Li gundekî binê beriyê rojnîvro malbata bavê Hemedo li ser sifra firavînê rûniştibûn. Bav, dê û 4 zarokên wan li ser sifra firavînê li hêwana malê rûniştibûn û xwarina nîvro dixwarin. Ji nişkan ve kera wan serê xwe di deriyê hêwanê yê vekirî re derxist û dikir ku derbasî, hundir bibe. Bavê Hemedo got kuro Hemedo rabe nehêle ker were hundir, bibe girê bide.
Hemedo bi rabûna xwe re tasa ava di destê xwe de bi ser xwarinê de rijand, pêl sênîka xwarina birayê xwe kir û pê re dema lingê xwe hilda lingê wî li serê bavê wî ket. Bavê Hemedo kir hewar û ji zarokên xwe re got: Dest ji kerê berdin, yek ji we rabe Hemedo girê bide. Îca bi rastî jî hin caran dema mirovek dixwaze di mijarekê de alîkariya te bike, mijarê bêtir tevlihev û aloztir dike. Lewre divê mirov bi xwe li çareya serê xwe bigere û karê xwe nespêre hinekên din.