12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hesamê Axê û Lelîxan

Ayhan Erkmen
Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Li gor gotina Dayika Zahîde; Diya Hesam dimire, bavê wî cara duduyan dizewice û ji dêmarê re jî kurikek dibe, navê wî dikin Husik. Ji ber ku Husik keçel û bêd e, navê keçelbûnê wisa ser dimîne.

Çîroka Hesamê Axê û Lelîxanê çîroka evîn û bext e. Çend şaxên çîrokê hene, hema di her şaxekê de ya/ê ku bebextiyê dike cûda ye.

Di şaxa ku Mela Mehmûdê Bazîdî berhevkiriye de; yê ku bêbextiyê dike Çeleng Axayê birayê Hesam e. Dema ku Çeleng Axa ji herêma Memiran diçe herêma Mîran û Lelîxanê ji birayê xwe re bixweze dibîne ku Lelîxan pir bedew e. Pîrekê hîn dike dibêje “Here, Hesam bixapîne, bibêje, ma qet keçik tune bûn ku tu Lelîxanê dixwazî. Lelîxan bêd e, şevekorî ye, bêhn ji devê wê tê, xulase çi eybê dinyayê hene hema ser rûyê Lelîxanê ne. Ji birayê xwe re bêje ez naxwazim, birayê te pir razî be bila wê gemarê, ji xwe re bixwaze”

Hesam bi bîhîstinê dixape.  Xwedêgiravî bira jî dibêje “De me carekê qala wê kiriye, keça mîrekî ye, em nikarin bêjin, em naxwazin, ji bo eyb nebe, ez ê ji xwe re bînim.”

Roja bûkê siwar dikin û xwe digihînin deşta Dûbanê, bayek radibe û xêliya ser rûyê Lelîxanê radibe. Dema ku çavê Hesam bedewiya Lelîxanê dikeve, ji ber bedewiyê ji xwe ve diçe. Dema tê ser hişê xwe, tê derdixe ku lîstik anîne serê wî, li wî erdî tobe dike, serê xwe hildide û diçe. Ji ser vê yekê Lelîxan jî jehrê dixwe û xwe dikuje.

***

Di şaxa ku ji Kopa Mûşê, Zahîda Hesretê ji min re got de ya ku bêbextiyê dike dêmara Hesam e. Dêmar Lelîxanê li ber çavê Hesamê Axê reş dike ku ji bo ji Husikê Keçelê kurê xwe re bixwaze.

Li gor gotina Dayika Zahîde; diya Hesam dimire, bavê wî cara duduyan dizewice û ji dêmarê re jî kurikek dibe, navê wî dikin Husik. Ji ber ku Husik keçel û bêd e, navê keçelbûnê wisa ser dimîne, lê Hesam jî bi ewqasî bedew bûye. Hesam dibînê ku li Goveyê keçikeke bi navê Lelîxanê heye û yên ku behs dikin dibêjin, “Çavkil hene, bisktêl hene, enîgever hene, bejnzirav hene lê dirûvê Lelîxana Goveyê me bedew nedîtine.”

Bi nedîtî dilê Hesamê Axê dikeve Lelîxanê, ji bo jê re bixwazin, vê ji dêmara xwe re dibêje. Dêmar ji bo dîtina Lelîxanê diçe Govê, dinihêre ku Lelîxan pir bedew e. Tê ji Hesam re dibêje “Ew keçik nelayiqî te ye, bêd e, em vê ji Husikê Keçel re bînin.” Hesam deng nake, dêmar bi ya xwe dike. Dema diçin Lelîxanê siwar dikin, Hesamê Axê bi mehînê pêşve diçe, caniyê wê mehînê jî di binê Lelîxanê de bûye. Mehîn heviya caniyê xwe dimîne, Lelîxan û Hesamê Axê digîhêjin hev. Lelîxan ji Hesam re dibêje “Hesam eyb nîn e tu bi pêş min ve hatiyî.” Hesam dibêje “Lelîxan te ji Husikê Keçel re tînin ji min re nayînin.”

Lelîxan dibêje; “Hesamê Axê, ewrê min, ewrê şêran/ Piştî te min heram bî navê tu camêran” Xêliyê ji ser rûyê xwe radike, dema ku çavê Hesam bedewiya Lelîxanê dikeve ew jî dibêje;

“Emrê min, emrê meleketan/ piştî te heram be navê tu hurmetan” Hesamê Axê ji wî welatî tobe dike serê xwe hildide û diçe. Lelîxan jî şûşa jehrê hildide dibêje “Dema ku Husikê Keçel dest bavêje min, ez ê şûşa jehrê vexwim” û ew jî vedigere mala bavê xwe.”

Di navberê re sal derbas dibin, Hesamê Axê dibîhê ku Lelîxan vegeriyaye mala bavê xwe. Bi diqlê parsekan tê li ber derê mala bavê Lelîxanê. Berdestî çend tas ar didinê, diçe lê cara duduyan disa tê, disa berdestî çend tas ar didinê diçe lê ji bo Lelîxanê bibîne cara sisiyan ku tê Lelîxan derdikeve û bi hêrs dibêje

“Parseko ev çi pars e, rojê sê caran pars dibe?” Hesam jî dibêje “Lelîxanê, ne heyrê parsê me, ne heyrê kursê me, heyrê bejna zirav dêma gulî me.” Lelîxan, Hesam nas dike û mirazê wan digihêjin hev.

***

Li gorî şaxa ku gundê Kalanisa Geverê tê gotin dibêjin hinek nexêrxwazan bêbextî kirine lê nav nakin ka gelo kê kiriye. Çîroka ku Feyselê Tekorava ji kal û bavên xwe guhdarkiriye jî wiha ye:

Bavê Hesam Axayê Kalanisê ye, dibîhîse ku li gundê cîran Goveyê keça bi navê Lolîxanê  layîqî kurê wî ye. Diçe û keçikê dixwaze. Lê hinek nexêrxwaz tên ji Hesam re dibêjin “Keçika ku bavê xwestiye, li gor te nîn e.”  Hesam jî ji bavê xwe re dibêje “Ez naxwazim.” Bav şerm dike gustîlê şûnve rêke û diçe ji bo kurê xwe yê piçûk Lolîxanê siwar dike. Hesam, heya wê gavê rûyê Lolîxanê nedîtîbûye. Dema ku serê Milê Zînê   bayek tê xêliya li ber rûyê Lolîxanê radike. Hesam rûyê Lolîxanê dibînê û ne bi dilkî bi hezar dilî dibe aşiq û tê derdixe ku lîstik anîne serê wî. Ji Lolîxanê re dibêje

“Me minete li vî bayî, ser çavê Lolîxana Goveyî vedayî

Par vî çaxî tu bo min bû îsaleke dane xayînê wî birayî.”

Lolîxanê tînin Kalanisê û ji birayê Hesam re peya dikin. Lê Lolîxan jî aşiqê Hesam bûye. Herdu evîndar ji wê eşqê dişewitin. Ji heyamekê şûnve, Lolîxan jî Hesam jî nexweş dikevin. Lolîxan di ber nezre rih de wasiyet dike, dibêje “Hûn ê min bibin Milê Zînê, li pêş Goveyê  veşêrin.” Ew jî wisa dikin û niha li serê Milê Zînê gorek heye û dibêjin ew gor ya Lolîxana Goveyî ye.

***

“De kê dîtiye ku xweziya birazî ji mamê re here bermalî.” Li gor gotina Dengbêj Kerimê Jirkî jî ya bêbextiyê dike dotmama Hesam e. Ji Dihêya kevn, axayekî bi navê Dewrêş hebûye. Birayê wî dimire, Hesamê biraziyê wî stariya apê dimîne. Dewrêş Beg, dema çaxê zewaca Hesam ku tê ji bo biraziyê xwe çavê xwe digerîne. Dibîhê ku Lelîxana keça axayê Sipêrtiyan pir bedew e. Ji Hesamê biraziyê xwe re dibêje û birazi ji ber ku keçik nedîtiye dûdilî ye. Lê naxwaze apê xwe jî bişikîne, hema dibêje “Apo de tu dizanî.”

Keçeke Dewrêş Begê jî hebûye. Dilê wê jî di Hesam de bûye lê haja Hesam dilê wê tune bûye, hem Hesam bi çavê xwîşkan lê dinihêre, hem jî keçik bêd jî bûye. Dewrêş Beg ji bo pirsa Lelîxanê bike dema diçe, ev keça wê jî rex bavê xwe dikeve. Ji Hesam re jî dibêje “Ka ez jî hela herim, lê binİHêrim layîqî te ye an na?”

Lelîxan pir bedew e. Dotmama Hesam dema vegerê jê dibêje “Xwedê kir ez çûm, ne heyfa te ye tu yê ewa keftar bixwazî.” Hesam ji bo pêşerojê poşman nebe, derdikeve li pêşberî apê xwe dibêje “Ez Lelîxanê naxwazim.” Ap çiqas pê de dikeve, na Hesam nayê rê. Ap jî carekê çûye, li ser mîndera axê rûniştiye û gotiye em dixwazin ji te re merivtayê danîn. Axa li benda wî ye, bêçare biryarê dide û Lelîxanê ji xwe re dixwaze. Roja bûkê tînin Hesam jî bi tevlî siwaran pêş bûkê ve diçe. Lelîxan, ji berbûyê Hesam dipirse, ew jî Hesam nîşan nide “Kulê tu mala bavê Hesam nekevî bedewê mêran e” lê Lelîxan jê hêrs dibe dema Hesam nêzî wê dibe xêliya ser rûyê xwe radike, rûyê xwe nîşanî wî dide. Hesam ji ber bedewiya wê ji xwe ve diçe û ji ser hespê dikeve xwarê. Ap tê derdixe ku Hesam ji bazara xwe nerazî ye, çiqasî jê re dibêje “Lawo tu ku poşman bî, Lelîxan bila ji te re be” lê na Hesam serê xwe hildide û diçe.

3 Min çar şaxên vê çîrokê berkev kirine. Şaxa yekem ya Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Şaxa duyem a dengbêjan e, min ji Dengbêj Kerîmê Jîrkî guhdar kiriye. Şaxa sêyem min ji Mûşê dayika Zahîda Hesretê guhdar kiriye. Şaxa çarem jî li Sêrtê, li herêma Şûva, ji gundê Terhem ji kekên Muhtî û Ûsiv Polat guhdarkiriye.

Di hinek şaxan de Lelîxana Goveyî ye, di hin şaxa de jî Lelîxana Sipêrtî ye.

Gundê Govê di navbera Berwarî û Xizxêre de ye. Yê Diha Sêrtê ye.

Kalanis gundikê Tekorava ye.

Di vê şaxê de dibêjin Lolîxan.

Di navbera gundê Kalanis û gundê Goveyê de ye û tim ba lê ye.

Cihê ku Hesam cara ewil dîtiye… (Didome)