31 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Heval Ebûbekir: Divê Dewleta Tirk êdî dem wenda neke

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, piştî civîna li gel DEM Partî û DBPê di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku serketina li Bakur, serketina hemû kurdên li her devera cîhanê ye.

Di 24ê adarê de şandeyek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ku ji 6 kesan pêktê serdana başûrê Kurdistanê kir.

Di nava şandeya DEM Partî û DBPê de ku serdana başûrê Kurdistanê kiriye, hevserokê DBPê Keskîn Bayindir, hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê û Amîra Îdarî ya Meclisa Tirkiyeyê Saliha Aydenîz û Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan cih digirin. Herwiha Nûnerên Partiya DEMê yên li Silêmaniyê Mûslûm Kaplan û Fevziye Şîran jî li gel şandeyê ne.

Şande îro serdana waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir kir û ji aliyê walîve hat pêşwazîkirin. Piştî civînê, daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.

Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir di daxuyaniyê de ragihand ku serketina li Bakur, serketina hemû kurdên li her devera cîhanê ye, ji bo wê erkê hemû kurdane piştevaniya pêvajoyê bikin. Heval Ebûbekir piştgiriya xwe ya ji bo şandeyê û pêvajoyê dubare kir û got: “Em hêvîdarin ku Dewleta Tirk di demek nêz de bersivê bide vê pêvajoyê û êdî wext winda neke.”

Piştre hevserokê DBPê Keskîn Bayindir di daxuyaniyê de axivî û wiha anî ziman: “Me bi hev re civîneke gelek baş pêk anî. Beriya niha dema ku Birêz Heval Ebûbekir serdana bakurê Kurdistanê kir, me li ser pêşeroja kurd û Kurdistanê gelek guftugo kiribû. Bêguman ger ev pêvajo li bakurê Kurdistanê pêş bikeve dê bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike.”