24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtina li Îmraliyê 4 saet berdewam kir

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi boneya bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, serê sibê çû Îmraliyê û piştî hevdîtinpêk anî vegeriya.

Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28ê Kanûnê de li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk dihat, piştre jî bi serokên partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê heye, bi siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kiribûn.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku serê sibê ji bo cara duyemîn bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne çû Girava Îmraliyê.

Şandeya ku ji Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat piştî li Îmraliyê 4 saetan hevdîtin pêk anî, vegeriya.

Heyet dê sibê der barê hevdîtinê de daxuyanî bide.