Piştî 43 rojan a hevdîtina li gel Rêber Apo ya şandeya bi 7 kesî ya Dem Partiyê û parêzeran re, di 10 nîsanê de ji wê şandeyê Pervin Buldan û Sirri Sureyya Onder, li gel Recep Tayîp Erdogan Erdogan (Efgan Ala û Ibrahim Kalin), cara ewil hevdîtin pêkanîn.
Bêgûman ev hevdîtin gelek giring e û raya giştî, ji mêj ve, bi meraqek mezin li bende vê hevdîtinê bû.
Hevdîtinê, saet û 25 deqe kişandiye û li gor gotinên Pervîn Bûldan û Sirri Sûreyya Onder ên hema piştî hevdîtinê, dibêjin “pir baş û erênî derbas bû”.
Jixwe, bêyî daxuyaniyan jî mirov dikare bi çevekî giring û watedar lê binêre. Ji ber ku ev hevdîtin, di asta herî bilind a rêveberiya dewletê de pêk tê. Elbet şîrove û gotinên hîn berfirehtir ên ji hemû aliyan ve were dîtin, armanc û naveroka hevdîtinê wê hîn zelaltir were xuya kirin.
Bêgûman, gotin û helwestên rêveberên dewletê yên heta niha ne erênî bûn, bi piranî neyînî bûn. A xerabtir jî, li gel gotinên sivik ên ji cidiyeta dewletê dûr û ne li gor pêvajoyek çareseriyê, di kiryarî de jî êrîşkariyên xwe ne li Bakur, ne li Başûr û ne jî li Rojava neda rawestandin. Mîna berê bênavber dan meşandin.
Herî kêm, li gor daxwazên xwe yên ji Rêber APO û Tevgêra Azadiyê dixwestin, diviya wan jî di pratikê de karê diket ser milên wan pêk anîban. Weke mînak; hema di serî de diviya yekser tecrîd bihata rakirin, şert û mercên tevgera Rêber APO bihata xweşkirin.
Herwiha diviya şertên civandina Kongreya PKKê bihata başkirin û bersîva AGIRBESTA PKKê bihata dayîn. Lê mixabin van pêdiviyan û gelek mijarên din, hemû bêbersîv man, berovajî li gel gotinên xerab kiryarên dijwar ên dewamkirina şer derxistin pêş.
Elbet van helwest û kiryarên rêveberên dewletê, him hêvî û baweriya Tevgêra Azadiyê him jî ya gelê Kurdistanê lawaztir dikir. Weke ku qet hewcedariyên wan bi pêvajoyek wisa nîne, bi tenê Tevgera Azadiyê û Rêber APO hewcedar in, tevgeriyan û propagandayên neyînî dan meşandin.
Mijarek xerab jî ev bû ku, CHP û partiyên din ên xwe dijî rêveberiya AKP-MHPê dibînin weke cara berê, dîsa bi zimanekî zelal li gel pêvajoyê cih negirtin.
Lê roja berî ku li gel Erdogan hevdîtin pêk bê, Ozgur Ozel, bi zimanekî ji berê baştir xwe nêzî pêvajoyê nîşan da û got: “Ji bo çareseriya pirsa kurdan, ev rêveberiya AKP-MHPê ne ji dil nêz dibin, belê em ji dil nêz dibin û em ê çareser bikin.”
Mirov, vê gotina wî dikare wisa şîrove bike; gelo vê carê rastiyê baştir dibînin û herwiha dibînin ku êdî AKP-MHP jî naçar in bi rastî nêzî vê mijarê dibin, lewma êdi Ozgur Ozel dixwaze rola Erdogan û Bahçelî ew hilde ser milên xwe!
Heke wisa be ev agahiyek ne xerab e, berovajî dibe xeberek xêrê be û vê carê, nabin rikberên/raqibên hev ên xerakirina pêvajoyê, vê carê dibe ku bibin rikberên erênî ji bo pêşxistina pêvajoyê!
DEM Partiyê li ser hevdîtinê daxuyaniyek weşan û çarçoveyek erênî didin vê hevdîtinê. Bi tenê dimîne warê pratik, em ê bala xwe bidin kiryarên wan. Elbet em ê hêvî bikin ku li goreyî çarçova daxwiyaniyê tevbigerin û ev pêvajo, serkeftî bi encam bibe.
Jixwe him şert û mercên hundur him yên derve, di her alî de hewcedarî nûjentiyê dike. Hêz an dewletên heta do dost an dijberî hev bûn, dibe ku îro an sibê hilwest û siyasetên wan berevajî bibin û hevsengî werin guheztin.
Mînaka herî nêz û li ber çava ne, têkiliyên Tirkiye yên li gel Îranê û Îsraîlê ne. Tirkiye, do dost an nîvdost bû, lê îro hema hema bûnin an dibin dijberên hev. Û navenda van pêşhateyan Kurdistan e!
Ev tê wateya ku Kurdistan, bûye û dibe navenda bûyerên her hêz û dewletên têkildarê herêmê ne! Herwiha ev tê wateya, hewcedariya her hêz an dewletan, bi têkilî û peywendiyan li gel Tevgêra Azadiya Kurdistanê heye!
Jixwe di vê der barê de dîtin, nerîn, nirxandin, felsefe û siyaseta Rêber APO gelek zelal e û jixwe banga wî ya 27ê Sibatê, weke manifestoyê, çarçoveya rewşa gelemperî ya heyî pêşkêşî gelê Kurdistanê û raya giştî ya cîhanê dike. Êdî her alî bi kesayet û mejiyê xwe, bi exlaq û wijdanê xwe!