6 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtina DEM Partî û MHPê bi dawî bû

Hevdîtina di navbera DEM Partî û MHP’ê de ku 40 deqeyan domiya, bi dawî bû. 

Hevdîtina di navbera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) de bi dawî bû. Hevdîtin nêzî 40 deqeyan domiya.

Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, Serokwekîlê Meclisê yê MHPê Celal Adan û Cîgirê Serokê Giştî Fetî Yildiz de li Meclisê hat lidarxistin, bi dawî bû. Hevdîtin 40 deqeyan dom kir.

DEM Partiyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di hevdîtinê de behsa geşedanên Tirkiye û herêmê hat kirin û ev tişt hatin parvekirin: “Civîna ku tê de danûstendineke berfireh a ramanan hebû, di atmosfereke pir avaker de pêk hat. Di civînê de li ser geşedanên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk, pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê, hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Birêz Abdullah Ocalan re û biryarên kongreyê yên di 12ê Gulanê de ji aliyê PKKê ve hatin aşkerakirin jî hatin ziman. Gavên ku divê ji bo pêşketina pêvajoyê bên avêtin, rola parlamentoyê bikeve dewrê, pakêta dadgeriyê ya nû, komîsyona tê payîn li parlamentoyê bê avakirin û li ser mijarên destûra bingehîn nîqaş hatin kirin. Bal hat kişandin ku di nava Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de, li gorî Bahçelî avakirina komîsyoneke bi temamî bi destûr hatiye avakirin û bi vî awayî tê xwestin ku partiyên siyasî di vê pêvajoyê de tevlîbûneke aktîf pêk bîne û ev xwedî girîngiyeke krîtîk e.”