Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kir. Şandeyê, hevdîtina xwe ya duyemîn bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re kir.
Hevdîtin, li odeya Devlet Bahçelî ya li Meclisê hat lidarxistin. Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.
Serokwekîlê Meclisê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeyê, di çarçoveya pêşniyara Abdullah Ocalan de bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kir. Hevdîtina ewil îro bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re kir.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê hevdîtina duyemîn jî bi Devlet Bahçelî re dike.