12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hesamê Axê û Lelîxa (ll)

Ayhan Erkmen
Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Ma qey zava jî pêş bûkê ve diçe? Di edetê me de zava mal li dimîne, hinek diçin bûkê tînin.” Camêr dibêje: “Ma edetê me jî wek yên we ne.”

Ji salan şûnde dewrêşek bi halekî pêrîşan û defek di dest de tê Dihê. Dewrêş Beg miriye, bi defa xwe diçe derê Lelîxanê. Lelîxan ji bo xêrekê bidê diçe hundir. Ji ber ku Lelîxanê ew nas nekiriye Hesam li benda xêrê namîne, serê xwe hildide û diçe. Piştî salan hinek kes dibêjin “Me li aliyê Mêrdînê gorek dîtiye, li ser Hesamê Axê nivîsîbûye.”

***

Ez dema ku ji bo berhevkariyê li Sêrtê bûm, riya min ket gundê Terhemê û li wir ji eşîra Şûviyan kekê Muhtî Polat got: “Em neviyên Lelîxana Sipêrtê  û Dewrêş Axayê Şûvî ne” û dest pê kir wî û Ûsivê biraziyê wî çîroka Lelîxanê gotin. Li gor gotina wan jî ya bêbextî dikir Fatimaya dotmama Hesam bû. Li gor zanîna wan

Dewrêş Axayê Apê Hesam û Mîrê Sipêrtê bi tev li Amedê girtî bûne. Dema tên berdan Mîrê Sipêrtê ji Dewrêş Axa re dibêje: “Dewrêş Axa; qet kurên tê yên ezab tune ne? Keçeke min heye, Lelîxana min pir delalî ye, ez bidime kurê te, bila merivtaya me berdewam bike.”  Dewrêş Axa jî dibêje: “Kurê min tune ne lê biraziyekî min he ye, zehf taze ye. Bavê wî zû mir, Hesam li ber destê min mezin bû, hema bêje kurê min e.”

Çendekê piştî berdanê Dewrêş Axa ji Hesamê biraziyê xwe re dibêje: “Mamxulam, ji bo qîza wî ji te re bixwazin me sozek ji Mîrê Sipêrtê standiye, hewce ye em biçin, qîza wî ji te re bixwazin û bînin.” Hesam jî ji apê xwe re dibêje “Min qîzik nedîtiye, belkî ne layîqî min be, ez xortekî taze me. Ka bila Fatima dotmama min biçe, qîzikê bibîne, ka layîqî min e an na?” Fatima jî dil berdabûye Hesam lê haya Hesam ji dilê wê tunebûye, ne bedew bûye jî. Fatima bi çend qîzan û siwaran diçe mala Mîrê Sipêrtê mêvaniyê. Dema ku Lelîxana keç Mîrê Sipêrtê dîbîne dibêje: “Welleh Hesam ku dema Lelê bibîne, êdî di heyeta xwe de qîma xwe bi min nayîne.”

Piştî vedigere ji Hesam re dibêje:“Mala te qet neava, Xwedê kir ez çûm, Lelîxan bi çavekî kor bû, keçel bû, bi Xwêdê lingekî jî kulek bû, mirov jê ditirse, ne layîqî te ye.” Hesam ji Mamê xwe re dibêje “Bi Xwedê ez Lelîxanê naxwezim, ez qîma xwe pê nayînim.” Apê wî dibêje: “Me di hepsê de soz dabû wî camêrî, em ji te re bixwazin, tu qîma xwe pê neyînî, bi qîza wî camêrî re bizewice, paşê dixwazî careke din bizewice, tu qîza kîjan camêrî dibêjî ez ê dîsa ji te re bixwazim.” Çiqas di ber dilê wî de dibêje na, di dawiyê de Hesam dibêje: “Pir dixwazî ji xwe re bîne.” Dewrêş Axa bi xwe jî pêncî salî bûye.

Dewrêş Axa, siwaran û berbûyê dişîne, dibêje:“Herin Lelîxanê ji min re bînin. Berbû û siwar diçin Sipêrtê, bûkê siwar dikin, siwar ber bi bûkê ve diçin; helbet Hesam jî diçe. Li Deşta Buxarê wan pêşwazî dikin.

Dema ku siwar bang dikin navê Hesam hildidin dibêjin: “Hesam Axa, Hesam Axa!” Lelîxan meraq dike dibêje: “Gelo edetên wan çawan in, ji kesê ku serê hespê wê dikişîne re dibêje: “Birayê min, ma qey edetê we çawan in. Ma qey zava jî pêş bûkê ve diçe? Di edetê me de zava mal li dimîne, hinek diçin bûkê tînin.” Camêr dibêje: “Ma edetê me jî wek yên we ne.” Lelîxan careke din dibêje: “Ma ji sibê ve ye hûn dibêjin Hesam Axa, Hesam Axa, ma hûn min ne ji wî re dibin?” Camêr dibêje: “Na welleh” Lelîxan dibêje: “Çawa?” Camêr dibêje: “Em te ji mamê wî re, ji Dewrêş Axa re dibin.” Lelîxan dibêje: “Çawa?” Camêr dibêje: “Welleh, Hesam Axa qîma xwe te neaniye.” Lelîxan dibêje: “Ka hevsarê hespê bide min.” Xêliya xwe ji ber rûyê xwe radike, Hesam jî pêşîya siwaran bûye. Lelîxan, hespa xwe ber bi Hesam ve dibezîne.  Çawa ku Hesam, Lelîxanê dibîne, ji xwe ve diçe û ji hespê dikeve, xwîn ji pozê diavêje.

Hesam li ser darbestê tînin gund. Mamê wî dibêje: “Çi bû?” Dibêjin: “Hal û mesele ev, dema Lelê dît, ji ser hespê bêhiş ket.” Mamê wî dibêje “Hesam min Lelê hema ji te re aniye.” Hesam dibêje “Mamo, Xwedê ew bûka min ji te re anî nabe ya min.”

Hesam serê xwe hildide û diçe çiyayan û wan ji xwe re dike mesken. Qet xwe nêzî şivan û gavan û darvanan jî nake. Wisa dibe, xeberdanê jî ji bîr dike.  Por, rû û rûdan tevlî hev dibin, dikeve halekî pêrîşan, kesek wî nas nake. Rojekê êdî xwarinê peyda nake, tê nêzîkî gund. Jin li ber tenûrê nên dipêjin. Hesam, birçî ye; dibe pelpela wî, nên dixwaze. Lelîxan jî li wir e. Lelîxan, dema nên dirêj dike ji çavên wî nas dike, çawa ku dibêje “Hesam” lê Hesam, direve û ji wê şûnve kes Hesam li çiyayan jî nabîne. Hinek kes piştî salan ji malbatê re dibêjin “Me tirba Hesam li Cîzîrê dîtiye.”

***

De were lê… Ax de rabe dinyayê, pûçê, betalê, de rabe serxwera cindiyo loy loy…

De were lê… Wey lo lo, wey lê lê…

De rabe Hesamo dîno lo lo…

Xêlîkê Hesamê Axê xêlî sed caran bi min xêlî

Xêlîkê Hesamê Axê xwe berdane berwariyê jêrî,

Ay lê nîviyê  dîtir xezxêriyê,

Ma kesê dîtibû dewrê heftê zemanan eynê xwestiye birazî ji mamê re biçîte derbêrî

De rabe dinyayê, pûçê, betalê, de rabe serxwera cindiyo lo…

De were lê… Wey lo lo, wey lê lê…

Ay lê bakê têto, ma ve vî bayî çend mineto lê…

De mê bayek têto me jî vî bayî çend minneto

De bayî xêlî û çarşevê Lelîxana Goveyî dabû eynê ser serê wê kir xîlveta

Wextê çavê Hesamê Axê Lelê dikevê lê lê…

Ew ê jor de li ser pişta hespê bi erdê dikevê

Du dilopên xwînê ji serê difinê dikevê, eynê nexweş e, pir bê halo

Ew ê navexwe vê şerbetê

Hey lê Hasamo dîno, xelîkê Hasamê vê sibê derketibû, gehiştika va hevinda

Ay lê siwarê me siwar bû ho lo…

De çawa peyayê reben ketibûne gurikê van gundan

Ay lê Lelê digo kulo ew kul bû

Kul u meraqê min mane ji Hesamê Axê re, mabûne serê perê dilda

Were lê lê…

Aylê Hesam dibê Leylikê Lelîxanê lê…

Weylê ji Nêsipasê heya

Govanê lê lê…

Xelqê bargir û kihêlê xwe berdane lê

Eynê xwedê rast e tu ya min bû eynê îro tu bûye ya mamê

De serê min û serê sebebê te min û Lelîxana Goveyî ay lê bûye ew dêlika wê domamê…

De rabe dinyayê, pûçê, betalê, rabe serxwera cindiyo lo.  (DAWÎ )