Bindestî sedema lêgerîna azadiyê ye, ji yên ku fêhm dikin re. Lewra bindestî zilm, zor, neheqî, pêkutî ye, newekehiyê dermale dike. Di rewşeke wisa de lêgerîn û bidestxistina azadiyê zor û zehmet e lê evîna azadî û şoreşê şert û mercan dinirxîne û negengaziyê gengaz dike. Mînak li ser rûyê erdê zêde ne.
Em weke gel di bin nîrê zordestiyê de ne, êrîş, girtin û kuştin bênavber û bi dijwarî didomin. Rewşek dijmirovîn î awarte em rapêçane, warê teknîkî me diêşîne, ji aliyekî jî tenêbûnek heye. Berxwedan jî bênavber e, di rewşa polîtîk, siyasî û di dîplomasiyê de jî tengaviyekê rû daye.
Îca rewşa me kurdan, belkî bindestiyek bêmînak e û evîna dilê me ya azadî û jiyanê jî wisa xurt, em dest jê bernadin. Na em ê bernedin jî, bila derdora me bi feq û kemîna pêçayî be. Ne pêşîkeşên me gotine; ‘Bexwedan jiyan e.’
Me hilbijartinek derbas kir, rewşa me zêde nexweş e. Dibe, jiyan her tim serkeftinê naxe kefa destên mirov û hilbijartin jî dibû ku benê stuyê me hebikî sist bikirana yan na em dildarên xebat û cehdê ne. Derdê me tenê bi hilbijatinê derman nabe. Ev jî şaxeke şoreşê ye.
Di hilbijartina 14- û 28’ê gulana 2023’yan de, em negihan armanca xwe ya ku me danîbû pêşiya xwe. Bi dilzîzî û xwerexneyî dixwazim çend sedeman peşkêş bikim. Baldarî, guhdarî, xweguhertin bingeha hebûna me ye.
– Em wek bîrdozî xwecihiyê esas digirin; dixwazin xwecihî, xweseriyê xurt, navendiyê qels bikin ku civak xurt bibe. Lê ji hilbijatina 2019’an vir ve, em berevajî vê diçin. Qet ray û dengê herêmî, xecihî naçe guhê rêveberiya me. Divê em ji vira dest pê bikin, xwe rast bikin. Ev vejen, enerjî û hêza me heye û bingehîne. Me ev zêdeyî pêncî salan ev selimandiye, sepandiye. Lewra jiyan herikbar û veguherîne, em jî li gorî vê weke xwezayî vîna xwe diafiriîn, pêk tînin.
– Nimandin û nûnerên saziyên me qels in. Xwedî rûmet in û em spasdarên wan in lê jîrî, jiheqderketin û vîna wekheviyê esas e, wijdanê demokrat û mirovahiyê lazim e, ne merivtî, hevnasî, dilxwestinî, cîranî û ehbabçawîşî (biborin, kurdiya vê nizanim). Ne ku li ser rûmetan bibin xwedî gotin û deng û ezbetî, malbatî û eşîrtiyê dexin pêş.
– Neqandina hevşarader û parlementeran divê li gorî civak, herêm, exlaq, çand û politikaya partiyê be, rêzkinameya HDP’ê esas bê girtin. Ev du heyam in, ev tê binpêkirin. Xwestek û temsîla gel esas e, ne ku ji navendê kes bên peywirdakirin, me têra xwe û sertêra xwe ji peywirdaran kişandiye, yên di dilê gel de cî girtî û ji aliyê gel ve tên hezkirin û paywira xwe tînin cî, xwedî wijdan, bedêldayî û berpirsiyarî tevdigerin esas in. Hûn ê bêjin ka ev li ku ne; gel afirînêr e, di nav gel, xebat û rêxistinê de tijê ne. Lê gihayê hewşê ne, em xwe ji derûniya bindestiyê rizgar bikin, ew ê rastî biherike. Bila demokratî, jîngehî û azadî-wekheviya zayendî derkeve pêş û tov berde nav civak û jiyanê ku ev giha ye, sitewiyaye, gihaştiye. Em ji qesra dakevin nav tax, gund û gel, bila zarok rêbertiyê bikin, hûn ê ruhê şoreşgeriyê û rêbertiyê bibînin. Azadiya jinan ruhê hebûnê ye. Ma jin, jiyan, azadî bê heq ruh-coşiyê dide girseyan û diherikîne qadan.
– Ya herî girîng em ji hev hez bikin; li ser yekîtî, heqnas, hevgirtin, hevaltî û dostiya rast bixebitin ku hezkirinê kon veda, şaşî direvin. Dev ji ezezî, narsîstî û hevbiçûkdîtinê berdin, kesîtiya azad, xweşbînî, qedirnasî û hevaltiyê jîn-şîn bikin, xwenerxekirin ew ê xisleta mirovahî, şoreşgerî, welatparêzî ya bingehîn a jêneger be. Ne zor e, hewldan û wijdan û dildariya azadiyê bes e.
– Ev çend sal in di rewşa navxweyî de berpirsiyarî qels bûye. Kî çi xeletiyê dike, jê re dimîn e. Hesap-pirsîn her ji ber rewşa awarte, bi paşve dikeve, bi qasî dizanim hema bibêje disiplîna navxweyî neşixuliye. Ev jî kêmasiyek e. Mirov hesab jî dide, xwerexne jî dike, rexne û hesapxewstin jî jêneger e, destûra demokrasiyê ye. Weke mirovekî kurd li ser kêmaniyê xwe difikirim, hêviya min jî xurt bû, encam weke fikra min pêk nehat, bi xwerexneyî li ser xebat û jiyana xwe kûr dibim.
– Lê zêde difikirm ku hilbijartiyên kurd; çi parlementer, çi hevşaredar divê neçûna derveyî welat. Şert û merc çi bûna jî divê sekneke wan a siyasî hebûya, lewra bêsûc in, ne hewceyî revê ne, îro girtîbûnan jî dê eniyeke xurt a demokrasîxwaz û heqparêz li dar bûna, li tenîşta hevalên xwe girtiyên siyasî bûna ew ê bandorek li ser serdestan bikira, dê girtî zêde bi moral bûna, her çiqasî ev zêdeyî sî salan li qada berxwedanê ne, dê ew jî li kêleka hevalên we bûna. Bi giştî, weke eniyeke têkoşîna azadiyê dê xurtir bûna.
Mirov dikare dirêj bike lê ji mirovê xwezane re du peyv têr e û zêde ye. Têkoşîna ew qas sal rêber e ku em dikarin bi ser kevin, bêhêvîtî nîn e.
Bê heq fîlozofê hemdem-herdem negotiye; “hêvî ji serkeftinê bi rûmet-tir e!”
Em hêviyê xurt bikin, hêvî azadî ye, azadî şoreş bixwe ye ku di jiyanê de şoreşên pêkhatî bêhejmar in, em wan zêde bikin, westandin nîn e, em xweliya mirinê ji ser xwe bavêjin.
Coşa meşa azadiyê xweşevîn e.