12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Herdem Merwanî: Partiyan soz dan lê soza xwe pêk neanîn

Li Tirkiyeyê zêdeyî hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Di 5 salên dawî de li girtîgehan 241 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gel ku malbatên girtiyên nexweş ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên nexweş serbest bên berdan li Amed, Wan, Îzmir û Stenbolê çalakiyan li dar dixin jî heta niha hikûmeta AKP-MHP’ê tu gav neavêtiye. Çalakiyen malbatan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê berdewam dikin. Malbatên girtiyan 3 meh berê çûn Enqereyê û serdana partiyên siyasî û rêxistinên civakî kirin. CHP, Saadet, Gelecek, DEVA û gelek partiyên din soz dan malbatan ku dê li ser pirsgirêka girtiyan rawestin û bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin. Lê 3 meh derbas bûn heta niha partiyên ku soz dan tu gav neavêtin. Têkildarî çalakiyê û helwesta partiyên siyasî Herdem Merwanî ku bavê wê Abdulhalim Kirtay girtiyê nexweşe û ji bo bavê xwe 144 roj in li Amedê Nobeda Edaletê digire nirxandin kir.

Herdem Merwanî anî ziman ku li Tirkiyeyê di aliyê zindanan de demek dirêje pirsgirêkên pir mezin hene  û wiha got: “Bi pêvajoya pandemiyê de ev pirsgirêkên li zindanan bêtir mezin bûn. Bi şewba corona re girtiyên zindanan û zindan hatin ji bîr kirin. Girtî bi tenê hatin hiştin. Ji ber şewbê û astengiyên li ser girtîgehan pirsgireka girtiyan bêtir mezin bû. Di meha îlona 2021’ê de bavê min bi telefonê li me geriya û got ‘Hûn di vê hefteyê de li min xwedî dernekevin dibe ku di girtîgehê de min bikujin. Piştî vê yekê zindan bi awayekî ciddi ket rojeva min. Ez bêtir li ser rewşa zindanan rawestiyam. Ji ber ku rewşa girtiyan ji rojevê derketibû, me çiqas rewş diani rojevê jî nediket rojevê. Wê demê bêdengiyek mezin hebû. Ji bo ku rewş bikeve rojevê min jî dest bi greva birçîbûnê kir. Di heman demê de malbatan jî li Baroya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Piştî çalakiya malbatan ez jî tev li çalakiya malbatan bûm. Bi vê çalakiyê re xwedîderketinek zêde çêbû. Bi taybetî di aliyê rêxistinên civakî û partiyên kurdan de xwedîderketine zêde pêş ket. Me fam kir ku ev ne tenê pirsgirêka kurdan e. Ne tenê pirsgirêka ku kurd çareser bikin e.”

Hemû partiyan soz dan lê pêk neanîn

Merwanî anî ziman ku pirsgirêka ne tenê ya çend malbatan e û wiha got: “Ji ber vê yekê me malbatan biryar da û em çûn Enqereyê. Dema em çûn Enqereyê me serdana gelek partî, rêxistinên civakî kir. Me bi gelek kesan re hevdîtin kirin. Tevan soz dan me. Tevan got ‘Ev pirsgirêk pirsgirêka me ye. Mehek şunde em ê vê yekê têxin rojeva meclisê.’ Lê van kesên soz dan me sozên xwe pêk neanîn. Li wir ji me got, ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurdan û çend malbatan e. Ji ber ku li zindanan  tiştên pir sosret û cîddi pêk dihatin. Gelek agahiyên nû em ji partiyên siyasi fêr bûn. Heta mehekê soz dan me. Em mehekê sekinîn. Tu bersîv nehat. Me tu rexne nekir. Meha duyemîn jî em sekinîn. Lê 3 meh derbas bûn, soza dan me heta niha pêk neanîne. Tu bersîvek erênî ji mere nehatiye. Car caran wekî şexs vê mijarê dixin rojeva meclise. Lê em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Em wekî malbat diyar dikin ku divê ev pirsgirêk bi giştî têkeve rojeva meclisê.”

‘Em di çareserkirinê de bi israr in’

Merwanî li ser sedema soz dan û sozên xwe pêk neanîn ji rawestiya û wiha axivî: “Gotin ‘Ji ber kurd in em ê çend gotinên xweş ji wan re bibêjin. Ew ê herin û ji bîra bikin.’ Wan bawer nedikir ku em ê bi israr vê çalakiyê bidomînin. Lê em malbatên polîtîk in. Em malbatê di nava van pirsgirêkan de mezin bûne. Ew çiqas xwe ker û kor bikin em di çareserkirina pirsgirêkên xwe de bi israr in. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Wan digot ‘Em ê soz bidin. Wê bên xapandin û herin’. Lê em nesekinîn. Çalakiya me didome. Heta ew bersîvek erênî nedin me em ê têkoşina xwe berdewam bikin.”

‘Dem dema çareseriyê ye’

Merwanî li ser xebat û helwesta rêxistinên civakî ku heta niha gelek caran çûn malbat ziyaret kirin û piştgirî dan malbatan jî rawestiya û wiha axivî: “Her kesî got ‘Ev pirsgirêk pirsgirêka me ye’. Her kesî jî gotinên xwe anîn ziman. Her kes di ferqa vê pirsgirêkê de ye. Êdî têra xwe ketiye rojevê. Êdî dema çareseriyê ye. Em dixwazin hiqûqnas di aliyê hiqûqê de, bijîşk di aliyê tenduristiyê de divê alîkariyê bidin. Siyasetmedar tenê werin li keleka min rûnên û biçin em vê nêzikatiyê qebûl nakin. Siyasetmedar ewe ku di aliyê dîplomasiyê de gavan bavêjin. Bi wezirê dadê re têkevin têkiliyê û bi wezîr gavan bidin avêtin. Em dixwazin pirsgirêkê di rojeva meclise de bihêlin. Di aliyê hiqûqê de wekî malbat pirsgirêka me ya yekem hiqûq bû. Wekî malbat me ev yek xist rojevê. Tenê hiqûqnas li me xwedî derkevin jî vê carê hiqûqnas bi tenê dimînin. Ji ber ku li hiqûqnasên Tirkiyeyê jî xwedîderketin tune ye. Heta niha baroyên herêmê û bi taybetî Baroya Amedê li çalakiyê xwedî derket. Bi taybetî kedek mezin da. Di her çalakiyê de piştgiriya hiquqî didin me. Ev ji bo me moralek e. Me bi tenê nahêlin.”

‘Ev pirsgirêk birînek kûr e divê zû bê dermankirin’

Herdem Merwanî li ser helwest û bêdengiya hikûmetê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê ji sedî 95’ê civakê tev amade ne ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Lê heta niha ne hikûmetê, ne Wezîrê Dadê û ne jî ji partiyên siyasî bersivek ereni nehatiye. Agahiya tevan jê heye. Kesek nikare bêje agahiya me jê tune ye. Hemû beşên civakê dixwazin ev pirsgirêk zû bê çareserkirin. Ji ber ku ev pirsgirêk ne ewe ku mirov ji demê re bihêle. Çiqas dem derbas dibe pirsgirêk girantir dib. Ev pirsgirêk birînek kur e. Hemû civakê bi xwe re diêşine. Ji ber vê yekê divê ev birîn zûtir bê dermankirin. Ku zû bê dermankirin dê civakê rehet bibe. Mafe tu kesî tune wîcdanê civakê biêşîne. Mecbûr e ev pirsgirêk bê çareserkirin.”

‘Divê di serî de hemû malbat li girtiyan xwedî derkevin’

Merwani li ser helwesta malbatan jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Her çend ev pirsgirêk ya tevahiya civakê ye jî divê berî her tiştî malbat li girtiyan xwedi derkevin. Dema malbat pirsgirêkê nekin rojevê, wê demê kes nikare xwedî li girtî derkeve. Divê malbat xemsar nêzîk nebin. Weki malbatên girtiyan mafê wan ê hiqûqî, zagonî, mirovî û gerdûnî heye. Divê vî mafê xwe biparêzin û bikar bînin. Mafê malbatan heye ku xwedi li girtiyên xwe derkevin. Mafê wan heye li girtiyên nexweş xwedi derkevin. Lê malbat ya mafê xwe nizanin , an jî xemsariyê dikin. Gelek girtî tê asta ku jiyana xwe winda bike. Lê piştî dikeve çapemeniyê em fêr dibin ku nexweş e. Ev yek ji mirov diêşîne. Dive mirov xemsar nezîk nebe.  Malbat bi fikara ku ‘Dema têkeve çapemeniyê dê tiştekî giran bê serê wan’ tev digerin. Nabêjin ev girtî bi salan e di hucreyê yek kesî de dijîn. Nexweşiyên giran nikarin pêdiviyên xwe yên şexsî pêk bînin. Malbat dikarin bêtir şert û mercên girtiyan baş bikin. Dikarin bêtir bala raya giştî bişînin ser vê pirsgikêkê.”

‘Mafê malbatan ê rewa û zagonî ye’

Herdem li ser rol û rista malbatan jî rawestiya û wiha got: “Eger îro em 50 malbat bi hevre li derve li girtiyên nexweş derketibûna me dêbêtir malê însanî biparastiya. Em niha tene çend malbat in. Ji ber em hindik in em zêde nikarin mafê xwe biparêzin. Dema em malbat li gel parêzerên xwe derdikevin qadê nikarin bêjin hûn çima mafê xwe diparêzin. Ev mafekî malbatan ê zagonî, hiqûqî û însanî ye. Diviya bû hemû malbat heta niha erka xwe ya malbatî pêk anîbuya. Hîn jî ne dereng e. Divê hemû malbat bi hevre li girtiyan xwedî derkevin. Malbat dikarin bi hêsanî daxwazên girtiyan bînin ziman. Malbat îro neyên li kêleka me rûnenên jî disa bi awayekî dikarin piştgiriyê bidin. Çiqas malbat bêdeng bibin rewşa girtiyan bêtir dikeve xetereyê. “

‘Xemzarî zerarê dide girtiyan’

Herdem Merwanî li ser helwesta meya hawiz jî rawestiya. “Ji xwe zêdetu heviyên me ji wan tune. Lê bi rastî xwe li ker û korî datinin. Heta niha niha dengê me nebirin xwe. Wekî ku pirsgirêk tune be nêzîk dibe. Ev şerma wan e. Lê çapemeniya kurd bi hestiyar nêzîk bûn. Çapemeniya tirk jî pir hindik xwedi derketin. Xwedî derketina wan pir xels ma.”

Heta ew bi israr çareser nekin, em ê jî bi israr biqirin

Herdem Merwanî herî dawî bang li hemû malbatan, rêxistinên civakî û partiyên siyasî kir û wiha got: “Divê rayedar êdî mecbûr çareser bikin. Çavê her kesî li ser wan e. Ew çiqas di nedîtinê de israr bikin em jî dê di çalakiyên xwe de isarar bikin. Ew bo nebinin bi israr in. Em jî ji bo dîtinê bi israr in. Îro girtiyan li dijî malbatan wekî amûra îşkenceyê bikar tînin. Lê mecbûr in vê pirsgirêkêbînin meclîsê û çareser bikin.”