Dostên kurdan di 10’ê Cotmeha 2023’an de li 74 navendan starta pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin. Qonaxa yekemîn a pêngavê piştî 1’ê adarê derbasî qonaxa duyemîn bû. Têkildarî encama qonaxa yekemîn û plansaziya qonaxa duyemîn de Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut agahî dan.
Hevseroka KCDK-E’yê Zumrut, anî ziman ku di 10’ê cotmeha 2023’an de dostên kurdan pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin û wiha got: “Beriya hamleyê jî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo hebûn. Di çalakiyên berê de dostên kurdan jî hebûn. Pêngava 10’ê Cotmehê jî bi pêşengiya dostên kurdan dest pê kir. Her çend di pêşengiya dostên kurdan de pêş ketibe jî rola saziyên kurdan û rola kurdan girîng e. Ji 10’ê Cotmehê heta niha di nava 5 mehan de gelek xebatên girîng hatin kirin. Kampanyayên gelek girîng pêş ketin. Van kampanyayan bi xwe re kelecanek jî ava kir.”
‘Heta azadiya Rêber Apo dê pêngav bidome’
Zumrut, da zanîn ku di xebatên 5 mehan de, hat dîtin ku pirsgirêka Rojhilata Navîn bi çareseriya pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û wiha axivî: “Hat dîtin ku pêwistiya çareseriya kurd çiqas girîng e. Ev pêngava ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd demdirêj e. Heta Rêber Apo azad bibe û pirsgirêka kurd bi rêya siyasî bidome û encam bigire ev pêngav dê bidome. Ev pêngav bi mehek û salekê nehatiye bi sînorkirin. Heta ku encam bigire dê ev pêngav bidome. Ji bo encamgirtinê dê tekoşînek xurt bê meşandin. Xebatên ku di 5 mehan de hatin kirin, me wekî hedef dabû pêşiya xwe û plan kiribû. Yek bi yek pêk hat û serkeftinên mezin û bi wate jî bi xwe re anî.”
100 hezar qertpostal ji Îmraliyê re şandin
Zumrut, bal kişand ser xebatên 5 mehan û wiha pêde çû: “Di nava 5 mehan de yek jê salvegera 9’ê Cotmehê bû. Çalakiya rûniştina li pêş CPT’ê pêk hat. Dîsa yek ji plansaziyan ji bo Rêber Apo Qertpostal ji Îmraliyê re hatin şandin. Zêdeyî 100 hezar qertpostal ji Îmraliyê re hatin şandin. Di 5 mehan de pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin. Gelek gotar û nivîsen girîng ên Rêber Apo li gelek welatên Ewropayê hatin xwendin. Li ser wan niqaş hatin meşandin. Li zedeyi 150 navendan pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin û eleqeyek mezin dît. Pirtûk bigirseyî hatin xwendin.”
Meşên dirêj hatin lidarxistin
Hevseroka KCDK-E’yê Zumrut, bal kişand ser meşên dirêj û wiha lê zêde kir: “Di çarçoveya pêngavê de meşên dirêj hatin lidarxistin. Mîtîng hatin lidarxistin. Ji bo nasandina paradigmaya Rêber Apo panel û seminer hatin lidarxistin. Stant hatin vekirin. Lê ev têr nake. Ji bo tecrîd bê şikandin û Rêber Apo azad bibe ev têr nake. Rêber Apo li Girava Îmraliyê 25 sal in li ber xwe dide û têkoşîna wî didome. Lê divê li derve jî têkoşînek xurttir hebe.”
Divê têkoşîn xurttir bibe
Zubeyde Zumrut, bal kişand ser xebat û plansaziyên siberojê jî û wiha berdewam kir: “Ji bo tecrîd bişkê û em agahî bistînin divê têkoşînek xurttir pêş bikeve. Di siberojê de gelek plansazî hene. Me 8’ê Adarê bi girseyî pîroz kir. Gelê kurd û dostên kurd dixwazin rojek berî rojekê agahî ji Rêber Apo bê girtin. Di siberojê de gelek plan li pêş me ne. Niha li pêş me 21’ê Adarê heye. 21’ê Adarê roja Newrozê ye. Roja Newrozê roja têkoşînê ye. Pêşwazîkirina biharê ye. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê bi sed hezaran û bi milyonan 21’ê Adarê Roja Newrozê pêşwazî bikin.”
Dê 5 rojan li pêş CPT’yê rûnên
Zumrut, anî ziman ku ji bo 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêber Apo plansaziyên cuda hene û got: “Rojbûna Rêber Apo, rojbûna gelan e. Gelê kurd, ji bo rojbûna Rêber Apo, rojbûna gelan 4’ê Nîsanê bi girseyî pêşwazî bike. Piştî 4’ê Nîsanê, dê 15,16,17,18,19’ê Nîsanê em ê li pêş CPT çalakiyên rûniştinê li dar bixin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û ji bo CPT û Konseya Ewropayê erk û rola xwe ya li dijî tecridê pêkbîne em ê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Em ê li pêş Konseya Ewropayê bi girseyî nobedê bigirin. Hem li pêş CPT û hem jî li pêş Konseya Ewropayê em ê bi girseyî çalakiyan li dar bixin.”
Zumrut, bal kişand ser encama mîtînga Kolnê û wiha bi dawî kir: “Di mîtînga kolnê de derket holê ku êdî tecrîd hayê qebûlkirin. Azadî û çareseriya pirsgirêka kurd êdî lezginiyê dixwaze. Îro Tirkiye heta ku pirsgirêka kurd çareser neke û gavên demokratîk navêje, nikare demokratîk bibe. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe li Tirkiyeyê demokrasî pêş nakeve. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di mîtînga Kolnê de gelek peyamên girîng hatin dayîn. Em hêvî dikin ku ev peyamên di pêşerojê de bigêje rayedaran û rayedar gavên pewist bavêjin.”