12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helwestên şermezarkirinê destpêka şoreşeke kurdistanî ye

Êrîş û operasyona dewleta Tirkiyeyê ku di 23’ê Nîsanê de li Herêma Federal a Kurdistanê da destpêkirin nêzî 3 meh e didome. Li herêmê şer û pevçûnên dijwar jî bê navber berdewam dike. Her wiha li dijî van êrîş û operasyonên artêşa dewleta Tirkiyeyê bertek û nerazîbûnên gel ,sazî, partî û rêxistinên kurd roj bi roj zêde û dijwartir dibe.

Têkildarî vê mijarê Sekreterê Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî (P.D.K-S) Ebdulkerîm Siko axivî û diyar kir ku helwestên partiyên siyasî yên kurdî û pêşmergeyan ji bo şermezarkirina êrîşên tirk û siyasetên destekdayînên jê re, destpêka şoreşeke kurdistanî ya berfireh e û piştrast kir ku dê kurd li hember dagirkeriyê serî hildin.

Dixwazin di navbera hêzên kurdan de şer derxin

Ebdulkerîm Siko der barê planên Tirkiyeyê yên li ser xeyalên imparatoriya osmanî axivî û ev tişt bilêv kir: “Piştî ku planên Erdogan ên vejandina împratoriya Osmanî  têkçûn, di destê Erdogan de tu tiştek nema ji bilî ku hêzên kurd bera hev de û di navbera hêzên kurd de şer û pevçûnan derxe.”

Ebdulkerîm Siko diyar kir ku hedefgirtina kurdan û li başûrê Kurdistanê xurtkirina baregehên leşkerî hedefgirtina tevahiya Kurdistanê ye û wiha pê de çû: “Erdogan nikare fikra hebûna neteweya kurdî qebûl bike. Ji mêj ve komkujiyan li dijî kurdan pêk tîne. Li başûrê Kurdistanê şerê dewleta tirk ya li dijî HPG`ê weke şerê li dijî pêşmergeyan e. Ji ber wê du pêşniyar li pêşiya kurdan in. Yan bi dijmin re bisekinin û yan jî berxwedana li hember dagirkeran dewam bikin.”

Divê PDK helwesta xwe aşkera bike

Siko îşaret bi girîngiya helwest nîşandana PDK`ê xist û wiha axivî: “Em nizanin çi sedem hene ku pêşmerge ber bi navendên HPG`ê ve çûne. Çi dixwazin. Gelo ew jî dê êrişî hêzên gerîla bikin.? Pêşveçûna hêzên pêşmerge ber bi navendên HPG`ê ve li gel kurdan, li tevahî Kurdistanê û li gel hevalbendên wan û hin partiyên li başûrê Kurdistanê qet nayên qebûlkirin.”

Ebdulkerîm Siko di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku helwestên serokatiya Iraqê, hin partiyên kurdî û pêşmergeyan û  li başûrê Kurdistanê çalakiyên ji bo şermezarkirina dagirkeriya tirk destpêka rabûna bayê şoreşeke kurdistanî ya berfireh e û wiha pê de çû: “Berxwedana gerîla serkeftina kurdistanî ye. Hêviya kurdan e. Her kurdek berpirsyar e ku li hember dagirkeriyê serî hilde û qebûl neke.”

Ew ê nikaribin di navbera hêzên kurd de şer derxin

Sekreterê PDK-S’ê Ebdulkerîm Siko wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê Nêçîrvan Barzanî baş zanibe ku ew nikarin şer di navbera hêzên kurdî de derxin. Helwesta gelê kurd, hevalbendên wî û partiyên siyasî li dijî dagirkerî û siyasetên ku destekê didin wan, zêde bûne.”