19 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtin dê bi Davutoglû re pêk bê ya bi Ozel re hat taloqkirin

Hevdîtina ku dê sibê di navbera Heyeta Îmraliyê û Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel de pêk bihata, hat taloqkirin. Heyet dê roja sêşemê bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re hevdîtinê bike.

Hevdîtina ku dihate payin endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re bikin, hat taloqkirin.

Hat ragihandin ku ji ber Şaredara Şehzadelerê Gulşah Dûrbay jiyana xwe ji dest da, hevdîtin ji bo demeke din hat taloqkirin.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê roja sêşemê bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re hevdîtinê bike.

Hat ragihandin ku hevdîtin wê li Navend Giştî ya Partiya Gelecekê saet di 10:00 de pêk were.

Tê payin ku di hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Davûtoglû de hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat kirin, rewşa dawî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gavên ji niha û pê ve bêne avêtin werin nirxandin.