Li girtîgehan di rojên cejn û serê salê de malbat dikarin bi xizmên xwe yên girtî re hevdîtin bikin. Lê gelek malbat ji ber dûrî xizmên xwe ne nikarin ew qas rê biçin. Hin malbat jî hene ji ber ceza li wan û xizmên wan hatine birîn nikarin biçin hevdîtinê. Yek ji van malbatan jî malbata Felek û Ekrem Gun e.
Felek Gun û birayê xwe Ekrem Gun 9 sal in girtî ne. Di 6ê cotmeha 2016an de bi îdîaya “Li diji 75emîn Qereqola Polîsan a Yenîbosna ya Stenbolê çalakî pêk anîne, Felek û Ekrem Gun têne girtin. Felek Gun û Ekrem Gun di heman rojê de tên binçavkirin û bi îdîaya “Yekîtî û tevahiya dewletê xera kirine” û “Bê destûr madeya talûke bi xwe re gerandine” bi sucdariya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Dadgehê piştre li Ekrem Gun cezayê muebeta giran û li Felek Gun jî cezayê muebetê birî. Ekrem Gun ewil şandin Girtîgeha Sîlîvriyê piştre şandin Girtîgeha Bandirmayê û ji wir jî şandin Girtîgeha Çorumê. Ekrem Gun 3 sal in li Girtîgeha Çorumê di hucreya yek kesî de tê ragirtin.
Felek Gun jî şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û 9 sal in li Bakirkoyê girtî ye. Malbata Felek Gun jî di 1ê Nîsanê de bi minasebeta Cejna Remezanê ji bo hevdîtina vekirî çûn Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Di ketina girtîgehê de rayedarên girtîgehê xwestin lêgerîna tazî bikin. Lê dayika Felek Gun Zelîha Gun a emeliyatkirî ye, lêgerîna tazî red kir. Ji ber redkirina lêgerînê, gardiyanan nehiştin ku Zelîha Gun biçe hevdîtina keça xwe. Piştre 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê li wê û kurê wê birîn.
Hefteyek şûnde xwişka Felek Gun Asliye Gun dema çû hevdîna xwişka xwe, fêr bû ku ji ber dayika wê Zeliha Gun lêgerîn red kiriye, ceza lê birîne û 3 mehan hevdîtina wê ya bi keça wê Felek re qedexe kirine.
Dayika Felek û Ekrem Gun Zelîha Gun ku lêgerîna tazî red kir, bertekên xwe anî ziman û wiha got: “Ez û kurê xwe çûn girtîgehê. Me xwest bi keça xwe re hevdîtina vekirî bikin. Ez miroveke emeliyatkirî me. Bi gopal diçim û têm. Lê gopalê min ji destê min derxistin û xwestin lêgerîna tazî bikin. Min ev red kir. Ji ber min lêgerîn red kir nehiştin biçim hevdîtinê û 3 meh hevdîtin li min û kurê min qedexe kirin. Li aliyekî qala çareseriyê dikin, li aliyê din me ceza dikin. Heta hemû girtiyên zindanan neyên berdan û mafê wan bi qanûnan neyê parastin ev mesele çareser nabe. Divê mafê girtiyan û mafê yên serê çiyê bi zagonan mîsoger bibe. Em dixwazin hemû girtiyên zindanan û serokê wan bên berdan. Em edalet û aştiyê dixwazin. Em wekhevî û azadiyê dixwazin. Heta ku em hebin em ê li pey doza xwe û mafê xwe bin.”