22 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Her leheng qonaxeke dîrokî ye

Van mirovan bi armanc û pratîkên xwe hesabên matematîka tesadufî derbas kirine û mohra xwe li hemû demsalên dîroka gelê xwe dane. Ev mirovên pîroz in û dive bîranînên wan, bi gotinên taybet werin nivîsandin.

Meşa di siya bîranînan de giran e. Lê bi nirx e! Bîranîn jî bi gotinên sivik, arzan nayên nivîsandin. Bi taybetî ji bo kesên, bîrêhiş, bimêjî, dil, hest û bedena xwe  bûne mertalê gelê xwe, nivîsandina bîraninan zor e!

Van mirovan bi armanc û pratîkên xwe hesabên matematîka tesadufî derbas kirine û mohra xwe li hemû demsalên dîroka gelê xwe dane. Ev mirovên pîroz in û dive bîranînên wan, bi gotinên taybet werin nivîsandin. Gotinên taybet jî, di çand, tore, folklor û nirxên gelan de vaşaretine. Erka nivîskar jî ew e ku van gotinên veşartî bibine. Ji erdnigariya  parçekirî, ji ezmanê tarîkirî, Ji demsalên winda û valahiya dîrokê berhev bike, bêjing bike, ji sir û razên tejî xefk û davik rizgar bike  bi têgihiştinek gelerî, felsefî û “kelamî Îsmet”warî binivîse (1).

Di jiyana pêxemberên çar olên semawî de şikeft cihên pîroz in. Di jiyana  Zerdesh pêxember de jî çiya,  daristan û xweza pîroz in û  bi hiquqa îlahî-Yezdanî   hatina binavkirin.

Her pêxember helbestvanek e, bi gotinên xwe, bi têkoşîna xwe, serdemên kilîtkîrî vekirine û bi armanca vakirina heyamên zêrîn haraket kirine.

Di têkoşîna nîvsedsalê ya gelê Kurd de,  ciwanên Kurd, di pratîka xwe de, hûzmeyên rojê kirin fanosa paşerojan. Dijminê ku ne tene erdnîgarî, hewa, baran û berfa welat, ronahiya rojê ya çar demsalan jî dagirkiribû; di aliye civakî de, gotin, ferheng, alfabe, mêjî, ziman, hişmendiya mirov û civakî ya bîst û çar saetan dagirkiribû.

Di gora betonî de, mirina reş kiribû destînî, hafizeya civakî û çavên dîrokê bi katrana reş dagirtibû. Ne tene teliyên dest, çeng û pîyên xewnên gelê Kurd jî şikandibûn, cîhanek bi nexweşiya “sara” avakiribû.

Bêyî ku em bikevin berfirehiya kiryarên şîzofrenîk ên miratzedeyên Îttîhat û Terakî, em werin ser fanosa ku welatê Kurdistanê, civaka Kurd, ronî kir. Baş tê zanîn ku keç û kur, di malan de lambeyên paşerojan e! Em vê lambeya li odeyên malan, li sere çiyan weke hûzmeyên rojê  dibinin û hemû kîlîmatên welat ronî kirin.

Huzmeyên rojê ku Kurdîstan ronî kirin, derî û pencereyên mêjiyê civaka Kurd jî vekirin, enerjîya bedena Kurd zindî kirin, çavên şerbitî yên civakê derman kirin, katrana reş ji çavan paqij kirin û weke hêzêke têgihiştî, bi bîr û bîrewer derxistin holê.

Her yekî ji wan lehengan, hem bûne stran, hem bûne helbest û destiniya paşerojên Kurdistanê de, bûne pirtûk û di ansîklopediyan wê cih bigirtin. Yek ji wan huzmeyên rojê Alî Haydar Kaytan bû! Yek jî, Riza Altin bû!

Min her du leheng, di serdemên gelekî dijwar de nas kirin. Ev serdamên ku Kurdistana hebû, lê dihate mandelekirin de bû. Cîhana ku li ser mîrateyên Mezopotamya rûniştibû, siyaseta redd-î dîrok û projeyên qirêj ên siyasî dimeşandin.

Havîna 1999an,  li Med Tv, di ketina salona navenda nûçeyan de, ez hevalê Sercan û Alî Haydar Kaytan rastî hev hatin.

Hevalê Sercan, weke her car bi beşûsiyek têr ronahî, em bihev dane naskirin. Wê demê, her sibeh bi mijarên di rojanmeyan de, MED TV dest bi weşana xwe dikir. Ji bo vê jî her êvar heta sibehê li wir bûm.

Hevalê Alî Haydar Kaytan jî, bi her kesî re alaqadar dibû û her dem pirtûkek di destên wî de hebû.

Li ser sifra xwarinê got; ‘Dijmin, çand, hişmendî toreyên gel kirine “enqaz”. Divê em hêzek hunerî, jîr, zana û dijwar nîşan bidin û ji “enqaz”ê keliha zanist û çandê ava bikin. Ev berpirsiyariyek dîrokî ye. Ev jî tene bi riya têgihiştina dîrokî, sosylojî û felsefî dikare pêk bê. Gotinên Alî Haydar Kaytan,  gotinên ku ji bo Montaîgne dibêjin, “Ew hişmendî û hewngiriya cîhanê ye,” anîn bîra min. Piştî wê rojê, min ew weke “mirovê wêje”yê binav kir.

Piştre, di dema komploya korsanî li dijî Birêz Abdullah Ocalan hate kirin de; roja ku şopa Rêber Apo kete nava tariyê; ez, hevalê Alî Haydar Kaytan û çend  hevalên din li salona xwarinê bûn. Piştî ew heval çûn, ez û ew bi tenê man û wek li girtîgehê, dest meşa kin kir. Got; Serok ketiye destên Amerîkaniyan.” Min got, te tiştek bihîst yan ti nirxandinê dike.”  Got; “Komplo berhemê wan e. Ji bilî Amerîka tu hêzeke din, nikare Serokatî bi vî rengî bigire.” Piştî demekê rawestiya li min nêrî û pirsa, ‘Tu dibêje, Amerîka wê Serok radestî Tirkiyê bike?’ Min got, ‘Amerîka qozê di desten xwe de nade Tirkiyê,  bawer nakim.’ Got, Hêvî dikim ku wisa be, eger li Emerîka bê girtin, piştî çend salan wê azad bibe, eger radestî Tirkiyê bigirin, wê rewş aloz û zor bibe.’

Her cara diçûma çiyayên azad, min hevalê Alî Haydar Kaytan didît, herî dawî, li gel Hevalê Cemîl Bayik, Mustafa Karasu, li ser maseyek seyar û dirêj bi hevalan re me masî xwarin. Weke her deme di deste Hevalê Kaytan da pirtûk hebû. Piştî xwarinê di nava beşûşiyek têr ronahî de got; Ez te dişopînim, min dixwest bi te re biaxivim. Lê karê min yê perwerdeyê heye, divê biçim. Eger derfet çêbibin em ê biaxivin.”

Lê derfet çênebûn.

Îro, piştî banga 27ê Sibatê ya Rêber Apo û biryara PKKe, ya di kongreya 12mîn de hate girtin, ji sedî sed bawer dikim ku kilîda rastiya gelan û destiniya gelan, di desten rêber û lehengên gel de ye. Di riya dirêj a azadiya gelan de, helbet û bêguman her leheng qonaxeke cuda ya dîrokî ye. Yek ji van qonaxan jî Riza Altun e.

Roj li dema taştiya pala bû. Li devê deriye ketina Plaza Medya Kurd, li Denderlouwê rastî Riza Altun hatim. Min ew nas nedikir. Hevalên ligel wî ez jî vexwendim taştê û di rê de em bi hev dane naskirin.

Em, li ser maseya  Hevalê Mordem, Duzgun, Îbrahîm û Mirhêm  rûniştin, gotin jî hate ser wêje û hêza medya.

Riza Altun got; “Riyeke dirêj li pêşiya me heye. Divê em vê re bi hêza wêje û medya ronî bikin. Em nikarin bi mercên îro yên cîhanê xwe asteng bikin. Divê em qaliban bihêrivînin. Riya vê ronîkirinê jî perwerdeya gel e”

Hevalê  Mordem bi ken ez, Mirhem  û Duzgûn îşaret kirim û got; Şagirtîtiya bi “çîle” hatiye derbaskirin, mirovên ehl-î kalem jî zêde bûne û li vir in, kar dikin, dikarin bi vê erkê rabin.” Min got, “rast e, bingehek maddî û manewî hatiye avakirin. Lê em li pêşberî “enqazek” dîrokî ne û li mişextiyê ne.”

Heval Riza Altun gotina min qut kir û got; Hevalê Medenî, divê hûn pênûsa şûr bikarbînin û desturê nedin ku dijmin êdî bikaribe, bi sefaleta asimilayson û derewam gele me bixapîne. Çima vê dibêjim; ji ber ku Tevgera Azadiyê makro dîroka kurdan, di rêxisitiniya cîvaka nû ya Kurd de derxistiye holê. Eger em li mişextiyê jî bin divê em Kurdistanekê ava bikin.”

Di van fotografên kevin de, dem hatiye rawestandin, lê wek min got, her lehengê Tevgera Azadiya Kurd qonaxek dîrokî ye û têkiliya wan a bi dîroka paşerojan re wê her dem zindî bimîne.

Ez bi humet her du lehengan, Alî haydar Kaytan û Riza Altun bibîrtînim.

1- Gotinên bêguneh, paqij,  rst, saf, bi rûmet, pîroz û îfet… 