Carina mirov difikire, gelo çi yê me ji tirk, ereb û aceman kêm bû, ku em bi hezarê salan e bindestê wan in, tevî ku bi hemû heyîneyên xwe em ji wan pêşketîtir, mirovtir û dilsoztir in. Armanca min li vê derê ne ew e, ku miletekî xerab yekî qenc nîşan bidim, lê belê divê em hinek taybetî û heyîneyên xwe êdî bidin ber hev û em hev ji hev nas bikin. Em ji hezarê salan ve miletek in, tirk hîn bi darê zorê, ev sed sal in, ji kesên eslê xwe înkar dikin, dixwazin ji xwe re miletekî çêkin.
Em Kurd xwedî çandeke dewlemend in, dewlemendiya folklora me kurdan dev jê berde li ba neyarên me, li ti deverê cîhanê tine ye. Bi hezaran lorîk, stran, kilam û govend û dîlanên me hene, îro yên tirk û ereb û faris bi kar tînin ji sedî nod ji kurdan dizîne û li gorî xwe adapte kirine. Çanda me ya dengbêjiyê bi serê xwe dîrokek e, xezîneyek e, ewqase gotin, ewqase dengbêj li kîjan welatî hene? Ger tu dengê hemû dengbêjan bikî pirtûk, rûpelên welatekî sax têrê nakin. Cureyên xwarinên li Kurdistanê hatine kelandin, nayên jimartin, lê mixabin îro li Tirkiyê, li welatên ereban û li welatên Ewropa wek xwarina tirkan, a ereban tê firotin, lê kes qalê nake ku ji ser sifreya kurdan dizîne. Yên vê yekê dikin jî mixabin kurdên xwenenas bi xwe ne. Xwaringehekê vedikin, li ser dinivîsin «Istanbûl restaurant» «Dikana Tirkan» û gelek navên din ên bi vî awayî. Li dikana kurdan ji sibehê heta êvarî mûzîka tirkî tê lêdan. Gava tu bipirsî, dibêjin em welatparêz in. Tu çawa welatparêz î? Şertê destpêkê yê welatparêziyê xwedîderketina li zimanê xwe, çanda xwe, stranên xwe, axavtina bi zimanê dayika xwe ye. Ger em kurd di civatekê de bi kurdî neaxivin, gelên din wê çawa zanibin em kurd in? Kurdbûn ji axavtina bi kurdî tê nasîn. Lê mixabin tirkî bûye bîrovek, knêrek û li ser zimanê kurdan şîn hatiye.
Li Amedê camêrekî xwest qehwexaneyeke kurdî veke, gava wî kesî avêt çalakiya herî watedar û ya bi bandor a li hember kesên tirkîhez bû. Dijmin hat ew girt, bir û anî û di malê de dest û lingên wî girê dan. Çi bû? Çend kurdên din ên xwedî dikan, qehwexane, xwaringeh bi pey de helwesta neyar protesto kirin û biryar girtin, ku ew jî li dikana xwe, qehwexaneya xwe, xwaringeha xwe tenê kurdî bi kar bînin? Ger piştî girtina vî camêrî, kêm kêm hezar dikanên din, hezar xwaringeh û hezar qehwexaneyên din biryar girtibana û li hember neyar helwest şanî bidana, cezakirina neyar bêwate dibû û wê kurdî û kurd bi ser biketana. Lê niha gelek dikanên ji sibehê heta êvarî muzîka tirkî lê didin, di dilê xwe de xwedê dizane ji wî camêrî re çi dibêjin.
Mixabin piraniya kurdan wisa zikreş, hesûd û xwehez in. Tenê li xwe difikirin. Netewî nafikirin, welatperwerî tev nagerin. Kes nabêje, êrîşa neyar a ser kesekî êrîşa ser hemû kurdan e. Kes nabêje, gava neyar li ser axa me kesekî dikuje, dareke şîn dibire, ajalekê qetil dike, ew di rastiyê de Kurdistanê qetil dike û divê em tev rabin ser piyan. Ew hest bi kurdan re lawaz ketiye mixabin. Kurd bûne wek miletekî ketibe çalekê û kî xwe bi jor de hilkişîne, yên di binê çalê de bi lingên wî digirin û bi jêr de diherikînin. Naxwazin kesek ji wan çêtir be, serkevtîtir be, pêşketîtir be, da ku binketin, xerabî û lawaziya wan dernekeve holê. Kurdê têkçûyî dibêje, gava em tev bindest bin, xizmeta ez ji neyarî re dikim, wê neyê ber çavan. Gava herkes bi tirkî biaxive, dildariya min a ji zimanê dijmin re wê eşkere nebe. Gava herkes bi sûcekî were tawanbarkirin, xiyaneta li ba neyar dikim wê dernekeve holê. Gava herkes lewaz be, wê lewaziya min neyê ber çavan.
Ji bo vê jî em kurd ev hezar sal in bindest in. Me bi dehhezaran cangorî dan vê axê. Keç û xortên kurdan, dayik, bav, zarok, bi hezaran canên xwe gorî kirin, lê mixabin ew şehîd ketin û kesên revok, xwefiroş, ketî, lewaz, zikreş, hesûd, dilxerab û xêrnexwaz tije welatê me bûn, destekî wan di destê neyar de li derdora me çûn û hatin û li ser keda şehîdan, têkoşeran, welatperweran rûniştin û xwarin ha xwarin. Neyar jî ew parastin, da ku bibin kevirê goşeyan û her dirêjtir û saxlemtir jê re xebatê bikin.
Di her serdemê de kurdan êdî qala xiyanetê kirin, gotin, Serhildana Agirî, Zîlan, Koçgirî, Dêrsim, Palû, Lîce, Wêranşar û gelekên din tev bi xiyanetê hatin têkbirin. Alayên Hamîdiye çi bûn? Cerdewanên îro bûn. Gelo ne ji cerdewanan ba, leşkerekî qûnbicilik ê ji Trabzonê, ji Îzmîrê, Ji Manîsayê were ji ku dizanî, li qûntara çiyayê Herekolê, li Newala Bestan, li Geliyê Hêzil, li navsera Serkê Mihemedê Oso, li Katoya ku Îskenderê mezin tê de asê mabû, koma gerîla bibîne û lê bide? Ma mumkun bû? Qet na? Gava leşkerên tirk dihatin ser axa Kurdistanê û bi taybetî berê wan diket çiyayên Botan, Serhed û Xerzanê bi bin xwe de dirîtin, lê cerdewanên xwefiroş ketin pêşiya wan û qul bi qul Kurdistan kirin pîkola wan. Ji bo wê jî raxmî 40 hezar şehîdî Kurdistan hîn bindest e, dijmin dikare kesekî bi kurdî biaxive di malê de heps bike, yekî demokrasî û azadiyê bixwaze di zindanê de birizîne.
Sedema vê yekê kurdên xwenenas û xêrnexwaz in. Ew cureyên kurdan li ku derê dibin bila bibin, dibe ku li parçeyekî welêt desthilat bin, dibe ku di nav partiyekê de erkdar bin, dibe ku di nav rêxistinekê de berpirsyar bin, lê ew ne welatparêz û ne şoreşger in, bes ji bo ev destgiriya wan a bi dijmin re dernekeve holê jî ji binê çalê bi lingê kurdên serkevtî digirin û wan ber bi xwe ve dikişînin, dibêjin bila ti kes bi pêş nekeve, ti kes azad nebe, da binketina min, koletiya min, xiyaneta min, mirîbûna min jî dernekeve holê. Ew hesûdiya xwe ya li hember kesê serkevtî bi xistin û kuştina wî dikin, ne bi riya xwegihandina wî, ji bo wê jî em kurd bindest dimînin, tevî hemû dewlemendiya dîroka xwe, gelên ji me pir lewaztir dikarin me bi rê ve bibin, ji ber gelekên me ji hev hez nakin, ji serkevtiyên xwe hez nakin, ji pêşketiyên xwe hez nakin. Heyf mixabin. De bila îro li giştiya Kurdistanê biryar hatiba stendin û gotibana, li ser axa Kurdan kirîn û firotin, bazar tenê bi kurdî çêdibe! Binêre bê ka çongên neyar çawa dilerizîn!