Asîman hejiya, makeezman zayî, pitilank ji landika xwe kete li ser erdê cîhanê û jiyan dest pê kir…
Goblîn 15 salan li ser rûyê cîhanê bi êş û eleman geriyaye û dawiya dawî diwa ji Şîvayê re kiriye. Şîva, Goblîn kiriye di nav ava golê de û Goblîn sax bûye. Jê xwestiye êdî ew li rexçarên golê mirovan ji rihên xirab biparêze.
Şîva dibêje; “tu êdî baş bûyî, êdî tu dê hemû mirovên ku xirabî ketî rihan dê alîkariyê lê bikî “ Goblîn êdî dibe parazvanê qenciyê.
Min xwest bi vê meteloka kurt dest bi vegotina qencî û xirabiyê bikim. Weke em dizanin, di nava ol û baweriyên civatên cihêreng de nêzîkbûna qencî û xirabiyê ji êkûdu cuda dibin. Zêdetirîn ol û baweriyên yek xwedayî, ji bo qenciyê (Sewap, xêr) piştî mirinê diyariyek heye (beheşt) û ji bo xirabiyê jî cizakirinek (dojeh) heye. Di van baweriyên bi vî rengî de diyardeyên xirabî û qenciyê kifş in. Ji te re dibêjin; êdî tu parazvanê xwe yî, neke ku piştî mirinê bêyî cizakirin. Lê belê baweriyên din yên weke Êzdayetî, Budîzm, Hîndûîzm û Zerdeştiyê ev rewş hineke din cuda ye.
Di baweriya Budîzmê de bi dêlindêz û merasimên medîtasyonê ve kes xwe ji ray û ramanên xirab dişon an ku ji van ramanên xirab xilas dibin. Dibêjin ku em (mirov) baş nizanin mêjiyê me çawa dixebite û ji ber vê yekê pêwîst e em bi medîtasyonê cihê ramanên xirab û neqenc peyda bikin. Dema sedema xirabiyê tê fêmkirin, bi vê ritûelê xwe ji xirabiyê xilas dikin. Hingê bawer dikin ku çakî û qenciya civatê ji berjewendiya takekesî girîngtir e.
Hîndû, xirabiyê ji xwe dûr naxin, dixwazin ku alikariyê bidin riha xirab û bi vê alikariyê dixwazin xirabiyê qenc bikin. Di Zerdeştiyê de jî du aliyên van ramanan heye. Em dikarin ji van re bibêjin du rihên cuda. Yek riha qenc a din jî riha neqenc e. Di felsefeya Zerdeştiyê de gotinên baş û xweş kiryarên qenc in. Û bi vê ramanê ve xwestekek heye ku şerê xirabiyê dike, bi cilên spî, weke agirê pîroz, rohnbûnê û dûrî ji xirabiyê rêkekê ji xwe re diyar dikin. Ji bo gelek Zerdeştiyan ji ber van yekan êdî diyardeyek (Weke şeytan, melûn hwd.) tineye. Di mêjiyê xwe de şer û têkoşîna qencî û xirabiyê didin.
Piştî nêzîkbûnên baweriyên jorî, em bên li ser baweriyek me ya Kurdan. Êzdiyatî. Di Êzdiyatiyê de mirov heft kirasan (form) diguherîne. Piştî mirinê, mirov bi kiraseke nû tê li ser cîhanê. Di her hatinekê de an jî bi her guherandina kirasekê, zindewe (mirov) hinek gunehên ku li ser xwe dirêje, heta kirasê xwe yê dawiyê ev yeke didome. Bedela guneh û xirabiyên xwe bi jiyana xwe ve dide. Ji ber vê yekê dojeh ne pêwîst e.
Weke hûn dibînin di van hemû baweriyan de, şer û têkoşînek di navbera qencî û xirabiyê de heye. Her çi bi xwe nêzîkkirina xirabiyê, her çi bi xwe jê dûrxistina xirabiyê be jî xwestek û pirs yek e; divê em çawa xwe ji xirabiyan xilas bikin?
Êzidî jî Zerdeştî jî baweriya vê yekê dikin; xilaskirina xirabiyê ne karê mîran e, ne karê pêxemberan e jî. Ev tenê karê kesî/ê ye, tenê tu dikarî xirabiyên xwe qenc bikî û gunehên xwe birêjî. Lê çawa? Belê, bi nêzîkbûnên baş, bi ramanên xweş û bi mejiyeke safî ve. Her wiha ji bo vê paqijkirinê ritûeleke din heye, di nava çanda me de hê xwe parastî ye. Ev rîtual, weke çanda Kurdan, di çanda gelek civakên cihêreng de jî heye; ev rîtual “hêsk dadan” e!
Li Colemêrgê eşîrên ku li zozanan diman, di niviya Tîrmehê de weke roja bêhnvedan û roja kêfê rojek pîroz pêk dihênandin. Ji vê rojê re digotin; Nîvîtîrmeh. Her salê zozaniyên li nêzîk hev û derdoran li zom û zozanek cuda kom dibûn. Di nava wê rojê de ti kesî/ê kar nedikir, bi taybetî penîr belaveyê her kesî/ê dikirin. Boraq û nezirên xwe li ser navê Kalê Şine didan ku bêr û bereket bikeve şîrê ajalan. Û heta derengê şevê govend digirtin, stran û kilam digotin. Ji bilî van tişteke din jî dikirin ku ev yek e bû mijara vê nivîsê û vê lêkolînê. Ew jî, li zom û gundan di vê rojê de danandin û çêkirina hêskan bû. Zêdetir kesên temen mezin, xwe li hêskan dadidan ku gunehên xwe birêjin an ku xirabiyan ji riha xwe dûr bixin. Ev yeke ji bo min tişteke gelek balkêş bû. Ji ber ku berî hingav min nîvisek li ser “Dusehra”yê xwendibû. Li Nepalê ji hêla kesên Hîndû, weke Nîvîtîrmehê salê rojek tê pîrozkirin. Li gorî baweriya Hîndûyan ev roj weke roja serkeftina qenciyê ya li hember xirabiyê tê pîrozkirin.
Tê gotin ku bi navê Mahîşasura mîrek hebûye û ev mîr ji xwedêya afirişê Brahmayê xwestiye ku bêmirin be. Brahmayê erê kiriye û bêmirîtî daye Mahîşasurayî. Piştî ku Mahîşasaru bêmirî dibe, dibe kesayetek neqenc û li ser cîhanê xirabiyê belave dike heta ku jinek bi navê Durgayê tê li ser dinyayê. Durga li vê derê qenciyê temsîl dike û 9 rojan digel Mahîşasurayî şer dike û roja dehê wî dikuje. Ji bo ev roja serkeftinê bêr û nojdariyê bîne, hinek tiştên baş tên belavkirin û her kesek ku piyên wan ji erdê cîhanê vebibe û riha wan bilind bibe, digel vê yekê ku guneh û xirabiyan xwe birêjin diçin xwe li hêskan dadidin.
Têkiliya Kalê Şine û Nîvîtîrmehê jî hema hema weke têkiliya Mahîşasura û Roja Dusehrayê ye. Wekî din Kalê Şine mijareke din jî di nava xwe de dihewîne, hê serê nivîsê min qala Şîva û Goblînê kiribû, goblîn çawa dibe parastvanê qenciyê Kalê Şine jî dibe ew kes. Li vê derê cudahî ew e ku; Kalê Şine bi salan li ser çiyayan ji ber nexweşiya xwe dermanekê digere, lê ti dermanan peyda nake, heta ku pezek kovî şîrê xwe dide Kalê Şine û jê re dibêje; here! Mirovên xwe xilas bike, xirabî û xizanî li dora wan digere, heqê şîrî ev e. vedigere gundî, ji her kesî re dixebite û li hemberê serdestan û xirabiyan bi salan şer dike, dawiya dawî Kalê Şine bêr û qenciyê li ser axa Kurdistanê belave dike. Dibêjin ku ev roj roja serkeftin û bereketa Kalê Şine ye. Ji ber vê yekê li gorî hisaba Kurdan nîvê Tîrmehê ev roj bi govend û hêskan tê pîrozkirin. Rihî azad dihêlin û tiştên baş didin giyanê xwe.
Li gorî Nivîskarê Spanî Hyginius, di nivîsên xwe yên Latînî de qala hêskan dike û dibêje; li Yewnanistanê mirov ku bikaribin bandora naletên ziyandar rakin, hêsk weke heybereke efsûnî bikartînandin û ew rîtual di şahiya biharê ya ku bi navê “Anthesterias” de dihat kirin. Wekî din li Hindistanê şahiya Teejê, li Başûrê Çînê şahiya gelê Akhayê û li Başûrê Spaniyayê Ubriqueyê şahiya “Swing”ê jinên ciwan bi tevgera hêskê bi stranan ji bo êş, elem û rewşên neqenc re xwe li hêskan dadidin.
Dîroka hêskê, dîrokek mirovahiyê ya ji bîr bûyî û pêvajoya rîtualên mîtolojîkî tîne li ber çavên me. Her çend Yewnanên klasîk, pêşiya Împaratoriya Çîniyan an jî li Kurdistanê be jî, em dibînin ku dîroka hêskê bi taybetî û çîrokên hevpar dagirtiye. Ji bilî vê yekê ev çîrok û efsane rê didin wê yekê ku bi awayekî kolektîf rewşên civakî û çîrokên cûrbecûr bên gotin û rê da wê yekê jî ku formên rîtualî bi wateyên xwe ve heta roja îroyîn hat. Bi rêka hêskê em dibînin ku çand û ristên civakî bi awayeke rîtualîstîkî çawa li leşê me bar kiriye.
Gelo çima em xwe li hêskan dadidin, gelo çima xwe dihejînin?
Hejên, hejandina hêskê bi hezaran salan digel rîtualên kal û pîran çendin bawerî û ol bi xwe re bir û anî. Hê jî li çiyayên Kurdistanê weke roja xwe ya ewil, rihên xwe ji rûwê erdî qetandin, riha xwe li ber bayê çiyayên Kurdistanê didin, azad kirin riha xwe, hêska me bû Hêska Rihan.
Dade dade hêskê dade
Riha xwe l’ber bayê bade
Da birêjît qubhetê
Da b’hejînît cumletê.