11 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Her roj mafên mirovan binpê dikin

Di 11 mehên 2025an de bi hezaran caran mafên mirovan hatin binpêkirin. Tenê di 6 mehên ewil ên salê de mafên Hezar û 820 mirovan hatin binpêkirin û 42 welatî bi guman hatin kuştin. 286 welatî jî rastî îşkenceya polîs û leşkeran hatin.

10-17ê kanûnê, hefteya mafên mirovan e. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya mafên mirovan de raporên binpêkirina mafan aşkere dike. Ji raporên 6 mehên ewil ên 2025an ên ÎHDê xuya dike ku dê îsal bîlançoya binpêkirina mafan dîsa giran be.

Li gorî daneyên rapora 6 mehên ewil;

Li girtîgehên herêma bakurê Kurdistanê girtiyek ji ber nexweşiyê mir û 3 girtiyan jî bi îdiaya întîxar kiriye mirin. Li bakurê Kurdistanê di 6 mehên ewil de 10 zarok, 23 jin, 9 mêr herî kêm 42 welatî bi awayekî biguman mirin. Di 6 mehên ewil de zarok jî di nav de herî kêm 286 welatî rastî îşkenceya polîs û leşkeran hatin.

Dîsa di 11 mehên borî de çend binpekirinên derketin pêş wiha ne:

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan li girtîgehên Antalya û Bûrdûrê lêkolîn kir û diyar kir ku ji ber lêgerîna hundirîn ev 3 sal in hin girtî nikarin biçin nexweşxaneyê. Hevseroka Şaxa ÎHDa Îzmîrê Zîlan Gumuş jî diyar kir ku li girtîgehên bi ewlekariya bilind û girtîgehên Tîpa Syê hemû girtî li gel girtiyên muebeda girankirî di heman qawişan de tên ragirtin.

Parêzvanên mafên mirovan li Enqereyê der barê rewşa Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê û Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sûlûcayê de destnîşan kir ku li girtîgehan tecrîd û îşkence heye û girtî rojê tenê dikarin 1 saetê derkevin hewşê.

Endezyarê elektrîk-elektronîkê Şahîn Agralî ku di salên zanîngehê de ji ber beşdarî çalakiyên demokratîk bû hat darizandin û ceza lê hat birîn. Lê 10 sal in ji ber dozan nikare karê xwe bike.

Saziyên hiqûqî û sivîl ên li Wanê, li ser 9 girtîgehên herêma Serhedê û Rojhilatê Deryaya Reş rapor amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku li hemû girtîgehan veguhastina nexweşxan dereng tê xistin û di hin rewşan de jî veguhastin qet pêk nayê. Li hin girtîgehan ji ber ku girtî kontrolên dev û kelepçeyan qebûl nakin, ambargoya pirtûkan datînin ser wan. Dîsa pirtûk û nameyên kurdî bi bahaneya ‘nayên tercûmekirin’ nadin girtiyan.

Rojnameyên mixalif ên wekî Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgunê jî nadin girtiyan û şopandina qenalên televîzyonê yên mixalif jî bi teknîkê hatiye astengkirin. Xwarin hindik didin girtiyan. Qedexeyên qurs, atolye û aktîvîteyên sporê yên ji ber pandemiyê hatine ferzkirin hê jî di meriyetê de ne.

Polîsan 65 zarok binçav kirin

Li gorî agahiyên ku endama Komîsyona Zarokan a ÎHDa Amedê Berfîn Elçî, 20ê mijdarê Roja Mafên Zarokan de parve kir, di salekê de 192 bûyer pêk hatin û herî kêm 4 zarok hatine kuştin û 51 zarok jî birîndar bûne. Di vê demê de 13 zarok bi awayên guman mirine. Herî kêm zarokek teşebusî întîxarê hatiye kiriye. Di nav salekê de herî kêm 4 zarok bi tundiya di nav malbatê de mirin û zarokek birîndar bûye. 20 zarok bi îstîsmara zayendî re rû bi rû mane, zarokek hatiye revandin. 65 zarok hatine binçavkirin, herî kêm 11 zarok hatine girtin. 5 zarok jî di binçav de tundî li wan hatiye kirin. Zarokek dema xebatê birîndar bûye û 5 zarokan jiyana xwe ji dest daye. Di navbera salên 2024 û 2025an de 192 bûyer pêk hatine.

Binpêkirina mafên mirovan a 2024an

Di 2024an de li gorî tespîtên Navenda Dokumantasyonê ya Navenda ÎHDê herî kêm mafê jiyana 6 hezar û 94 kesan hat binpêkirin. Di heman salê de 434 kes jî birîndar bûn.

Li gorî tespîtên navenda dokumantasyonê di heman salê de di şerê çekdarî û operasyonên leşkerî de 10 jê sivîl, herî kêm 3 hezar û 262 kes hatin kuştin. Di şer de hezar û 491 kes li başûrê Kurdistanê di operasyonên leşkerî de hatin kuştin. Hezar û 579 kes jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê de hatin kuştin.

Polîs û leşkeran 9 welatî kuştin

Di heman salê de dîsa leşker û polîsan di 15 bûyerên cuda de gule reşandin û di van bûyeran de 9 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn. Cerdevanan jî di salekê de 18 welatî birîndar kirin.

Di 2024an de li girtîgehan herî kêm 27 kes ji ber ku nehatin berdan ji ber nexweşiyan mirin. Di êrişan de jî 16 kes ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatin birîndarkirin. 4 kes ji wan mirin. Di eynî salê de, herî kêm 7 leşker biguman mirin. Dîsa 5 cerdevan û 6 polîs bi awayekî biguman mirin.

Di 2024an de herî kêm 103 zarok ji ber binpêkirina mafan mirin. Li gorî daneyan di heman salê de di sala borî de 378 jin hatin kuştin. Dîsa di 2024an de bi giştî  hezar û 897 karker mirin, 2 hezar û 651 kes jî rastî îşkenceyê hatin.