Sibê 21’ê Sibatê ye. 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Bi vê minasebetê gelên li cîhanê hem roja ziman pîroz dikin û hem jî ji bo parastina ziman têdikoşin. Bi taybet gelên ku zimanê wan di talûkeyê de ye û li ber tunebûnê ne bêtir têdikoşin. Yek ji gelê ku zimanê wan di talûkeyê de ye jî gelê kurd e. Ji ber ku bi zimanê zikmakî perwerde nayê dayîn û zimanê kurdî fermî nayê qebûlkirin gelek astengî û zext li ser kurdî hene. Dîsa polîtikayên hikûmetê yên bişaftina li ser kurdî zêde ye. Bi taybetî di saziyên fermî de axaftina kurdî an qedexe ye an jî rastî gelek astengiyan tê. Di serdema hikûmeta AKP’ê de gelek sazî û dezgehên kurdî hatin girtin. Saziyên kurdî yên wekî KURDÎ-DER, Enstîtuya Kurdî û gelek saziyên din bi KHK’ê hatin girtin. Piştî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat girtin, li şûna wê Komeleya Lêkolînên Kurdî hat avakirin. Li ser polîtîkayên hikûmetê yên li dijî kurdî û talûkeyên li dijî kurdî Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi pirsên me bersivandin.
Hiekûmet qaşo dibêje dersên kurdî hilbijêrin lê ji aliyekî din ve muzika kurdî û malpera rojnameya Xwebûnê qedexe dike. Hûn vê bûyerê çawa şîrove dikin?
Destpêkê ez spas dikim ku we ev derfet da me. Niyeta dewletê di mijara kurd û kurdî de tu carî niyeteke baş nebûye. Îro jî hewl dide ku bi hebûna dersên hilbijartî ji xwe re qadekê di nav gelê kurd de veke. Çawa ku dewletê bi niyeteke baş gava dersên hilbijartî neavêtibû, îro jî dîsan ne bi niyeteke baş li dersên hilbijartî dinêre. Dema ku dewletê gava dersên hilbijartî avêt, eger em vegerin û li atmosfer û rojeva wê demê binêrin, em ê bibînin ku dewletê ev gav ji bo şikandina têkoşîna wê demê avêtibû, ne ji bo tiştekî din. Wê demê ji deh hezarî zêdetir girtî bi daxwazên wekî “qedexeyên li ser zimanê kurdî rabin, kurdî di qada giştî de bê bikaranîn, li dadgehan parastina bi zimanê dayikê hebe û perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn” ketibûn greva birçîbûnê. Vê têkoşînê li bakurê Kurdistanê, li Tirkiye û li cîhanê deng vedabû û bûbû rojev. Ji ber vê têkoşînê, dewlet mecbûr ma ku hin gavan biavêje. Bo nimûne astengiyên li ber parastina bi zimanê dayikê li dadgehan qismî be jî, hatin rakirin. Ji hêla din ve jî ji bo ku derzê li têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê bixe û wê bişikîne, ji bo polên 5, 6, 7, û 8’an hefteyê du saetan dersên hilbijartî anî rojevê. Wê demê jî ev niyeta dewletê hatibû teşhîrkirin û boykotkirin.
Îro jî em dibînin ku bi destê qeyûman naveroka hemû saziyên kurdî yên şaredariyan tê pûçkirin û her tiştê bi kurdî bi destê qeyûman tê rakirin. Lê li aliyê din bi qeyûm dide gotin ku dersên kurdî hilbijêrin. Tu dê li aliyekî hemû tabela, pirtûkxane û kreşên kurdî ji holê rakî, lê ji aliyê din ve jî tu dê bêjî dersên kurdî hilbijêrin. Ev yek bi temamî xapandin e, qurnazî ye û durûtî ye. Eger tu samîmî yî, ewil biçe wan saziyên kurdî veke ku te mor li deriyê wan xistiye.
Her di eynî wextê de malpera Xwebûnê û muzîka kurdî li kolanan asteng dike, lê belê li aliyekî hewl dide xwe bi dersên hilbijartî şîrîn nîşan bide.
Qedexekirina ziman tenê ne li ser kesayetê li ser civakê jî bandor dike. Ev bandor ji bo siberojê encameke çawa derdixe holê ?
Kurdî ku zimanê me ye, zimanê welatekî wisa ye ku bingeha medeniyeta mirovahiyê tê de hatiye danîn. Kurdî bandor li zimanên qedîm ên medeniyetan kiriye û bandor jî ji wan girtiye. Loma bêhna dîrokê, bêhna medeniyetên cihêreng ji peyvên kurdî tê. Hafize, rabûn û rûniştin, felsefe, exlaq û berxwedana gelê kurd di peyvên kurdî de heye. Her peyveke zimanê me bûye şahidê kêfxweşî, xemgînî, serkeftin, binkeftin, hilkişîn û dakişîna gelê me. Her peyva zimanê me kevirek e ji dîwarê avahiya medeniyeta me. Windabûna peyveke me, derketina kevirekî ye ji vî dîwarî. Eger zimanek bê qedexekirin, peyvên wî zimanî hêdî hêdî ji nav diçin, kes hêdî hêdî bi wî zimanî napeyivin êdî. Wexta ku peyv ji nav çûn û bi darê zorê em bi zimanekî din xeber bidin, êdî em ji hafizeya xwe, ji dîroka xwe dûr dikevin. Encama dûrketina ji hafize û dîrokê jî mixabin dejenerebûn e. Kesek ku dejenere bûbe, sûda wî êdî ne ji xwe re dibe, ne ji malbata xwe re dibe, ne ji civaka xwe re dibe û ne jî ji cîhanê re dibe.
Dewlet ji bo zimanên din dibêje tu zext tuneye. Lê di fermiyetê de tenê bi tirkî perwerde tê dayîn. Nêzîkatiyeke yekzimanî heye. Hûn vê rewşê çawa dibînin?
Pêşiyan me gotiye kes nabêje dewê min tirş e. Em hemû dizanin ku di meseleya pirzimanî û demokrasiyê de dewê dewletê tirş e. Parlamenterê HDPê Sidiq Taş ji Wezîrê Perwerdeya Neteweyî yê tirk Ziya Selçuk pirsîbû ka ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê xebatekê dikin yan na. Wezîr Ziya Selçuk di bersivê de gotibû ku “Çênabe ku ji bilî tirkî bi tu zimanekî din perwerdeya bi zimanê dayikê çêbe!” Ev gotin tenê nîşan dide ku mafê jiyanê ji bo tu zimanekî netirkî di zagonan de tune ye.
Hûn rewşa zimanê kurdî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê çawa dibînin?
Wexta ku em rewşa zimanê kurdî di asta Kurdistanê de binirxînin, rewşa Rojava û Başûr ji Bakur û Rojhilat cuda ye. Li Başûr zimanê kurdî zimanekî fermî ye û di hemû astên perwerdeyê de tê bikaranîn. Bi heman awayî li Rojava jî zimanê kurdî zimanekî fermî ye li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Eger em behsa Bakur û Rojhilat bikin, qedexe û zextên li ser zimanê kurdî bi hemû hêza xwe berdewam dikin. Ev yek jî her roj asîmîlasyonê kûrtir dike mixabin. Li hember vê asîmîlasyon û zext û zordariyan têkoşînek heye û bandorê li civakê dike û heta radeyekê jî ji asîmîlasyonê re dibe asteng. Lê belê heta ku zimanê kurdî bi awayekî resmî neyê naskirin û perwerde bi zimanê kurdî li Bakur û Rojhilat çênebe, hebûna kurdî li van her du beşan di bin xetereyeke giran de ye. Em bi mezintirkirina xebatên xwe û bi mezintirkirin û pirtirkirina saziyan dikarin leza asîmîlasyonê kêmtir bikin û nehêlin ku asîmîlasyon bigihîje armanca xwe.