11 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtina şandeya DEMê û Gelecekê bi dawî bû

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû re daxuyanî da.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder li ser pêşniyara Rêberê PKKê Abdullah Ocalan serdana partiyên siyasî dikin. Parlamenter Pervîn Buldan, Sirri Sûreyya Onder û hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin, di çarçoveya serdana partiyên siyasî de îro bi serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû re hevdîtin kirin.

Sirri Sûreyya Onder, piştî hevdîtinê axivî û wiha got: “Me hinek qala tecrûbeyên xwe yên berê kir. Me di çarçoveya hevdîtinên nû de bi wan re agahî parve kirin û der barê mijarê de pêşniyarên wan xwest.

Davutoglû jî ji ber serdanê spasiya şandeyê kir û got: “Hevdîtineke pir dilgerm bû. Me qenaeta xwe parve kir û got ku divê ji tecrûbeyên berê ders bên girtin. Me got ku di demeke li seranserî cîhanê, herêmê, Sûriye, Iraq, Lubnan û Urdunê guherînên lezgîn çêdibin de me bal kişand ser girîngiya rewşa navxweyî. Başkirina rewşa navxweyî jî tenê bi demokrasiyê dibe. Ev jî bi perspektîfeke ku kurd, tirk û hemû hemwelatî bi hêvî li pêşerojê dinêrin pêkan e.”