin û rewşa wan jinan a di girtîgehan de hişmendiya rêverberiya Şamê dide der. Herçiqas em raste rast nikaribin agahî ji girtîgehan bigirin jî dizanin ku ji bo nêzikatiya wan a li hemberî jinên dîlgirtî dernekeve holê wan bernadin. Herwiha hişmendiya wan a li dijî jinên derva jî xeternak e. Ew naxwazin ku jin bibin îrade û di nav rêvebirinê de cih bigirin. Em dizanin ku ew îradeya jinan têk bibin û dixwazin jinan biperçiqînin.”