Zaroka 8 salî Narin Guran, rojeva Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê guhert. Di vê guhertinê de car din rûyê reş yê dewleta metînger û nijadperest, rûyê reş ya desthilatdariya AKP/MHP-Huda-Par’ê aşkere bû.
Xaleke din ku mirov şerm dike behsa wê bike, helwesta siyasetmedarên di rengê Pirînçîzade Feyzî de ye. Pîrînçîzade Feyzî, di salên 1914-15 û heta mir jî, di qirkirina gelê kurd, gelên li Kurdistan û Anatolya bi paşayên Îttîhat û Terakkî re kar kir. Îro jî ew tîpên qirêj, lewîtî, çepel, rûreş, “mekrûh û qebîh” hene. Bi gotina Kafka, mirovên bûne kêzik in!…
Em di salvegera darbeya eskerî ya faşîst a 12’ê Îlonê û salvegera berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” de ne.
Di encama berxwedana li dijî faşîzma 12’ê Îlonê, bi gotina Rêber Ocalan hem dîrok û hem destînî-çarenûsa gelê kurd hat guhertin, nasnameya gelê kurd hat qebûlkirin. Di encamê de Şoreşa Rojava hat pêkanîn.
Di encama berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” de jî, îradeya jinan û nasnameya jinan hat qebûlkirin. Lê, bi gotina pêşiyên kurdan, “ava li herik radiweste, dijmin ranaweste.” şerê taybet heye û her der di nava agirê dojehî de ye. Ji bilî bûyer û vaqayên têne zanîn, her roj li Kurdistanê 2-3 Narîn têne şehîdkirin. Ji bo Narînên li Kurdistanê têne şehîdkirin, weke di mînaka Gulistan Doku, rojnamegerên jin Hêro Bahadîn û Gulistan Tara de hat dîtin, lêgerîn û têkoşîna ji ban di daxuyaniyan de dimînin. Muxalafeta li Tirkiyeyê jî tovê waweylê ye!
Li Şengalê şerma mirovanî, şerma dîrokî û şerma olî derkete holê. Zêdetir ji 3 hezar Narînên kurd hatin revandin, li bazarên cîhana modern, weke kole hatin firotin.
Rojnamegerên kurd, rojane, der barê Narînên kurd ku ji aliyê dewleta tirk ve têne şehîd kirin, nivîsên monografîk dinivîsin. Monografî-biyografî, kin jî bin çavkaniya dîroka alaternatîf in, çavkaniyên amadekirina ansîklopediyan e. Ev bûyerên dewasa yên qirkirinên siyasî û civakî ne; fotografê disipline yên faşîzmê ne. Rêya van kiryaran- (em dev ji feslefeya civakan berdin) di felsefeya îslamî ya ezmanî û ya erdê de jî tune ye.
Desthilatdariya AKP/MHP/Huda-Par, di felsefeya îslamî û siyaseta îslamî dûr in, haydudî û kiryarên mafyatîk esas digirin. Çeteyên DAIŞ’ê şagirtên wan e Huda-Par jî, çêlîkên Hizbulkontra ne. Hizbulkontra jî navê Xwedê bikardianîn, Çêlîkên wan Hud-Par jî, navê Xweda li xwe kiriye. Weylik li sere Tirkiyeyê! Lê gotina “weylik” ya di lavêja gelê suryanî de, ji bo dîroka çeteyên Îttîhat û Terakkî, biçûk dimîne.
Me di dîroka MHP’ê ya salên beriya ‘80’î de, ku bi zihniyeta DAIŞ’ê hareket dikirin ditîbûn û em bûne çavdêrê kuştina ciwanên kurd û şoreşger yên li zanîngeh û kolanên Stembolê.
Me kiryarên Hizbulkontra ku li kolanên bajarên bakurê Kurdistanê, bi satore welatparêz, mele û alimên ola îslamî dikuştin jî dîtin.
Îro jî AKP’ê, hem parestvanê çeteyên DAIŞ’ê ye, hem çavkaniya zêdekirina komên DAIŞ warî ye. Ji aliyekî ve desteka lojîstîk û însanî dide, ji aliyê din ve wan û malbatên wan diparêze. Ev kiryar ne bi metafizika îslamî û ne bi felsefeya Yewnaniyan, bi mêjiyê kufîkî, şolavî û deşoyî ku li ser binyata perwerdeya “pençîk-dewşîrme” hatiye avakirin têne kirin.
Hiş û ramanekî cuda ye û ji “mecra” serdema Cenabê Muahmmed bi gelekî dûr e.
Îslama AKP/MHP/Huda-Par, ne tenê “teamul”iya pêkanîna îslama Muawiye û Yezîd e. Pratîzekirina fermandarê Muaviye, Amr Bin As, ku li dijî artêşa Cenabê Elî, rûpelên Qur’ana pîroz bi serê şûrê xwe ve kirin û êrîşî artêşa Elî kirin e. Lî bira me ye, Erdogan jî, li ser dikên li pêşberî komên xelkê Qur’ana pîroz dihejand û digot, “ew Zerduştî ne, ne misilman in.” Piştre, aqilmendên weke N. K- Zeybek, gotin, wî zatî şiyar bikin, Misilmanan ji Zerdeştiyan fêrî limêjê bûne. Dise weylik li sere Erdogan!
Em dizanin AKP/MHP li ser bingeha teza Ittihat û Terakkî ya avakirina “neteweke tirk” haraket dike û armanca wan jî tunekirina gelê kurd e. Mixabin PDK jî beşdarî vê pêvejoyê bûye.
Vêce, Huda-Par û PDK, çiqasî bêjin ew li ser zanista “kelam” haraket dikin, mixabin bûne tetîkkêşên miratzedeyên devşîrmeyan. Huda-Par jî xwedî şecereyek “Mihelmiyên bavfille”ye. Damezrênerê Hizbulkontra Huseyîn Velîoglu, mihelmî ye û bav fille ye. (Ez gelê suryanî û misilmanên dirust yên mihelmi tenzîh dikim.) Di serdema Seyfo de, (1915), mihelmiyên bavfileh, li Midyadê, berî her kesî û bêhtir ji her kesî êrîşî gelê suryanî kirin.
Ya balkêş ew e PDK’ê dema di kêleka Huda-Par û AKP de rûdine, hem ji “teoriya kemal” û hem ji “objeyên beşerî” yên gelê kurd dûr dikeve. Cihê wan di bîrdoza Farabî ya “tekamuliyeta civakî, siyasî û beşerî” de namîne.
Di vê babetê de, nivîsên Prof. Dr. James Morris balkêş in. Ev feylesof li ser ola îslamî û feylesofên ola îslamî lêkolînên cidî kirine. Bi taybetî der barê Rojhilata Navîn de perspektîfên balkêş derxistine holê û behsa kesên wekî Selahaddîn Eyyubî jî dike. Dema ku mirov di perspektîfên James W. Morrîs li rewşa Kurdistanê dinêre, mirov dibîne ku, PDK û Huda-Par, “di ahval-î adiye”de, ji alternatîfên îslamî dûr in û di çarçoveya “harc-i alem” de, li derî “şer-î şerîf” kar dikin. Kerameta wan, xulamtî, çakerî, tilbetî, nokeriya bi dijmin re ye. Hebûna wan, di kalibên formel de, madî ye, ji îradê û nirxên civaka kurd dûr û mahrum in. Welat û gelê mirov, ji her cure berjewendiyên madî binirxtir û pîroztir in. Bi taybetî partiyeke ku bi navê kurd derkevê ser dika dîrokê, tenê bi gotina “ez kurd im”, nikare bibe pêşengê gel û nikare pêşengiya gelê kurd bike. Nabe!
Berî du-sê rojan, Mesud Barzanî dîse got ku armanca wan Kurdistaneke serbixwe û azad e. Di serdama serokkomarê Iranê Mesud Pizişkiyan de, pirtûka Mem û Jin weke xelat dayê û çarineya ku yekîtiya kurdan û egere yekîtiya kurdan pêkbihata, tirk û fars wî bibin xulam-çakerîn kurdan, anî ziman. Belkî gotinên ku li hemberî serorkkomarê Îranê bikaranîn, weke gefeke diplomark werin dîtin, lê armanca Birêz Mesud Barzanî cuda ye. Yek, divê Îran tenê YNK nebîne, em jî hene… Du, mesaj, wajîkirina cihgirtina li gel dijmin û xapandina kurdan e.
Dema Mesud Barzanî tê cem Erdogan, pate-silava eskerî dide û behsa nasname û yekîtiya kurdan nake. Pratîka Mesud Barzanî û atmosfera îro, ne yekîtiya kurdan, mixabin tunekirina nasnameya kurdan esas digire- pençeyê “pençîk”ên dewşîrme ji pençeyên dinazoran dijwartir in!
Vê carê jî weylik li kurdan!
Di starejiya PDK’ê kurdên bakurê Kurdistanê nînin. Lê û eger kurdên Bakur nebin, ne statukoya Başûr dimîne û ne jî PDK! Her kes dizane ku di serdema şerê bi pêşengiya gorbihiştî Mustafa Barzanî de, bi sedena ciwanên kurd ji Bakur, Keldanî jî dinav de, ji Rojhilat û ji başûrê Kurdistanê diçûne bi hawara wan. Yanî, statukoya Herêma Başûr, berhema hevpar ya gelê kurd e. Lê PDK 25 milyon kurdên Bakur înkar dike, bi dijminê sereke yê kurdan re havkariyê dike. Ciwanên kurd yên ji çar parçeyên Kurdistanê şehîd dike. Ji bo serketina Misak-î Mîllî ku berhemê zihniyeta nijadperestî û yekperestiya paşayên osmaniyên dewşîrme ye û armanca vê jî dagirkirina başûrê Kurdistanê ye, dagikririna Musil-Kerkûk, Ninova, rojavayê Kurdistanê û Helebê ye, bi hemû hêza xwe ya siyasî, eskerî û aborî “fîîlen” destek dike. Weylik, weylik, weylik!
Îttîhat û Terakî, “pençîk”ên sîstema dewşirmetiyê, ji roja roj, weke artêşa haydut û çete kar dikin. Jiyana wan, fikir, hest, awir û nêrîna wan li ser hiqûqa şer û qirkirina gelan hatiye avakirin, karên wan, yê doh û îro jî li derveyî “şer-î şerîf”e.
Eger em di aliyê sosyalojiya azadiyê û felsefeya zanistên cîhanê de, helwesta PDK’ê bigirin dest jî PDK parçeyek ji JITEM-Ergenekonê ye, navê wê jî dinava gelê kurd de, di lîteretura têkoşîna azadiya gelan de, cudatir e, ne carekê, sed carî “weylik” e!…
Paşayên osmanî, heta dawiyê xelîfetî, ummeta îslamê bikaranîn û piştî komar ragihandin, bûne “laîk” û sîstema “pençîk” eskere serdestî dewletê kirin. Artêşa dewşîrme, komar jî, bi ragihandina “rewşa awarte”, ji sala 1927, heta sala 1980’î rêvebirin. Piştre desthilatdariya AKP’ê, weke “wesa’ît, bi emr-î lebeyk” hate ser kar, dinava 22 salan de, peredeya “laik” rakirin, faşîzma esasî ya Îttîhat û Terakkî yekdestî sazkar kirin. Herçiqasî ji roja destpêkê navê dewletê “komar” jî be, Dewleta Enqerê ye û bûye, resm û fotografê komarên tevahiya dewletên tempon yên li Rojhilata Navîn. Navê komarê “îcazet” e û biqasî dîplomeya Erdogan, di niqaşê de ye!
Min beriya niha gotibû, dubare dikin: Navê “Tirkiyeyê”, berhemê nîqaşên dûr dirêj yên li Meclîsa Enqerê ye. Pêşengiya vî navî jî Ziya Gokalp, Dr. Riza Nur kirin, Piştre Nevzat Tandogan û koma Îttîhat û Terakiyên dibin pêşengiya Feyzî Çakmak de hat qebûlkirin.
Huda-Par, çêlîkên Hizbulkontra ye, Hilbikontra jî, weke komeke salên 1914 û 1915’an dibin nave “El Xemsîn” de hat avakirin û di qirkirina gelê suryanî û gelê kurd de hat bikaranîn e û parçeyek ji JITEM’ê ye! El Xemsîn, bi taybetî ji diz û kujerên girtîgehan hatin avakirin, hem di qirkirina gelê suryanî de hatin bikaranîn, hem jî dibin emr û erka zabitên Îtîthadî yên wekî Qudur Beg de, ji bo şikandin û parçekirina îradeya kurdan hatin binkaranîn.
Ev serçete, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê weke eşraf derxistin pêş, di burokrasiya rejîmê de bi cih kirin, gund li ser navê wan tapo kirin, dîse jî di nava gelê kurd de “husn-î qebul” nedîtin. Şerê 40 salî, yê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd de, ev rekiha polayî parçe kir. Lê îro, tifaqa yekperest, bi eşq û sevda pêkanîna xeyalên Îttîhat û Terakî, hem dixwazin zordestiya destpêka dewleta Enqerê li Kurdistanê sazkar bikin, hem weke Antalya û Kibrisê ilhaqa herêma başûrê Kurdistanê bikin, hem jî statûkoya hertêmê têk bibin û xeyalên Misakî Millî bicihbînin.
Helwesta PDK’e ya îro, ji “el xemsîn” cudatir xuya bike jî, hevkariya bi miratzedeyên Îttihat û Terakkî re ye û di nava gelê kurd de “husn-î qebûl” nabîne. PDK, deyndarê gelê kurd e. PDK bi keda gelê herêmê û xwîna pêşmerge yên zarokên gelê herêmê û parçeyên din, giha vê qonaxê. Ne tenê Malbata Barzanî, gelek kesayet, mirovên zanist, têgihişti, xwedî tîtra akademîk û pîşeyî, di pêşengiya PDK’ê û têkoşîna salên dûr û dirêj de cih girtine. PDK berhemê karekî kolektîf e, nabe ku bibe kursiyê xanedaniyek nîvmonarşîk. Ne tenê PDK, her partî berhema gel in, dibe ku bi fikir û felsefeye kesekî derkevê hole û bimeşe, lê ne male kesekî û malbatekê ne û nikarin berjewendiyên kesekî, malbatekî diser berjewendiyên welat û gel re bigirin. Gel nebe û partî “hun-î qebûl” nabînin, îro hebin jî, sibê nînin.
Bûyerên ku îro li herêma başûrê Kurdistanê dibin, ji webalên gelek serdemên berê girantir in. Dewşîrmeyên “pençîk”, sîstema xwe ya mafyawarî, ku di çarçoveya rêbazên mafia Sicilya û rêbaza “omerta” de kar dike, li herêma Başûr serdest kiriye. Saziya îstîxbaratî Parastin jî bûye parçeyek ji MÎT’ê.
Narînên kurd jî bi desteka parastin ji aliyê MÎT’ê ve têne şehîd kirin.
Eger rewşa li başûrê Kurdistanê, bi vî rengî dewam bike, wê sendorama dinava civakên Tirkiyeyê de, di nava civakên herêma Başûr de jî derkeve hole. Sendromên civakî têkilî “tekabûlî” nifşan dike. Ev sendrom, di aliyê ruhî, bedenî û mêjî de têkçûn e, felcbûn e. Biqasî çekên kimyewî bandore li paşarojên civakan dikin. Ji xwe dewleta tirk demek dirêj e li başûrê Kurdistanê çekên kimyewî bikar tîne û bandora wê jî hêdî hêdî derdikeve holê. Ev rewş wê anatomiya Kurdistanê ya binerdê û ser erdê jehrî bike.
Li Kurdistanê nasnameyak hevpar heye û dijminekî hevpar heye. Ev dijminê hevpar, bi yek armancê êrîşî kurdan dike, tunekirin. Tunekirina gelê kurd tê wateya ku cografya Kurdistanê li ser navê dewşîrmeyên pençîk werê tapo kirin.
Ji bo vê rastiyê, mafê tu kurdan, tu partiyên kurd nîne ku ji nasnameya hevpar birevin, bibin hevkarên dewşîrmeyên pençîk. Divê her kurd xwe mecbûr bîbine û li xwîna Narînên kurd xwedî derkeve.