12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her dem seferberî her der seferberi

Tecrîd, dorpêçkirin û êrişên li ser hemû nirx û qadên têkoşîna azadiya gelê kurd rasterast têkildarî hev in; em ê bi awayekî radîkal, têkoşerî û bi hemû hêza xwe li dijî êrîşan derkevin.

Çend roj beriya niha hêzên desthilatdariya mêtinger li dilê Kurdistanê Amedê, di ser saziyên zimanê kurdî û pirtûkfiroşên kurdî de girtin. Di encama serdegirtinê de gelek mamoste, pêşeng, têkoşer, xebatkar, kedkar, dilsoj û dilsozên zimanê kurdî desteserkirin. Bi awayekî hovane dest danîn ser bî sedan pirtûk û çavkaniyên bi kurdî jî.

Divê em rasterast diyar bikin ku ev pêkanînên hovane li dijî hemû zagonên mirovahiyê û civakî yên gerdûnî, xwezayî, dîrokî, jiyanî, exlaqî, wijdanî, mirovîn û zanistî ne.

Gelo çima êrîş dikin?

Van heyamên dawiyê ji aliyê saziyên ziman ên kurdîparêz, partiyên welatparêz û şoreşger ên ku pêşengiya wan kurdên XWEBÛNPARÊZ û azadîxwaz dikin de têkoşîn û xebatên bi kurdî û ji bo kurdî hatine gurkirin û geşkirin; di nava partî, sazî, şaredarî, rewşenbîr û civaka kurd û derdorên xwebûnparêz, şoreşger û demokrat de belav bûn. Mijara perwerdeya bi kurdî, statuzekirin û fermîkirina kurdî heta astekê bûne rojev.

Diyar e ku hêzên serdest ên mêtinger ji vê yekê gelek ditirsin. Ji ber ku baş dizanin ku têkoşîna bi kurdî û ji bo kurdî bi awayekî civakî bilind û berfireh bibe dê daxwazên perwerdeya bi kurdî, statuzekirin û fermîkirina kurdî jî ji aliyê bi milyonan kurdan ve bên bipêşxistin û daxwaza kurdan a statuya xwebirêvebirina polîtîk a neteweyî dê xurtir bibe. Ev yek jî dê hemû stratejî, polîtîka, plan û kiryarên wan ên ku sed sal in dixwazin pêk bînin têk bibe, daxwaza wan a dîrokî ya tevkujî û jiholêrakirina neteweya kurd di qirika wan de bihêle. Herwiha dê stratejî, polîtîka, plan û pêkanînên wan ên rojane yên wek tecrîd û êrişên tevahî yên li ser birêz Abdullah OCALAN û hemû nirx û qadên têkoşîna azadiya gelê kurd jî pûç bike.

Wek tê zanîn li bakurê Kurdistanê li gel avabûna komara tirk a netewe-dewletperset heta niha bi armanca tevkujiya li ser neteweya kurd stratejî, polîtîka, plan û pêkanînên qedexekirin, dorpêçkirin, dortengkirin, êriş û hewldanên pişaftin, helandin û jiholêrakina li ser zimanê kurdî, çand, nasname û hemû nirxên din ên kurdan tu caran kêm nebûne, tene li gor rewş, şert û mercan hatine nûjenkirin û rojanekirin.

Bêguman ev êrişên hovane yên li ser saziyên zimanê kurdî jî li ser vê bingehê pêk hatine. Ev êriş ne tenê li dijî zimanê kurdî ne; di heman demê de li dijî hemû nirxên neteweya kurd in. Li dijî hest, raman, hiş, giyan, şiyan, viyan û jiyana kurdan a xwe(bûn)parêz, rizgarîxwaz, azadîrês û xwebirêvebirinê ye.

Hêzên serdest ên mêtinger baş dizanin ku heta zimanê kurdî ji holê neyê rakirin ew ê neşên reh, gehwer, hebûn, xwebûn û nasnameya kurdan a dîrokî, xwezayî, çandî, neteweyî, civakî, polîtîk  û exlaqî ji holê rakin. Berevajî ku bişên zimanê kurdî ji civakê dûr bixin, dorpêç bikin, krîmînalîze bikin, di nava ‘qefes’an de li qeyd û bendan bixin û di nava demê de bihelînin û ji holê rakin wê demê dê bişên ku di nava demê de hemû nirxên kurdan ên xwebûnî/neteweyî û di encama wê de jî kurdan bi nasnameya wan a xwebûnî/neteweyî û civakî ji holê rakin.

Seferberiyeke domdar û tevahî

Baş tê zanîn ku tecrîd, dorpêçkirin, ‘qefeskirin’ û êrişên li ser hemû nirx û qadên têkoşîna azadiya gelê kurd rasterast têkildarî hev in, parçeyek ji hev in, tevahî ne, yekpare ne. Tecrîda li ser birêz Abdullah OCALAN di rastiya xwe de wek navenda hemû tecrîdên li ser zimanê kurdî û hemû nirxên kurdan ên xwebûnî/neteweyî hatiye plankirin. Ji ber vê yekê jî divê EM li dijî tecrîda li ser rêzdar OCALAN, li dijî hemû tecrîd û êrişên li ser zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd ên xwebûnî têkoşîneke tevahî, yekparebûyî û hevtemamker bimeşînin.

Ji aliyekê ve EM hemû tevger, partî, sazî, şaredarî, platform, rewşenbîr û derdorên din ên kurd û hemû gelê kurd bi awayekî radîkal, têkoşer û şoreşger, domdar, afirîner, pirrêbazî û encamgir têkoşîna xwe ya tevahî ya bi zimanê kurdî û ji bo zimanê kurdî li hemû qadên têkoşîn, civakî û jiyanî, bi giyanê seferberiyê bilindtir û berfirehtir bikin; hişmendî, rêxistinbûyîn, hîndekarî û perwerdehiya zimanê kurdî li her der, war û jîngeheke Kurdistanê û Ewropayê û cîhanê yên ku kurd lê dijîn serwer bikin; ji aliyê din ve li dijî hemû cureyên êrişên serdestên mêtinger têkoşîna xwe ya ji bo statuzekirin û fermîkirina kurdî û perwerdehiya bi kurdî ji her milî ve bilindtir û berfirehtir bikin; ji aliyê din ve jî têkoşîna bi kurdî û ji bo kurdî ji her milî ve bi rengekî piralî, bi rê û rêbazên dewlemend, afirîner û encamgir bixin rojeva qada navneteweyî.

Divê baş bê zanîn ku EM kurdên xwe(bûn)parêz, rizgarîxwaz û azadîrês ên ku di tu şert û mercan de dest ji doz û têkoşîna xwe ya xwebûn, rizgarî û azadiyê bernadane, bernadin û dê bernedin jî rastî û heqîqeta zimanê xwe ya bo XWE û hemû nirxên xwe yên xwebûnî/neteweyî baş dizanin. EM jî baş dizanin ku wek netewe hêmana bingehîn û jêneger a hebûn û tunebûna ME, man û nemana ME zimanê ME yê dayikê, anku kurdî ye.Ji ber vê yekê ku EM bi dehan sal in di nava şert û mercên herî dojehî de jî berxwedan û têkoşîna xwe ya ji bo ziman, çand, nasname û hemû nirxên xwe bi awayekî xwebexşane dimeşînin. Dê tu pêkanîn û kiryarên şerê taybet ên serdestên mêtinger û hişmendî, feraset, nêzîkatî û derdorên ku di encama pêkanîn û kiryarên şerê taybet ên serdestiya mêtinger ji heqîqeta xwebûna xwe dûr ketine neşên ME ji vê doz û têkoşînê dûr bixin.

EM heta dawiyê bi hemû bîr û baweriya xwe bi vîndar û biryar in ku dê vê têkoşîna pîroz bi giyanê seferberiyeke domdar û tevahî, bi awayekî herî radîkal, têkoşer û şoreşger heta dawiyê jî bimeşînin, bi ser bikevin û serfiraz bin.