Hevdîtina şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û siyasetmedar Ahmet Turk pêk tê ya bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re dest pê kir.
Hevdîtin, li odeya serokatiyê ya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ji çapemeniyê re girtî tê lidarxistin.
Serokwekîlê Meclisê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Parlamenter Pervîn Buldan di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. Piştî hevdîtinê jî biryar dabûn ku bi partiyên siyasî yên li Meclisê re hevdîtinan bikin. Hevdîtina ewil bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hat lidarxistin.