12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hesreta aştiyê

Ev şerê ku li Kurdistanê heye bandorê li Rojhilata Navîn dike û di heman demê de wekî şerê sêyemîn ê cîhanê tê dîtin. Ji ber vî şerî îro li seranserê cîhanê qeyranên mezin hene.

1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye û her kes vê rojê bi çalakiyan pêşwazî dike. Dîroka vê rojê jî xwe digihîne şerê duyemîn ê cîhanê. Ev roj wekî pêdiviyeke aştiyê li dijî şer hatiye ragihandin. Roj roja aştiyê ye, lê em di nava şerekî giran de ne. Îro em qala şerê sêyemîn ê cîhanê dikin û navenda vî şerî jî Rojhilata Navîn e. Li aliyekî şerê Îsraîl-Hamasê, aloziya navbera Îran-Îsraîlê û wekî din li gelek welatên derdorê jî tevlihevî heye.

Di esasê xwe de navenda şerê em qala wê dikin jî Kurdistan e. Li welatê me Kurdistanê li dijî kurdan şerekî ne normal heye. Dewleta tirk bi her rê û rêbazê êrîşî kurdan dike. Li aliyekî kurdan qir dike û xwezaya wê dişewitîne, li aliyekî çekên qedexekirî bi kar tînin û cenazeyên kurdan jî dişewitînin. Mînaka vî şerî jî li tu devera cîhanê tune ye. Em qala sedsala 21’ê dikin û di vê sedsalê de tenê ev şerê hovane li Kurdistanê diqewime. Çiqas zindî li ser erdnîgariya Kurdistanê hebin tune dikin, qir dikin û hewl didin koka wan biqelînin.

Ji bo dewleta tirk pîvanên şer tunene. Eger mesele kurd û Kurdistan be, her tişt ji bo wan rewa ye. Tişta balkêş jî ewe ku li qada navneteweyî jî bêdengiyek heye û ev bêdengî rê li ser êrîşan vedike. Ev bêdengî cesaretê dide dewleta tirk. Li Kurdistanê êrîşên qirkirinê tên kirin û sed sal in bênavber ev êrîş hene. Kurd ji ber kurdbûna xwe tên kuştin. Girtin, îşkence û talan li ser kurdan heye û dewleta tirk vê yekê aşkere dike. Vê yekê li ber çavên cîhanê dike û dinya jî temaşe dike. Bajarên kurdan dagir dikin û xwezaya wê talan dikin. Ev yek li ku derê cîhanê bibûya wê qiyamet rabûya. Lê hêzên navneteweyî vê yekê ji nedîtî ve tên. Naxwazin bibihîsin, naxwazin bibînin û li ser jî gotinan nakin.

Ev şerê ku li Kurdistanê heye bandorê li Rojhilata Navîn dike û di heman demê de wekî şerê sêyemîn ê cîhanê tê dîtin. Ji ber vî şerî îro li seranserê cîhanê qeyranên mezin hene. Bi taybetî li Tirkiyeyê qeyraneke mezin a aboriyê heye û ev yek qeyraneke civakî jî bi xwe re tîne. Dîsa li meydana siyasî jî heman qeyran xuya dike û ev yek bi xwe re bê edaletiyên mezin tîne. Li aliyekî qirkirina jinan, li aliyekî polîtîkayên şerê taybet û xizaniya li welêt nîşaneya vê yekê ye.

Ji ber vî şerî tevahiya civaka li Tirkiyeyê derbeke giran dixwe, lê yên herî zêde tên perçiqandin jî kurd in. Îro li Tirkiyeyê kurd ji ber kurdbûna xwe tên girtin. Ji ber govend, stran û muzîka xwe tên girtin. Kurd ji ber hebûn û nasnameya xwe di hedefa êrîşan de ne. Ev yek nîşanî me dide ku li Kurdistanê çiqasî êrîşên giran hene. Ji bo vê yekê jî pêdiviya civakê bi aştiyê heye. Her kes dizane ku ev aştî wê çawa pêk were, lê desthilatdariya heyî di şer de israr dike. Ev şer jî zerarek mezin dide civakê. Pêdiviya gel û civakê bi aştiyê heye û bi hesreta aştiyê dijî. Bi hêviya ku 1’ê Îlonê careke din wê hêviya aştiyê mezin bike.