Ofîsa Rizgarbûyên Dîlên Êzidiyan ên başûrê Kurdistanê hejmara êzidiyên di fermana 3yê Tebaxa 2014an de hatin kuştin û windakirin aşkera kir. Ev agahî bi rengekî ne fermî hatin aşkerakirin. Li gorî daneyên ofîsê, heta niha zêdetirî belgeyên 5 hezar kesên hatine kuştin hatine tomarkirin û 2 hezar û 745 zarok jî sêwî ne. Hejmara gorên komî yên hatine dîtin zêdetîrî 96an e û bi dehan yên yek yek jî hene.
Yên ku ketin destê DAIŞê bi giştî hejmara wan 6 hezar û 417 kes in ku ji wan jî 3 hezar û 548 jin, 2 hezar û 869 jî mêr in. Yên ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin bi giştî hejmara wan 3 Hezar û 558 kes in ku ji wan hezar û 211 jin, 339 mêr, hezar û 47 zarokên keç û 961 jî zarokên xort in.
Hejmara dîlên ku bi destê DAIŞê hatine kuştin û cenazeyên wan di nava gorên komî de hatine dîtin û radestî malbatên wan hatin kirin 274 in ku ji wan jî 37 jin û 237 mêr in.
Yên ku hejmara wan hat diyarkirin û tesbîtkirin ku hatine kuştin lê çarenûsa wan ne diyar e yan jî hîna li tipa edlî ya Bexdayê têne rawestandin, 2 hezar û 558 kes in ku ji wan jî hezar 225 jin û hezar 333 mêr in.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku heta niha zêdeyî 200 hezar kes ji civaka êzidî di nava kampan de li başûrê Kurdistanê dijîn û rê nayê dayîna wan ku vegerin cih û warên xwe.