23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Heta cezayê dervakirinê were betalkirin em ê têbikoşin’

Kongra Star têkildarî biryara cezayê darvekirinê ya li dijî rojnameger û çalakvana jin a kurd Pexşan Ezîzî daxuyanî da û bang li jinan kir ku li dijî siyasetên qirkirinê têkoşînê mezin bikin.

Rojnameger û çalakvana jin a kurd Pexşan Ezîzî ku ji ber serîrakirina li ber desthilata Îranê û hinek tohmetên din ên bêbingeh di 4ê tebaxa 2023yan li bajaroka Herazî ya Tehranê hatibû binçavkirin û 11ê kanûna heman salê hatibû girtin,  di 23yê tîrmeha 2024an de jî cezayê darvekirinê lê hat birîn. Li gorî agahiyên ku parêzerê Pexşan Ezîzî Emîr Reîsiyan daye, 8ê çileya îsal, cezayê darvekirinê hatiye erêkirin û ji bo bicihanînê jî şandine daîreya înfazê.

Biryara erêkirina cezayê darvekirinê ya li dijî rojnameger û çalakvana jin a kurd Pexşan Ezîzî her ku diçe zêde dibe. Kongra Star tekîldarî biryarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rejîma Îranê bi zihniyeta xwe ya otorîter û despotîk, siyaseta xwe ya çewisandinê yên li dijî her kesê ku gotina heqîqet û azadiyê bîne ziman û bi taybetî li hemberî jinên berxwedêr didomîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku biryara darvekirinê ya li dijî çalakvan Pexşan Ezîzî rûyê rastîn ê pergala meleyan aşkere dike. Hate diyarkirin ku ev rejîm hewl dide bi rêya pêkanîna zextan li ser gel û jinan krîzên xwe yên bi derve re binxumîne.

Di daxuyaniyê de Pexşan Ezîzî wekî “sembola jina azad a li hemberî alava çewsîner têdikoşe” hat pênasekirin. Bang li tevahî jin û civakan hat kirin ku li hemberî siyasetên pergala despotîk û qirkirinê têkoşînê mezin bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em ê çalakiyên xwe berdewam bikin ta cezayê darvekirinê were betalkirin û siyasetên qirkirinê yên li dijî îradeya jin û civakên azadî werin bidawîkirin.”