Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 35 meh in tu agahî jê nayên girtin û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 1’ê sibatê de ji Wan û Qersê “Meşa Mezin a Azadiyê” hate destpêkirin. Meş, di roja 12’an de didome. Meşvanên li Wanê bi rê ketin, duh gihiştin navçeya Serêkaniyê ya Rihayê.
Li Serêkaniyê meş hat lidarxistin û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku di 14’ê hezîrana 2018’an de bav û du birayên wî ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Halîl Îbrahîm Yildiz ve hatibûn qetilkirin jî di meşê de cih girt.
Meşvan, li Parka Uç Fîdanê ji hêla xelkê navçeyê ve bi qurnefîlan hatin pêşwazîkirin. Piştî meşa bi coş a li vê derê, girse bi hev re ber bi avahiya DEM Partiyê ya navçeyê ve meşiya. Li vê qadê jî sirûda “Herne Pêş” hate gotin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” hatin berzkirin.
Gelemperiya meşvanan ciwan bûn û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Serêkaniyê pankarta “Rêberek azad, welatek azad” vekirin. Ciwanan bi dirûşma “Em ê tecrîdê bişikînin, xwe bigihînin rojê” re daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdulllah Ocalan kirin. Gelek welatî jî derketin şaneşîn û pacên malên xwe û Meşvanên Azadiyê silav kirin.
Li cihê pevçûn dest pê kirî banga çareseriyê kirin
AKP’ê, “Pêvajoya çareseriyê” bi hinceta kuştina 2 polîsan a li Serêkaniyê bi dawî kiribû lewma ev der girîng bû. Her du polîs di 22’yê tîrmeha 2015’an de bi awayekî guman hatibûn kuştin û piştre jî dewletê di 24’ê tîrmeha 2015’an de bi bombebarankirina Herêmên Parastinê yên Medyayê re dîsa li polîtîkaya şer vegeriya. Faîlên kuştina polîsan nehatin dîtin lê ji roja ku îktîdarê pêvajoya çareseriyê bi dawî kirî heta niha jî krîzên aborî, perwerde edalet û hwd. li gelên Tirkiyeyê hatin ferzkirin.
Lewma ev bangawaziya Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolo balkêş bû: “Em bang li dewletê dikin ku dîsa vegere ser maseyê. Banga me ew e ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bike, li ser daxwazên wan ên mafan ku mîna şîrê dayika wan lê helale biaxive û qebûl bike.”
Li cihê ku pêvajo lê hatibû bidawîkirin, bi vê peyamê re daxwaza ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bi dengekî bilindtir hate gotin.
Pêşengên meşê li Wêranşarê bûn
Meşvanên Azadiyê piştî Serêkaniyê, derbasî Wêranşarê bûn. Polîsan hewl dan nehêlin meşvan û girse bigihije hev. Lê girse her ku çû zêde bû û xelkê navçeyê meşvan bi coşeke mezin pêşwazî kir. Tevî dorpêçê jî xelkê Wêranşarê israr kir, bi polîsan paşvegav dan avêtin û bi meşvanan re ber bi navendê ve meşiyan. Ji 7 salî heta 70 salî bi sedan kes tev li meşê bûn. Welatiyekî kal ku li ser gopalî bi zor û zehmet dimeşiya jî bi alaya DEM Partiyê tev li meşê bû. Meş heta avahiya partiyê ya navçeyê domiya. Meşvanan li vê derê heta demekî dirêj bi xelkê Wêranşarê re govend gerand.
Meşvanên ku windakirî û komkujiyên li Kurdistanê ji bîr nekirin, çûn serdana gora yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Eşref Anyig ku di şeva 16’ê Gulanê girêdayî 17’ê Gulana 1982’yan dikir de li Zindana Amedê li gel sê hevalên xwe bedena xwe da ber agir.
Li ser kêla gora Anyig, gotina “Em bi qasî di oxira wê de bimrin ji jiyanê hez dikin” a yek ji damezirînerên PKK’ê Kemal Pîr hatibû nivîsandin. Di bîranînê de careke din soza mezinkirina têkoşînê hate dayîn.
Meşvanên Azadiyê dê îro derbasî navçeya Şemrex a Mêrdînê û navçeya Xana Axpar a Amedê bibin.
Li newala Qesaban kêliyên hestiyar
Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê ku nêzî Amedê dibe, duh li Sêrtê bû. Meşvanên ku meşa xwe bi serdana turbeya Weysel Qeranî û xwendina duayan dest pê kir, piştre derbasî Newala Qesaban ku yek ji mezintirî gora komî ya di dîroka xelkê kurd û ermenan de ye û bîranîn li dar xistin. Di dema bîranê de ji meşvanan Salih Kuday wiha got: “Dayikek bi salan hate vê derê û li zarokê xwe geriya. Herî dawî hestiyên wî dît. Di axaftineke xwe de dayikê wiha digot; ‘Ez zarokê xwe ji bêhna wî nas dikim. Min dizanî ku li vir e.’”Di dema axaftina Kuday de gelek kes giriyan.
Her wiha helbesta Apê Mûsa ya “Navê din ê jiyanê berxwedan e” ku têkildarî Newala Qesaban nivîsandiye hate xwendin. Piştre jî beşdaran strana “Newala Qesaban” a hunermend Îlkay Akkay bi hev re gotin. Di bîranînê de bertekeke tund nîşanî avakirina avahiyan a li vê qadê hat dayîn û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kevok hatin firandin. Beşdaran piştre jî qurnefîl danîn Newala Qesaban.
‘Meşa herî dirêj a Sêrtê’
Rawestgeha duyemîn a meşvanan jî Cadeya Gurses a navenda Sêrtê bû. Meşvan, bi coşeke mezin û laçikên spî hatin pêşwazîkirin. Yek ji meşa herî dirêj a li navenda bajaran hat lidarxistin. Sofî Mihemmed (80) bi şel û şepikê xwe serkêşiya govendê kir û bi deqeyan ji bo meşvanan bû cihê moralê. Piştre jî meşvan gihiştin avahiya DEM Partiyê ya bajar. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li vir axivî û wiha got: “Ev gel nîşanî we dide ku tekene rêber û muxatab birêz Ocalan e. Divê êdî hûn hînî vê bibin.”
Piştre jî meşvanên jin çûn serdana Dayikên Aştiyê. Ji Dayikên Aştiyê Ayşe Taşçi (Dayika Xoxê) meşvan bi gotina; “Xwezî min Serok Apo berî bimrim azad dîti ba” pêşwazî kir.
Hevdîtin veguherî mitîngê
Rawestgeha herî dawî ya meşvanan jî navçeya Misircê bû. Jinên ku cilên kurdî li xwe kirin, meşvan bi çîçekan pêşwazî kirin. Girse li ber dahol û zirneyê heta buroya hilbijartinê meşiyan. Her ku girse nêzî navendê bû, êdî veguherî mitîngê. Meşvanan li vir heta demekî dirêj govend gerandin.
Meşvan dê îro jî biçin navenda Êlihê û navçeya Bismilê ya Amedê.