12 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hesasiyeta pêvajoyê nakokiyên navxweyî ranagre!

Nakokiya di navbera AKPê ne tiştekî veşarî ye. Di navbera MHP û AKPê de jî hin pirsgirêk hene. Ev pirsgirêkên hanê dibe ku navxweyî bin lê bandorê li pêvajoyê jî dikin

Tevgêra Azadiyê gavên xwe yên dawî avêtin. Li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara xwevekişîna ji Tirkiyeyê ji raya giştî ragihand. Biryarê li cîhanê gelek deng veda. Piştî daxuyaniyê bi taybet li Enqereyê di siyasetê de liv û tevgêrek berbiçav pêk hat. Daxuyanî li ser daxuyaniyê hatin dayîn. Di serî de sazî û dezgeyên demokratîk, kesayetên xuyayî û tevahiya raya giştî ya aştîxwaz ji bo ku dewleta tirk gavên şênber bavêje bang li hikumeta AKP-MHPê kirin.

Li gorî van geşedanan mirov dikare bêje ku êdî gavên yekalî yên ji hêla birêz Ocalan û tevgêra wî ve bêne avêtin nemane. Ango ji bo pêşîvekirina li pêvajoyê, aliyê kurd tişta ji destê wan hatî kirine.

Em bînin bîra xwe; destpêkê banga rêzdar Ocalan a 27ê sibatê weke manîfestoya serdemê bû. Piştî vê daxuyaniyê kongreya PKKê û biryara xwefesihkirinê, paşê jî merasîma çekşewitandina di 11ê tîrmehê de. Ev gavên hanê bi tevahî biryarên gelek girîng bûn û li tevahiya raya giştî ya cîhanê bi erênî hatin pêşwazîkirin.

Xeteriya dirêjbûna pevajoyê

Lê dewlet li gorî vê ciddiyetê tevnegeriya û pêvajo giran bi rê ve bir. Heta ji destê wan hat gavên ku wê bên avêtin bi paş ve xistin. Helbet di vê nêzîkatiyê de hin destên ji derve û rewşa Sûriyeyê jî diyarker bû. Lê ev ne dihat wê wateyê ku gav neyên avêtin. Ji ber ku aliyê kurd, di serî de jî ev hişyarî kir. Birêz Ocalan di her hevdîtinê de bal dikişand ser xeteriya dirêjbûna pêvajoyê. Proses(dem) her ku dirêj dibe ji bo destwerdana hin aliyên xêrnexwaz vekirî dimîne. Hêz û derdorên ku dixwazin pêvajoyê têk bibin pir in.

Di gel ewqas tengijînê jî birêz Ocalan careke din kete dewrê û ji bo rê lê vebike mudaxaleyê pêvajoyê kir. Wek gaveke dawî vekişîna gerîllayan hat rojevê. Rêxistinê jî ev yek pêk anî. Niha gok li qada dewletê ye. Wek gava yekemîn jî çav li rê bû ku komîsyona li meclisê ava bûye biçe girava Îmraliyê.

Geşedanên girîng

Hefteyên borî geşedanên girîng pêk hatin. 30ê cotmehê şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê û Erdogan li hev civiyan. 3yê mijdarê şande vê carê çû giravê û bi birêz Ocalan re hevdîtin kir. Heman rojê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê îtîraza Tirkiyeyê red kir û biryara derbarê hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş de teqez kir. Roja piştî wê civînên koma partiyan hebû. Destpêkê serokê MHPê Devlet Bahçelî axivî û hem têkildarî çûna komîsyona meclisê ya ji bo Îmraliyê û hem jî ji bo tehliyekirina Demîrtaş gotinên erênî anîn ziman. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, serokên partiyên din û roja piştî wê jî serokê CHPê Ozgur Ozel jî derbarê mijarê de axivîn.

Mirov dikare bêje ku piraniya axaftinan û nêzîkatiyên derketin holê erênî bûn. Herkes çûna komîsyonê ji bo Îmraliyê weke gaveke girîng pênase dikir. Lê çavên herkesî li ser axaftina Erdogan bû. Erdogan derbarê çûna giravê de tiştek xuyayî neanî ziman lê piştgiriya Bahçelî kir. Her wiha ji bo berdana Demîrtaş jî biryara dadgehê îşaret kir.

Komîsyon, wê roja 6ê mijdarê biciviya û biryar ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re bigirta. Lê roja dawî ev civîn ji ber hin sedemên din hat taloqkirin. Çav li rê ye ku civîn vê hefteyê pêk bê.

Komîsyon çima naçe Îmraliyê?

Helbet wek rojnameger em hinek bi dû meselê ketin, da ku em fêm bikin gelo komîsyon ji ber çi ewqas xwe giran dike, an jî bê dil e. Li gorî hin agahiyan tê gotin ku di eslê xwe de komîsyon daxwaza wan a çûna giravê heye lê belê bi taybet endamên partiya CHP’ê û Yenî Yolê dixwazin ku misogeriyek, ango temînatek ji hikumetê hebe. Ya rastî dixwazin ku Erdogan bixwe di vê mijarê de temînat bide. Dema tu ji wan dipirsî, mînaka pêvajoya 2013-2015 didin ku Sirri Sureyya Onderê di wê pêvajoyê de cih digirt ji ber vê mijarê hat darezandin. Helbet evqas bêcesaretî ne maqûl e, lê belê ji hin aliyan ve jî mirov vê rewşê fêm dike. Madem Erdogan û hikumeta xwe aliyek in û mesûlê vî tiştî ne, divê xwe bikin yek li ser vê mijarê. Gelo çareseriyê dixwazin an na? Ger dixwazin divê li gorî pêdiviyên wê tevbigerin.

Nakokiya navxweyî

Helbet li vir hin faktorên din derdikevin holê. Nakokiya di navbera AKPê ne tiştekî veşarî ye. Di navbera MHP û AKPê de jî hin pirsgirêk hene. Ev pirsgirêkên hanê dibe ku navxweyî bin lê bandorê li pêvajoyê jî dikin. Weke mînak; roja ku çûna komîsyonê ji bo Îmraliyê ewqas di rojevê de bû rojnameya nêzî AKP’ê Yenî Şafakê bi manşeta “KOMÎSYON BILA NEÇE ÎMRALIYÊ” derket. Herkes matmayî ma. Kifş bû ku rojname berdevkiya aliyekî di nav AKPê de dikir. Wek tê zanîn ku ev rojname ya Albayrakan e ku Beratê zavayê Erdogan jî ferdek ji vê malbatê ye.

Roja piştî wê rojnameya Turkgunê ku nêzî MHPê ye bi surmanşeta “DERDÊ WE ÇI YE?” derket û bertekeke mezin nîşanî Yenî Şafakê da. Rojname di sernav de her wiha anî ziman ku Yenî Şafak xwestiye ku derbeyê li pêvajoyê bide, lê bi hebûna arşîvan rezîl bûye.

Pêvajo girîng û nazdar e

Ev her du mînak didin xuyakirin ku hem di nav AKP’ê de hem jî di nav AKP û MHPê de nakokiyên kûr hene. Lê belê pêvajo ewqas girîng û nazdar e ku van nakokiyên navxweyî ranagre. Weke me di destpêkê de anî ziman, bi vê halî pêvajo ji destwerdanê re vekiriye. Rêzdar Ocalan di her fersendê de balê dikişîne ser vê yekê. Bi taybet ajandayên Îngilîstanê û Îsraîlê li ser vê mijarê tên zanîn. Ew dixwazin li gorî xwe teşe bidin pêvajoyê. Rêber Ocalan bi feraset û pêngavên xwe van daxwaz û lîstokan pûç dike. Lê belê ger were qonaxek jêneveger, wê demê kes nikare pêşî li hin tiştan bigire. Ev yek ji tu kesî re ne xêr e. Bi taybet jî ji bo hikumeta AKPê û dewleta Tirkiyeyê.