Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di Civîna Nirxandina Sala Qanûndanînê ya 3yemîn a Serdema 28an a Meclisê de axivî. Nûman Kurtulmuş, bal kişand ser agahiyê rêxistinên civaka sivîl li Meclisê kirin û hêvî kir ku ev nirxandin li derveyî meclisê jî bidomin. Nûman Kurtulmuş, got: “Pêvajoyeke hesas didome lê di heman demê de divê em destê xwe lez bigirin. Şert û mercên herêmê û hevsengiyên herêmê pir zû diguherin û lewma divê Tirkiye vê pêvajoya aştî û xwişk-biratiyê bi lez û bez biencam bike. Li hêla din jî em hewl didin li her kesî guhdarî bikin û civakê jî qaneh bikin.”
Bi domdarî Nûman Kurtulmuş destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi encam bibe divê destê xwe lez bigirin û got: “Dema vê dikin jî divê em cihê piyê xwe baş danîn; ev pêvajoyeke wisaye ku divê hevsengiyeke pir baş hebe. Li rexekî hûn ê maf û rûmeta kurdan ber çavan bigirin li hêla din jî hesasiyet û rûmeta tirkan ku piraniya Tirkiyeyê ew in, ber çavan bigirin. Heta niha ev hevsengî li ber çavan hate girtin û pêvajo heta îro hat.”
Di berdewamê de Nûman Kurtulmuş bal kişand ser bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku divê pêwîstiyên merasîma şewitandina çekan a li Silêmaniyeyê ya sembolîk bên cîbicîkirin. Nûman Kurtulmuş, diyar kir ku divê rêxistin pêvajoya çekberdanê bidomîne û got: “Divê hemû pêkhateyên rêxistinê yên li hundirê Tirkiyeyê û derveyî welat jî xwe fesih bikin. Bi vê yekê re dê pêvajo bileztir bibe.”
‘Ev mijar hêj neketiye rojeva komîsyonê’
Li ser pirsa rojnamegeran a “Gelo dê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike?” jî Nûman Kurtulmuş, wiha bersiv da: “Ev mijar hêj neketiye rojeva komîsyonê. Heke bibe rojev, wê demê komîsyon dê biryara xwe bide. Biryar, li gorî piraniya dengan tê dayin. Anku biryar dê bi gotina min nebe.”
Nûman Kurtulmuş, got ku komîsyon ne komîsyoneke wisaye ku yasayan amade bike û wiha domand: “Peywira sereke ya komîsyonê, ji bo pêvajo bi serkeftî temam bibe bişopîne, kontrol bike, di vir de pêşengtiyê bike û di dawiyê de jî çarçoveyekê ava bike ku pêdivî bi sererastkirinên qanûnî heye. Em ê çarçoveyekê çêbikin û ji Meclisê re bibêjin hewceye ev gav bên avêtin. Em ê vê bi rapora dawî ya komîsyonê re û bi tevahiya mijarên din pêşkeş bikin. Wezîfeya komîsyonê ev e. Jixwe heke hemû partiyên li vir lihev bikin, wê demê derxistina yasayan dê pir hêsantir bibe. Dê di demekî pir kin de yasa bên derxistin.”
Nûman Kurtulmuş, da zanîn ku civîna dawî ya guhdarîkirinê dê bi beşdariya Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û wezîran were lidarxistin û wiha pê de çû: “Dikare civîneke ku çarçoveya giştî binirxînin were lidarxistin. Ya muhim ew e ku êdî pêvajoya guhdarîkirinê temam bibe û dest bi sererastkirinên pêwîst were kirin.”
Pirsên têkildarî xebatên nû yên destûra bingehîn jî Nûman Kurtulmuş wiha bersivand: “Ne tenê xebata destûra bingehîn a nû. Çar metnên yasayî yên topografyaya welatekî demokratîk nîşan dide hene; destûra bingehîn, rêziknameya Meclisê, yasaya partiyên siyasî û yasaya hilbijartinê ye. Divê têkildarî van tevan de guhertin bên kirin û ev mecbûriyet e. Anku şert û merc nîşan didin ku divê têkildarî van xebat bên kirin û tavilê bên biencamkirin. Li gorî min pêdiviya Tirkiyeyê bi vê heye.”
‘Pêdivî bi destûreke bingehîn a nû heye’
Nûman Kurtulmuş, axaftina xwe wiha qedand: “Tirkiye êdî nikare vê destûra bingehîn a heyî ragire. Divê bi uslûbeke nû were destgirtin. Bêguman fikrên min ên şexsî jî hene. Lêbelê ji ber pozîsyona xwe naxwazim bandorê li xebatên destûra bingehîn bikim. Lêbelê deme ev xebat bi ser ket, wê demê dikare destûreke nû ya bingehîn a Tirkiyeyê were çêkirin. Dikare di metna hiqûqa navxweyî de serersatkirin bên kirin. Armanca ji van tevan ew e ku standartên demokratîk ên Tirkiyeyê bên bilindkirin, kapasîteya sazûmaniyê ya dewletê were zêdekirin û gavên baweriyê ava dikin bên avêtin. Di vê mijarê de hemû partî xebatên xwe didomînin. Hêvîdarim atmosfereke mîna vê komîsyonê ava bibe û Tirkiye di demekî herî nêz de dest bi çêkirina destûreke bingehîn a nû bike.”