Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di navbera 5 û 6 nîsanê de 41 caran êrîş birine ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û der barê êrîşên dewleta tirk ên dawîn de ev agahî dan:
“Di 6’ê Nîsanê de derdora gundê Bêbadê yê Garê, berpalên Xêrê û çeperên berxwedanê yên li Sîdayê bi balefirên şer 8 caran hatine bombekirin.
Di 5 û 6’ê Nîsanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Fm, çeperên berxwedanê yên Çemço û Sîdayê bi helîkopterên êrişê, obus, tank û çekên giran 33 caran hate bombekirin.”