Derd çî ye gelo? Carna ev pirs zehf tê bîra mirov. Gelek caran armanc û derd naxwiyin lewre. Lê Ego dixwiyin, kompleks û nexweşiyên ecêb dixwiyin. Egoyên ku derdên wan ne pêşketin, xwetemamkirin û hevtemamkirin e. Egoyên ku dixwazin pê li serên hev bikin. Egoyên kurdên nexweş ku şûrên wan hew li dijî kurdan dişuxule. Egoyên ku bindestiya niştimana xwe ji bîr kirine û bi pey fantaziyên hevbiçûkxistinê ketine. Egoyên ku derdên wan ne gulvedan lê xerakirin e…
Egoyên ku nizanim bi şev serên xwe çawa datînin ser balîfî û sibehê ji rojê re çawa dibêjin merheba… Egoyên ku mirov nizane ka ji xwe re dibêjin şevxweş û sibe bixêr an haya wan ji wan û dema wan jî tune ye.
Egoyên bê merheba û oxir be. Bêpirsiyarî û lêgerîn, bêkeşf û vedîtin, bêxem û şahiyên heqîqî. Egoyên pûç û werimandî.
Nizanim çavên we jî tijî dibe ji ber wan egoyan? Hema ji nîşka ve, di nava sohbeteke jiberkirî yan jî naylonî de! Şil dibin çav… Ji ber gotinên tunebûyî, ji ber kambaxiya xwexapandina bi egoyên nepixandî… Şil dibin çavên reben, ji ber nebîhîstina dengê hev, ji ber nedîtina çareyeke ji bo hev, ji ber nefamkirina hev.
Çav… ecêb in. Dema dibînin rewş wêran e stêrkan dibarînin. Belkî ji ber wê ye ku carna asîman ewqas tarî û destên me ewqas lerzok dibin. Û belkî ku çavan wiha stêrkan nerijandana dê şev û roj tarîtir bana. Dê deng heta hetayê bimiriyana, wate biriziyana. Ji ber ku çav û stêrkên xwe ne yên ku dinyayê û jiyanê ji wêrankeriya egoyan diparêzin û nahêlin ku her tiştî bi carek de birûxînin.
Lê derd… Ew bi ku ve hatin pekandin? Çima dema lazim in nayên bîra egonavendan?
Ku derd bi rastî jî welat û qedera wî be, dê hiş ewqas reş û li pey êşandina kurdan nebe. Ku derd bi rastî jî ziman be, dê ziman ewqas êrîşker, tehl, tûj û bi çop nebe û dev wiha çepel û zexel nebe.
Îja egoyên balonî-pifokî tenê heqxwaz in, heqnas nîn in. Çiqas bêhêz bin jî bi piyên xwe yên wek yên fîlan tim li ser heqên yên din in. Yanî wî heqî û her heqî di xwe de dibînin, lê dema ku mesele heqê wan ê ku bi rastî ne heqê wan e be, dibin heqxwazên har. Lê heqên ku hûn pê lê dikin… Ew heq dê li heqê xwe nepirsin?
Divê yên ne heqnas bin, nebin heqxwaz jî. Ji ber ku şerm e, guneh e. Heqxwazî, bê heqnasî nabe. Ku bibe jî neheqî ye, li gor her tiştî jî heram e. Çiqas heqnas bî divê ewqas heqxwaz bî. Jixwe ku heqnas bî, hewce nake bibî heqxwaz û zehmet bikî heqê xwe bixwazî, çimkî dê xweza jî, civak jî, heta bi gul û bilbil jî ji ber te ve bibin heqxwazên te û heqên te bixwazin.
Herwiha belkî van kes û kûsên wiha kêliyekê jî li ser meseleya heq û hiqûqê nefikirîne. Negotine ka çî ye, çawa tê bidestxistin, wateya wê çi ye çi nîn e, li ku dest pê dike, li ku diqede…
Belê, heqxwaz, divê heqnas bin jî. Heqê yên ji derveyî xwe jî nas bikin, bixwazin û biparêzin.
Yan na dê bibin heqxwazên neheq û dê heq bi xwe jî ji wan aciz bibin û xwe nedin destê wan.
Ruh û hişê gotin, bûyer û têgehan jî heye lewre. Dema lazim dibe ew bi xwe jî dibêjin: Heqxwazê/heqxwazo, tu bi kîjan heqî heq dixwazî? Bi çi rûyê behsa heqan dikî, çimkî te tevî heqan bi xwe xwariye. Tu heqxurek dera hanê yî. Te welê hemû heqan xwariye ku, heqek bi destên te bikeve nemaye.
Yanî heqxur, welê xurek in ku ji xwe re jî heq-meq nahêlin. Wilo be, xwelî li serê wan be, ne?