Ez îro dixwazim li ser mijarek gelek hesas û tenik binivîsîm – li ser helbestan. Jiyanek bê helbest wek jiyanek bê mûzîk e, wek jiyanek bê wate ye û li gora fikra min vik û vala ye. Helbest çiye gelo di wateya gotinê de?
Helbest ewe ku mirov bi gotinan û hevokan hunerekê ava bike, bike beyt, qafiye û rîtmeke taybet derxîne holê.
Helbest enerjiya komkirî ya zimanekî derdixîne holê. Dihêle ziman bi hêza gotinan û hevokan biteqe. Zimanek mirov çiqas karibe helbestan bi hêsanî pê binivîsîne, ew ziman ewqas xurt e jî. Herwiha fikir û hestan jî bi lez dike. Dihêle ku mejî wek werzîşê bike bixebite.
Helbest ne tenê ji bo kesên gihîştî û mezin herwiha ji bo zarokan jî gelek girînge. Kêfxweşiya wan ji bo ziman xurt dike, dihêle ji ziman hezbike, dihêle zimanê wan pêşde bikeve û zimanê wanî wêjeyî çê bibe. Herwiha zarok fêrî peyvên nû û funksiyona qafiyan jî dibin. Wek mînak zarokên bi çûk dikarin helbestan jî zû ji ber bigrin. Bi gotinek din qabîlyeta „jêberî“ jî xurt dike.
Were em ji hinek helbestvanên klasîk yên Kurd çend rêzikan parve bikin. Hun dikarin her rojê yek rêzikê û yek helbestvanî bixwînin ji xwe re û ya jî ji zarokên xwe re:
- Melayê Cizîrî – Cana ji cemala te
Cana ji cemala te muqeddes qebes im ez
Ger xob û pîzade nezer kî te bes im ez
(…)
- Pîremêrd – Aşiqe rûte
Ay giyane cergim, ay giyane cergim
Tiwêtiwê ye, bê to, tiwêy perrey cergim
Le dewrit dûr im, nizîk e mergim
Be xwênî dîdem, gullgûn e bergim
(…)
- Omer Xeyyam – Meyger
Meyger kesera min bilindawaz bû
Serxweşiya min bêbend û bêgaz bû
Bi porên spî serxweş im ji şeraba te
Bihara dilê min ciwan û saz bû
- Cegerxwîn – Ava Heyatê
Meygera ava heyatê, mest û dîwanê te me,
Sorgula baxê xelatê murxê bistanê te me.
Sosin î, yan çîçek î, yan reyhan î, yan yasemn,
Bilbilê mest û hezîn im, der gulistanê te me.
(…)
- Qedrî Can – Gula Sor
Gula sor;
Hilbû jor;
Bîn da dor…
Gula sor…
Gula sor…
Li paş çiyayê Qaf şên bû,
Alem jê re vîn bû
(…)
- Seydayê Tîrêj – Berfa Sîpan
Cana tu naz û rindî, wekî Keja li Amed
Tuyî Xeca çelengî, ezim îro Siyamed
Sîng û berê te bozin, berfa Sîpan û Serhed
Gerden bilûr û mercan, bi yaqût û zibirced
(…)
- Osman Sebrî – Ala Rengîn
Min divê her tu bilind bî
Ala rengîn kesk û zer
Him xweşî him ceng û rûmet
Tên zanîn ji sor û gewr
(…)
- Baba Tahirê Uryan – Gulîstan
Gulîstan cihê te ey nazenînim
Ez di gulxen û xwelî de dirûnim
çi di gulşen çi di gulxen çi sehra
Ku çavan vedikim her te dibînim
(…)
- Kamiran Elî Bedirxan – Gulê
Ne tîr û ne xencer bû
Ne mar û ne ejder bû
Bihna Gulê ez kuştim
Ne şûr û ne şeşder bû
(…)
- Feqiyê Teyran – Ay dilê min ay dilo
Dil ji min naket xeyalan
Bûme perwana şemalan
Bêriya husn û cemalan
Ay dilê min ay dilo
(…)
- Ehmedê Xanê – Ey Dil
Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf
Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf
Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî
Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf
(…)
- Melayê Bateyî – Qiblegeha aşiqan
Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
Leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
Çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî
Tu bo xwudê key bêje min kanê şepala kê yî tu
Dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
(…)
- Celadet Elî Bedirxan – Bilûra min
Bilûra min a şîrîn
Tu di sariya sibehê
Û hingûra êvarê de
Hevalê bêhevalan,
Destbirayê şivan û dilketiyan î.
(…)
- Bro Omerî – Peyman ji Yarê
Bi şalê kesk û sor û zer
Bi pêlaven bendik li ser
Dame ber sed tîr û xercer
Deh li dil da, not li ceger.
(…)
Hûn dibînin bi dehan helbestvanên kurd ên giranbûha hene. Bi hezaran helbestên kurdî hene, kêmasiyek gelek mezin e ku em wan naxwînin û ji zarokê xwe re nabêjin. Helbest jî stûnek gelek girîng di ziman û wêjeya kurdî de ye. Ji bo wê jî peywira me ew e ku em lê xwedî derkevin.
Pêşniyariya min ji bo we:
her roj yek helbest
her roj yek helbestvan.
Bila jiyana we bi helbestan bixemile. Bila dil û mejiyê we bibe hêlîna helbestan. Da ku helbest bibe derman ji gelek birîn û axînên me re.