24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hêman û heyamên ku ziman pêk tînin

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Yekdengî, yekeya herî biçûk a ziman e. Hejmara foneman li gor taybetiyên zimên diguhere. Yelteşeya di zimên de yekeya herî biçûk a 'watedar' e. Yekwateyî jî divê li gor rêzek diyarkirî bêne bilêvkirin.

Pergala ragihandinêya ku ji nîşaneyên devkî û nivîskî pêk tê û mirovan ji cûreyên candaran ên din vediqetîne, zîman e. Lewre ziman nîşaneya civakbûnê ye. Mirov ancax bi saya ziman dikare bi kesên din re têkilî dayne. Ji ber ku şiyana ramanê ya ku mirovan ji candarên din cuda dike, bi ziman tê sembolîzekirin û îfadekirin, wergirtina ziman jî rasterê bi şiyana ramanê ve girêdayî ye.

Ji bo têgihîştina taybetmendiyên zimên, pêdivî bi zanîna hêman, heyam û pêkhateyên zimên heye.

Wekî ku tê zanîn, sê pêkhateyên zimên ên bîngehîn hene:

  1. Yekdengî (fonem)
  2. Yekteşeyî (morfem)
  3. Yekwateyî (sentaks)

  1. Yekdengî (fonem)

Deng, yekeya herî biçûk a ziman e. Hejmara foneman li gor taybetiyên zimên diguhere. Bi rastî jî ne hewce ye ku hejmara tîpên zimên bi hejmara dengan re heman be. Mîrov ji dayikbûna xwe pê ve dest bi bîlêvkirîna dengan dike. Hin bi hin dengên ku derdixe bi zanebûn bi liv dike da ku peyama xwe ragihîne kesên pêşberî xwe. Peyre jî dengên ku ji derdora xwe dibihîse (bi taybetî jî dengê dayika xwe) teqlîd dike.Teqlîdên dengan ên ku pêş dikevin jî zîman pêk tîne.

  1. Yekteşeyî (morfem)

Yelteşeya di zimên de yekeya herî biçûk a ‘watedar’ e. Mîrov di pitikiya xwe de pêşî teqlîdên dengên ku derdixe rêz dike. Her ku mezin dibe, hewl dide ku gotinên kesên derdora xwe jî fam bike, Belê zarok hê wate û beramberiya van peyvan nizane. Belê di mehên pêş de bi zanebûn dest bi bikaranîna peyvên nû dike.

  1. Yekwateyî (sentaks)

Dora rêzkirina peyvan e.  Peyvên ku di dema axaftinê de têne bikaranîn, divê li gor rêzek diyarkirî bêne bilêvkirin. Gava ku rêza peyvan tê guhertin, peyama ku tê ragihandin jî zehmet tê famkirin. Ji bo wê divê di axaftinê de rêza peyvan rast were bikaranîn. Mînak; li şûna ku em bibêjin “Avê vedîixwe Zînê” divê em bîbîjîm  “Zînê avê vedîxwe”.

Dema ku zarok fêrî awaza deng û cihêwaziya peyvan dibe, kesên malbatê û kesên xerîb ji hev cuda dike. Ev yek jî nîşan dide ku êdî ew bi zaneyî dest bi bîkaranîna peyvan dike.  Li gor dozîneya fêrbûna civakî, di pêvajoya fêrbûna zimên dezarok dê û bav (an mezinên din) û hawirdora xwe ya nêzîk mînak dîgire û teqlîd dike.

Li gor zanîna lenguîstîkê (zimanzaniyê), pêşketina ziman li gor bingehên biyolojîk û mejiyê mirov pêk tê. Li gor vê dozîneyê, dema ku mirov fêrî axaftinê dibe, pêşî wateya peyvan fam dike û piştre dengên watedar derdixe. Di mejiyê mirov de binesaziyeke ku hînbûna ziman pêkan dike heye. Bêguman tiştê ku bikaranîna ziman hêsan dike jî ev binesazî ye.  Ev binesazî wekî “sazgêriya fêrbûna zimên” tê binavkirin. Dema ku şert û mercên jîngehê yên pêwîst tên dabînkirin, mirov bi saya vê binesaziyê dikare pir bi hêsanî zimanê xwe hîn bibe.

Dozîneya geşedaniya zimên, pêşveçûna zimên wekî sê heyamên bingehîn disenifîne:

1.Heyama kixîniyê: Ev heyam ji zayînê dest pê dike û heta 12 mehan didome. Di vê  heyamê de deng û rêzik hene, belê wate hê jî ne diyar e. Ev heyam jî wekî sê merheleyan didome.

Merheleya girînê: Ev merhele 2 mehan didome. Dî vê merheleyê de pitîk bê haya xwe hin dengên ku paşê axaftinê pêk tînin derdixe.

Merheleya pistînê: Ev merhele 6 mehan didome. Pitik kîteyên ku ji dengên tîpeke dengdar û tîpeke dengdêr pêk tên derdixe. Mînak; ba, be, ma, me û hwd.

Merheleya xuşînê (kîtandinê): Ev merhele 12 mehan didome. Hêmanên pitikê yê ku bi axaftinê ve girêdayî ne hin bi hin distewin. Pitik di dawiya vê heyamê de gotinên pêşîn ên pêwîst hîn dibe û bi kar tîne.

2.Heyama yekbêjeyê: Ev heyam 18 mehan didome. Pitik bi gelemperî peyva xweya yekem a watedar di yek saliya xwe de dibêje. Di vê heyamê de hêmanên zimên ên deng, rêz û wateyê derdikevin holê.  Ev heyam ji bo axaftinê demeke cidî ye. Ji ber ku zarok navên piraniya tiştan an diyardeyan nizanin, di vê heyamê de zarok hewl didin ku bi peyveke watedar gelek tiştan bînin zimên.

  1. Heyamê axaftinê: Ev heyam ji 18 mehiya zarokan dest pê dike û heta 24 çar mehiya  wan didome. Zarok bêtir hevokên ne li gor pêkhateyên rêzimanî yên ku du herdu heyamên berê de pêk hatine, bi kar tîne.
  2. Heyamê rêzimanê yê pêşîn: Ev heyam ji 24 mehiya zaroakê dest pê dike û 60 mehan didome. Di dawiya vê heyamê de zarok dikare li gor hêmanên rêzimanê hevokan bikar bîne. Di dawiya vê heyamê de, bi saya perwerdehiyekebaş, dikare bi qasî 2500 peyvan fam bike û bi kar bîne.

Ji ber ku zarok  xwediyê zerengiya fikirîn û axaftinê  ye, di du saliya xwe de dest bi axaftinê dike. Pêşî axaftina zarokê ya hundirîn (a xwe bi xwe) dest pê dike. Zarok di axaftina hundirîn de, ji bo peydakirina pêdiviyên xwe, ziman wekî amûrekê bi kar tîne. Ev pêdivî hêdî hêdî zarokê ber bi axaftinaderveyî ve dike. Axaftina zarokê ya heyamên berê bêtir ezitiyê navend digire.

Ziman û ramana zarokê, pêşî her yek bi serê xwe distewe, peyre herdu dibin yek û bi hev re pêş dikevin. Mebesta vê axaftinê hin caran ji bo têkiliyên civakî û hin caran jî ji bo derbirîna hest û ramanê ye.

Bi qasî faktorên ku bandorê li pêşveçûna zimên dikin, faktorên ku pêşveçûna zimên asteng dikin jî hene. Şert û mercên civakî yên neyînî; şer, tundî, koçberî, xizanî, tenêtî, xemgînî, nexweşiyên giran, qedexekirina zimên, perwerdehiya bizimanê biyanî û hwd. axaftina zarokê bi derengî dixe.

Di jiyana takekes de qonaxa herî girîng heyamê destpêka zarokatiyê ye. Heyamê destpêka zarokatiyê ya ku tê de pêşketina zimanê takekes dest pê dike, pir girîng e. Hîmê pêşketina zarokê ya zaneyî, zimanî, civakî, hestyarî û akademîk di vê heyamê de tê danîn.  Herwiha bandora hawirdorên cuda jî di pêşveçûna zimanê zarokê de roleke pir girîng dilîze. Lewre pêşveçûna ziman, bi têkiliyên takekes ên ku bi cîhana derveyî re pêk tên, dikemile. Faktorên ku di pêşketina zimanê mirov de bandorê li jiyana paşerojê dikin jî roleke girîng dilîzin. Zayenda zarokê jî faktoreke pir girîng e. Di zarokatiya pêşîn de ji aliyê zayendî ve di navbera keçik û kurikan de tu cudatî nîn e. Belê li gor lêkolîn û dahûranên zanistî ji hêla ziman ve behreya keçikan ji ya kurikan xurtir e û keçik berî kurikan axaftinê hîn dibin.

Faktorên hundirîn ên ku bandorê li pêşveçûna zimanê zarokê dikin û wekî mîrateya nijadî /genetîk tên dîtin, rasterê bi behredariya ziman a malbatê û şert û mercên beriya jidayikbûnê (yên di malzarokê de) têkildar e. Ji aliyê din ve faktorên derveyî yên ku bandorê li pêşketina zimanê zarokê dikin, jî hene. Zimanê zarokê bi vê pêşketinê geş dibe û distewe. Bêguman ew jî bi şert û mercên civakî û aborî, bi asta perwerdehiya dê û bavan, bi behre û cerbeziyên malbatê, bi têkiliyên zarokê yên heval û hemsalên wî/wê û yên hawirdorê re girêdayî ye.