Ev çendî çend sal e ez bi tena serê xwe dijîm. Mêrik zû de çûye aliyê din û tena serê xwe jiyan pir xweş e ji bo min. Ji ber ku ez di mala xwe de tenê me lê hemû cînarên min ji min re heval in, hogir in, xwişk û bira ne.
Ez bi wana ser bilind im. Bi şev û roj haya me ji hev heye, tu tiştekî me yê ku em ji hevûdu veşêrin tune ye. Lewma cînartiya me û hevaltiya me pir xurt e. Di wan salên borî de cînareke me, hevaleke me ya pir baş hebû, niha jî baş e lê hinekî xwe guhertiye. Di nav me de jiyanek xweş hebû (dibe ku jiyana wê ya nû xweştir be jî), me wusa dizanîbû.
Wê piştî çendekê ji xwe re mêrek dît, pêre zewicî, mala xwe bar kir û da dû wî mêrî û çû gundekî din. Êêê ev dil e, ne mêşa li ser rêxê ye, dilê wê xwest û çû. Em hinekî xemgîn bûn ji ber çûna wê, dîsa jî me got bila jiyana wê baş be wekî din xem nîne, em dikarin her car hevdu bibînin.
Piştî zewaca wê çend sal derbas bûn, mêrik çû aliyê din, ew di nava jiyaneke xweş de, bi tena serê xwe ma. Me çend caran jê re got; Were vegere cem me, li wan deran tenê nemîne. Got; Na, jiyana min li vir xweş e, hun car caran werin serdana min, mêvandariya min.
Wusa demek dirêj derbas bû, me jê re xeber şand ku em dixwazin serdana wê bikin. Wê jî çawa me dît û got; Pîîî, ser herdu çavên min. Me jî rabû tedarikên xwe kir û em çûn. Dayêêê xaniyê wê mîna qesreke heft derî, der û dora xanî tu dibê qey buhiştek ji alemê qetiya ye. Meriv hewes nake lê binêre.
Derî li me vekir wek xanimek li ser text, dest û milên wê ji ber şinge şinga bazinên zenda wê de em dengê xwe nabihîsin. Em ketin hundirê xanî, çend heb berdestiyê wê hene dayêêê rebenêê, keçê wê doşegê deyne, kuro wê şerbetê bîne, ew berdestî wusa diçin û tên, çavên me wek ew çivîkên dûvmeqes wusa li dora hev difirin.
Piştî demekê çavên me di cîhên xwe de sekinîn û em jî rehet bûn. Xwarin û vexwarin, bû danê êvarê, me kir ku em rabin û derengî nemînin. Got; Naaa, ev çend sal in em hevûdu nabînin, hema hun ji bona çend saetan hatine? Qiyamet jî rabe ez nahêlim hûn rabin û herin. Em jî man, wê şevê ji mera behsa xwe û jiyana mêrikê xwe kir.
Mêrik jê pir hezkiriye, ew ê jî wî hezkirî ye, lewma ne xwestiye wî tenê di mal de bihêle û were serdana me, mêrik nexwaşekî giran bûye, piştî zewaca wan qutê pê hisiya ye (Navê wê Qudret e, em jê re dibêjin Qutê) û piiir li ber ketiye.
Dibêje, piştî demek dûr û dirêj, wî jiyanek bextewar da min, qet rojekê ji min ne pirsî ez kî me û ji ku derê hatime, tenê digot were li kêleka min rûnê bila bêhna te tijî nav dilê min be. Li piştî emrekî min di serî de şerm dikir lê paşê dilê min jî dixwest ez her tim li kêleka wî rûnêm û em ji xwe re behsa gilî û gazinên xweş bikin.
Sewa wê jî min xwe wek mêvan nedît, min û wî hevaltiyek pir baş derbas kir bi hevre. Lewma ez dibêjim; Gelo Mêvantî rind e, yan hevaltî? helbet jî hevaltî ji hemûyan baştir e. Ez hevala wî bûm, lê hê jî hevala we me, ji vê pêştatir tu tiştek tune. Di demek nêz de ez ê jî werim serdana we. Dema em vegeriyan malê. ez fikirîm ku jiyana Qutê bûye Qudret, Qudreteke pir mezin. Em hemû jî kêfxweş bûn ku ew di nav jiyanek baş da ye. Niha çavê me hemûyan di riya Qutê de ye, gelo ew ê kengê bê…