14 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Heta niha ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 120 hezar welatî koçber bûne

Di encama êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd de herî kêm 120 hezar kes koçber bûne û zêdetirî 500 kes jî winda ne.

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan, di encama êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê de ku di 6ê çileyê de dest pê kir, bi deh hezaran kes koçber bûne û gelek kes jî winda ne.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kar û Barên Mirovî (OCHA) ragihand ku nêzîkî 120 hezar kes ji ber êrişan ji Şêmeqsûd û Eşrefiyê koçber bûne.

OCHAyê diyar kir ku piraniya koçberan li deverên cîran bi cih bûne û pêdiviyên mirovî, bi taybet di warên stargeh, xwarin û tenduristiyê de girantir bûye.

OCHAyê destnîşan kir ku êrişan zirareke mezin gihandiye binesaziyê, xaniyên niştecihan û dezgehên xizmetguzariyê û ev yek hewldanên alîkariya mirovî asteng dike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî diyar kir ku li gorî tîmên wê yên meydanî û agahiyên malbatên qurbaniyan, hejmara kesên winda bi ser 500 kesî re ye.

Rêxistinên mirovî hişyariyê didin ku rewş wisa bidome dê krîza mirovî li Helebê girantir bibe û ev yek rê li ber pirsgirêka ewlehiyê veke û dê kesên koçber nikaribin vegerin mal û cihên xwe.