Kurdên Kafkasyayê di 15-16’ê tebaxê de li Bajarê Tiblisê yê Gurcîstanê konferansa bi navê “Kurdên Kafkasyayê: Perspektifên Nateweyî” pêk anî. Piştî amadekariya 4-5 meh in bi 4 organîzatoran ev konferans pêk anîn. Konferans bi pêşengiya Komeleya Kurdên Gurcistan, Enstîtuya Kurdî ya Kafkasyayê, Vakfa Pêşvebirina Çanda Kurdî ya Qazaxîstanê û Encumanê Hemahengî ya Ewropayê bi tevlêbûna gelek rewşenbir, akademîsyen, zanyar û pisporan pêk hat.
Têkildarî armanc û naveroka konferensê Avakar û Berpirsê Enstîtuya Kurdî ya Kafkasyayê Hejarê Şamîl nirxandin kir. Şamil, anî ziman ku konferanseke sivîl û zanistî bû û wiha got: “Konferansa zanistî û pratîki bû. Ji 16 welatan mêvan beşdar bûn. Gelek zanyar, pispor û çalakvanên sivîl beşdar bûn. Ji Azerbeycan, Ermenîstan, Gurcustan, Kirgizîstan, çar parçeyên Kurdistanê, Xorosanê, Îsraîl, Qadana, Îngiltere, Bulgarîstanê û gelek welatên din hatin. Nêzî 8 profesor hatin beşdar bûn.”
Dîroka kurdan, ziman û çand niqaş kirin
Şamil anî ziman ku wan di konferansê de 4 panel pêşkêş kirin û wiha axivî: “Nêzi 30 gotar hatin parvekirin. Panela ewil li ser dîroka Kurdên Kafkasya bû. Panela duyemin pirsgirekên ziman û çandî bûn. Panela sêyemîn, rewşa jeopolîtîk û pirsgirêkên siyasî û panela çaran jî encama konferansê bû. Ji xeynî 30 gotaran hemû mêvan beşdarî niqaşan bûn. Bi pirs û bersîvan pêş ket. Ji xeynî Gurcîstanê nêzî 80 mêvan ji derve hatin peşdar bûn. 30 kes jî ji Gurcîstanê beşdar bûn. 100-110 kes her tim beşdarî panelan bûn.”
Çima ev konferans?
Avakar û Berpirsê Enstîtuya Kurdî ya Kafkasyayê Hejarê Şamîl der barê konferansê de jî agahî da û wiha berdewam kir: “Çima ev konferans? Heta niha li Gurcîstanê konferanseke wisa mezin pêk nehatiye. Li Kafkasyayê piştî hilweşîna sovyetê konferanseke bi vî rengî mezin pêk nehatiye. Li Yerîwanê di sala 1934’an de konferansên mezin ên kurdolojiyê pêk hat. Encamek mezin wergirt. Piştî hilweşîna sovyetê li tevahiya Kafkasyayê konferanseke wisa navneteweyî û naveroka fireh pêk nehatiye. Di hemû qadên jiyanê de ku Kurdan eleqeder dike hatin niqaşkirin. Ji ber em rewşa xwe niqaş bikin me ev konferans pêk anî. Kêşeyên me hene. Ji bo çareseriyê em kom bûn.”
Em kurd in û Kurdistanî ne.
Şamil, pirsa “navê konferansê çima Kurdên Kafkasyayê û perspektifên neteweyî? bû” ji xwe pirsî û ev bersîv da; “Em Kurdên Kafkasyayê parçeyekî neteweya Kurd in. Em ji kanûnên dewletên ku em lê dijîn re rêzê digirin. Lê di serî de em Kurd in û Kurdistanî ne. Kêşeyên me di aliyê çandî, hunerî û zimanî de ji Kurdistanê cuda nîne. Pirsgirêkên bişaftinê li Qamişloyê jî, li Amedê jî li Senededê jî li Zaxoyê jî heman tişt in. Ev latinê, li Moskovayê û li cihekî din jî ev pirsgirêka bişaftinê gefan li me dixwe. Li her derê bi heman rengî gefan li me dixwe. Bişaftin pirsgirêkek neteweyî ye û li her derê gefan li me dixwe. Di aliyê çand, ziman û hunerî kêşe yek e. Derd û kulên Kurdistanê derd û kulên kurdên Kafkasyayê ye û derd û kulên Kafkasyayê derd û kulên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê me navê Kurdên Kafkasyayê: Perspektifên Neneteweyî danî. Di vê konfrenasê de pir mijar hatin ziman. Danasîna Kurdên Kafkasyayê hate kirin. Kurdên Kafkasyayê yên diyasporayê ne ya na? Elbet em ne diyaspora ne. Em li vir niştecîh in. Bi hezaran san in em li vir in. Em ne kurdên sovyetê ne jî. Sovyet 34 sal berê hilweşiya çû. Ez vê nêzîkatiyê wekî neheqî dibînim. Em Kurdên Kafkasyayê ne. Kokê me heta 2 hezar sal dirêj dibe. Hêj li Dêrsimê kurd tune bûn, li Kafkasyayê Kurdan dewlet ava kiribûn. Beşdarên konferansê pir li ser meseleya bişaftinê rawestiyan.”
Divê alfabeyek hevpar hebe?
Şamil bal kişand ser pirsgireka alfabeyên ku kurd bikar tînin û wiha lê zêde kir: “Dîsa meseleya hevdunefamkirina beşên Kurdistanê hat guftokirin. Çima Kurd li çar parçeyan hev fam nakin. Em 50 milyon Kurd in, lê 3-4 cure alfebeyên me hene. Beşek piştgiriya latînî dike, beşek piştgiriya soranî dike, beşek piştgiriya Gurcikî, Ermenîkî dike û dinivîsî. Çima em Kurd nikarin li ser cureyekî hevpar biryarê bidin. Çima em di nava 10-15-20 salan de xwe fêrî alfebeyek hevpar nakin. Tişta ku li Wanê tê nivîsandin, Mahabad, tişta ku li Silêmaniyê tê nivîsandin Amed nikare bixwîne û fam bike. Ev di aliyê hev famkirinê de kêşeyek mezin e. Divê di hemû civîn û konferansan de ev mesele sereke be. Milletên kafkasyayê pir alî ye. Ezîdî, misilman û baweriyên cuda hene. Li ser vê mijarê niqaşên erênî pêş ketin. Xiristiyan, cuhî û baweriyên cuda hene. Misilman û êzidî derbasî baweriyên xiristiyaniyê dibin. Ev hat niqaşkirin. Dibe bawerî cuda bin. Lê divê em têkiliyên xwe li ser neteweyî dinin. Li çar parçeyên Kurdistanê û Kafkasyayê ev pirsgirêk heye. Li gorî parçeyên cuda paşnav tên guhertin. Kurdên kafkas dikarin bikin mînak û paşnavên xwe dikarin bikin kurdî. Çima alfebeyek me ya hevpar tune? Li her welatî alfebeyek heye. Lê çima ya me tune? Divê em li ser metodolojiya wê jî bibin yek.”
Mafê jinan hat axaftin
Şamil, herî dawî anî ziman ku ew li ser meseleya zanistî axivîn û wiha bi dawî kir: “Beşdar li ser mafê hiqûqa jinan rawestiyan. Wekî mijarekê em li ser heq û hiqûqa jinan rawestipan. Li ser dîroka kurdên kafkasyayê rawestiyan. Li Rûsyayê devokên cuda axaftin hatin kirin. Pir zanyar hatin beşdar bûn. Gelek profesor û zanyar hatin beşdar bûn. Herî dawî me deklerasyon parve kir. Hemû beşdar tev li deklerasyonê bûn û deklerasyon îmze kirin. Me biryar da ku ev bibe gaveke yekemîn. Piştî salek du sal şûnde em konferansek din pêk bînin. Taybetmendiya vê konferansê ew bû ku hemû dildarî bûn. Hemûyan lêçûna konferansê dan ser xwe. Bi dil û can beşdarî konferansê bûn. Konferansek ji sedî sed sivîl bû.”