Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 15ê Sibata 1999an dîl hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F Ewlehiya Bilind a Îmraliyê. Rêber Abdullah Ocalan 26 sal in girtî ye. Rêber Abdullah Ocalan di van 26 salên zindanê de her tim bi rêya malbat, parêzer û şandeyan peyamên ji bo çareseriya demokratîk aştiyek bi rûmet bi raya giştî re parve kir.
Peyama Abdullah Ocalan a Newroza 2013an
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku êdî pêvajoya şer bi dawî bûye û lazime ku bi siyaseta demokratîk pirsgirekê çareser bikin. Abdullah Ocalan, da zanîn ku dem dema siyaseta demokratîk, komara demokratîk û yekîtiya demokratîk e. Abdullah Ocalan anî ziman ku pêdivî dest bi têkoşinek nû kiriye û got: “Ji raperîna çekdarî ber bi raperina siyaseta demokratîk ve em dimeşin. Em feraseta wekhevî û aştiyê esas digirin. Ev şaristaniya herî kevnar ya hezar salan, kurdan, bi hevkarî û biratiya civakên derdorên, xwe avakirine û bi wan re di nav aşîtiyê de jiyane. Rûbarên Dîcle û Firatê birakên Sakarya û Merîçê ne. Çiyayên Agirî û Cûdî dostên çiyayên Kaçkar û Ercîyesê ne. Govend û delîlo, xizmên Horon û Zeybekê ne. Her tim, hêzên serdest xwestine ku, bi mudaxalyên derveyîn, ji bo berjewendîyên komikan, bi zext û zorên siyasetên cuda ev civakên xwediyê vê şaristaniya kevnar û qedîm, bikin dijminên hev û du. Ji bo wê jî, hertim hewldane ku îktîdarên heq nenas û hiqûq nenas avabikin.
Abdullah Ocalan di peyama Newroza 2013an de dixwaze êdî çek bê deng bibin û wiha dibêje: “Em hatin wê astê ku hewceye edî fikr û reman û siyaset pêşkeve. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesiband, înkar dikir û li derve dihişt tarû mar bû. Xwîna ku diherîke ji gelê tirk,laz, çerkez, kurd, ji tevahiya morovên vê erdnîgariyê diherike. Ez îro li hember şahediya milyonan, ku gohdariya min dikin, dibêjim ku; edî pêvajoyeke nû destpêdike. Çek na, siyaset dê pêşkeve. Ez bawerdikim, yên ku baweriya xwe bimin aninê û dilê xwe ji min re vekirine, dê hesasiyetê pêvajoyê berçav bigrin û heta dawiyê biparêzin.”
Abdullah Ocalan di heman peyamê de diyar dike ku li dijberê Mîsak-î Milî kurd perçebûn û îro di komara Iraq û Sûriyê de bi gelek pirsgirêk, şer û pevçûnan re rû bi rû dimînin û wiha dibêje: Bangewaziya min ewe ku ; Kurd, Tirkmen, Asûrî û Ereb di bin banê “Konferansa Hevkariya Netewî û Aştiyê” de rasteqîniya xwe nîqaş bikin, têbigêjin û xwediyê biryarbin.”
Peyama 2yê Gulana 2019an
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzeran a 2ê gulana 2019an de ji bo çareseriya pirsgirêka Tirkiyeyê wiha dibêje: “Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin.”
7ê Tebaxa 2019an
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a 7ê tebaxê de gotin: “Birêz Ocalan ji israra polîtîkayên şer û rageşiya heyî bi fikar e. Bal kişand ser windahiyên mirovî, siyasî û aborî yên çil sal in pêk tên, îsrara di vê polîtîkaya li herêmê de wê encamên hê girantir bi xwe re bîne, divê her kes vê yekê bibîne. Hewldanên demokratîk ên wî di demê Ozal de heta niha ji aliyê kontra gerîlayan ve hatine sabotekirin; hêzên dijî çareseriyê îro jî ji bo heman tişt pêk bê di asteke ya şer derbixin de gihiştine potansiyelekê.”
28ê kanûna 2024an
Nexşerêya Rêber Abdullah Ocalan 28ê kanûnê wiha ye:
*Bi hêzkirina yekîtî û wekheviya gelê Kurd û Tirk berpirsiyariyek dîrokî ye. Bi qasî vê girîngiya dîrokî ew qas jî ji bo siberoja hemû gelan diyarker û lezgîn e.
*Ji bo serkeftina pêvajoyê divê hemû derdorên siyasî yên Tirkiyeyê, hesabên xwe yên biçûk û demkî dînin aliyekî û bibin xwedî înîsiyatif. Divê erêni tev bigerin û piştgiriyek erênî bidin pêvajoyê. Yek ji vê bingeha piştgiriyê bide jî Meclisa Millet a Tirkiyeyê (TBMM) ye.
*Geşedanên li Gazze û Suriyeyê nîşan daye ku bi mudaxaleyên derve yên ku dixwazin pirsgirêkan bikin pençeşer, pirsgirêk çareser nabe. Çareseriya vê pirsgirêkê êdî nayê taloqkirin. Divê bi vê zanîn û cîddîyetê bi xebatek rast û hevsengî, piştgiriya muxalefetê ji bo çareseriyê girîn e.
*Ez jî ji bo piştgiriyek posîtîf bidin paradîgmaya ku Birêz Bahçelî û Birêz Erdogan hêzê didinê, amade û xwedî biryar im.
*Heyet dê vê nêzîkatiya min bi dewlet û derdorên siyasî re parve bike. Di vê çarçoveyê de ez amade me ku gavên erênî û pozitif bavêjim. Ez amade me ku bang bikim.
*Ev hemû hewldanên me, ew e ku em welêt bigînin asta ku tê xwestin. Di heman demê de ji bo guhertinek demokratîk dê bibe rêberek bi qîmet.
*Dem ji bo Tirkiye û herêmê dema aştî, demokrasî, wekhevî û xwişk û biratiyê ye.