27 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hêvîn Silêman: Dixwazin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vala bikin

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman têkildarî êrişên komên girêdayî hikûmeta demkî wiha got: “Komên ku êriş dikin û îdiayên ne rast belav dikin, hewl didin taxê ji niştecihên wê vala bikin. Berxwedan berdewam e. Lihevkirinên ku di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de çêdibin çeteyan bi hêrs dike.”

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman, der barê êrîş û dorpêça li ser taxan pêş dikeve civîna çapemeniyê pêk anî. Hêvîn Silêman anî ziman ku nêzî 4 meh in tevgerên çeteyên girêdayî wezareta parastinê ya hikûmeta demkî hene û wiha got: “Dixwazin pirsgirêkan derbixin û bê istiqrariyê çêbikin.”

Hêvîn Silêman bi bîr xist ku çete tevî çekên xwe yên giran li derdora her du taxan bi cih bûne û êrişan pêk tînin. Hêvîn Silêman anî ziman ku ew çete naxwazin ewlehî li Sûriyeyê çêbibe û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Armanca wan çeteyan têkbirina peymana 10ê Adarê ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz de ye. Çete her du taxan wekî xeleke lawaz dibînin, ji ber vê yekê êrişan dikin û şerekî taybet li dijî her du taxan dikin. Gelê her du taxan li hemberî êrişan bersiveke xurt da.”

Hêvîn Silêman bal kişand ser îdiayên hikûmeta veguhêz û çekdarên wê belav dikin ku dibêjin HSDê dest bi êrişan kiriye û ev bersiv da: “Em jî dibêjin ku hikûmeta veguhêz vê yekê baş dizane; li gorî benda 6an a peymana 1ê Nîsanê û bi amadebûna nûnerên hikûmeta veguhêz û Rêveberiya Xweser şervanên HSDê tevî çekên xwe ji her du taxan, ber bi herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve vekişiyan.”

Hêvîn Silêman anî ziman ku yên her du taxan diparêzin Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelên her du taxan e.

Hêvîn Silêman di dewama axaftina xwe de îşaret bi peymanên agirbestê jî kir û wiha got “Di 22yê kanûnê de peyman hat binpêkirin. Her du taxa û sivîlên wê hatin hedefkirin. Dron jî bi awayekî domdar li ser her du taxan digerin. Li vir em dibêjin ku armanca êrişkaran ne ewlehiya herêmê û pêkanîna lihevkirineke daîmî ji bo ewlehiyê ye. Em teqez dikin ku ev êriş ne rewa ne. Komên ku êrişan pêk tînin fermanan ji dewleta tirk a dagirker digirin. Tirkiye jî naxwaze ewlehî li herêmê çêbibe.”

Hêvîn Silêman bal kişand ser berxwedana gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û wiha domand “14 sal e têkoşîna şêniyên her du taxan dewam dike. Şêniyan di mercên herî giran de parastina taxê kir. Niha jî tax di bin ambargoyê de ne. Em bang li şêniyên xwe dikin ku li hemberî siyasetên şerê taybet têkoşînê berdewam dikin.”

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê herî dawî wiha got: “Komên ku êriş dikin û îdiayên ne rast belav dikin, hewl didin taxê ji niştecihên wê vala bikin. Berxwedan berdewam e. Lihevkirinên ku di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de çêdibin çeteyan bi hêrs dike.”