3 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Helwesta yekgirtina kurdan û nîşeyên veşartî

Di rojavayê Kurdistanê de, ji salên 50 û heta roja îro, ji yek partiyê bi dehan partî avabûne.. Heger partiyên siyasî di asta serhildan û vîna gel de bûna dê deskeftiyên mezin bidestxistibana

Di nava çi welatî de be, dema ku du partiyên siyasî yên bi eynî îdeolojî, rêbaz û armancan hebin, bêguman yek ji wan şaş e yan jî herdû jî şaş in. Lê heger îja em bêjin ku komelek ji partiyan hebin bi eynî taybetmendiyan, hingê em ê çi bêjin? Di rewşeke wiha de, ma pêwist nake ku mirov bipirse. Çima û ji bo çi ewqas partiyên bi eynî nav, eynî îdeolojî û eynî armanc hene? Di rojavayê Kurdistanê de, ji salên 50 û heta roja îro, ji yek partiyê bi dehan partî avabûne, heta gihiştiye asta ku nema ji hev tên naskirin. Heger tu navê sekreterê wê partiyê nebêje, anku navên partiyan nema nasnameya partiyan nîşan didin. Navên serokên wan partiyan, destnîşaniyê bi partiyên wan dikin, bêguman her partiyek jî diyar dike ku ew partiya sereke ye, resen e û yên din cudakar û ne rewane, ta gihiştiye wê encamê ku tevde jî rewa û nerewane.  Welatperwer û newelatperwer in, kurd in û nekurd in, dûvik û nedûvikê dewletê ne! Îja dê kî karibe vê gelemşeyê ji hev derxîne?

Partiyên ku ev rewşa wan e, derbasî du tecrûbeyên rastteqînbûne, serhildana 2004an a bi navê serhildana Qamişlo û  pêşketinên 2011 ku bi navê şoreşa Sûriyeyê hatibû pênasekirin, ev herdû ezmûn, besdikirin ku rastî, îmkan, rewabûn û asta van partiyan nîşan bidin. Her wiha derfet bûn ji van partiyan re ku  welatperwerî û rastteqîna girêdana bi doza kurdî û gel ve îsbat kiribana, lê gelo îsbat kirin?

Komkujiya 2004 û partiyên siyasî yên kurd

Hilweşîna rêjîma Bexdayê  ya di 2003yan de, asta hestên neteweyî li ba gelê kurd pir bilind kiribû. Hêviya azadiyê mezintir bibû. Lê tevî ku doza kurdî di nava çar dewletan de belav bibû, çavên kurdên tevahiya beşên Kurdistanê li başûrê Kurdistanê bû, ku azad bibe û bibe nimûne ji azadiya beşên din re. Herwiha kêfxweşiya xwe bi serkeftina Başûr dianîn. Rêjîma Şamê bi serokatiya Beşar El Esed re, di nava metirsiyan de bû,  ku li pey hilweşîna rêjîma Bexdayê dor were ser wî jî. Lewma dest bi perwerde û şandina grûpên cîhadist ji bo Iraqê kir, û asta nijadperestiya li dijî  kurdan pir bilind kir. Heger ne bi biryareke fermî be jî, lê belê ji ber zihniyeta nijadperest û şoven ya partiya Baas û rayedarên wê, ku kurdan bi hilweşîna rêjîma Sedam Hûseyn li Bexdayê tewanbar dikirin.

Ji bo ku rêjîma Esed xwe alîgirê Iraqê nîşan bide û germbûna kolanên bajarên Sûriyeyê, bi taybet Dêra Zorê, Hesekê, Reqa, Hema û hwd, îstismar bike, ku piraniya niştecihên wan deveran Sedam Huseyin ji Beşar El Esed bêtir wî wek serokê xwe didîtin û hestên wan ji Şamê bêhtir girêdayê Bexdayê bûn. Herwiha ji ber metirsiya ku geşedanên li Iraqê derbasî Sûriyeyê bibe  û kurdên rojavayê Kurdistanê jî  doza azadiya xwe bikin, plana stadyuma Tîma Cîhad li Qamişlo xistin meriyetê. Anku lêdana derbeyeke pêş wext li kurdan. Di 12ê Adara 2004an de maça di navbera Tîma Cîhad a Qamişlo û Tîma Fitiwê ya Dêra Zorê de, ku li Qamişlo lidarketibû, wergerandin maça rijandina xwîna kurdan. Wan bi piştgiriya asayîşa dewletê, ku wan jî çekên xwe li hember kurdan teqandin. Di encamê de jî seraserî rojavayê Kurdistan û cihên kurd lê dijîn bûn qadên serhildan û protestokirina Rêjîma El Esed, ku zêdeyî 49 şehîd û bi hezaran girtî di encamê de çêbûne. Gelo partiyên siyasî di rojavayê Kurdistanê de, çawa ev geşedan û pêşketinên di serhildana 2004 de girtine dest?

Di serhildanê (Komkujiya Qamişlo) de, di demeke kurt de tevahiya partiyên siyasî daxuyaniyeke weşandin. Li dijî komkujiyê, di nav gel de hat hîskirin ku tevahiya partiyên kurd bûne yek helwest. Lê gelo di rastiyê de wiha bû? Gel bi tena serê xwe hat hiştin di rûyê rêjîmê de û xwe dûrxistina ji berpirsiyarê ji aliyê piraniya partiyan ve destpê kir. Hemû  berpirsiyarî hat avêtin bi ser alîgirên Tevgera Azadiyê, bi hinceta ku ew ji peymana Edenê 1998an tengijîne û ev tevlihevî kirine. Van partiyan, ne karîbûn gel birêxistin bikin û ne  berdewamiya xwepêşandanan bînin û ne jî karibûn daxwazên gel bibersivînin.

  • Hin partiyan diyarkirine ku ew mafê otonomiyê dixwazin
  • Hin partiyan serxwebûna rojavayê Kurdistana xwestine
  • Hin partiyan jî mafên rewa yên siyasî û çandî xwestin,
  • Dengên ji derveyî rojavayê Kurdistanê xwestekên serhildanê gîhandin asta dewletbûnê?
  • Hin partiyan jî xwe ker û lal kirin, mîna ku haya wan ne ji serhildana Qamişlo heye û ne jî dizanin çi bûye û çi dibe!

Tevliheviya daxwaz û çawaniya çareserkirina doza kurdî û jevnegirêdana helwest û armancên serhildanê ji aliyê partiyan ve, destnîşanî bi necidiyet, ne hevgirêdan û ne yekitiya helwesta van partiyan kir. Di 2004an de endamên partiyên siyasî û çalakvan rastê girtin, îşkence û kuştinê jî hatin, welatperweriya wan gihiştibû asteke bilind, lê belê bi taybet endamên partiyên (PYD, Yekîtî, Şepola Pêşerojê, Partiya Azadî) rastî girtinên mezin hatin , bi taybet jî PYD û Yekîtî.

Di gulana 2004an de serokê Sûriyeyê Beşar El Esed ragihand ku “kurd beşekî ji tevna civaka dîrokî ya Sûriyeyê ne”. Lê partiyên siyasî yên kurd  ne xwedî wê hêzê bûn ta daxwazên xwe di meriyetê de pêk bînin û serhildan û xwepêşandan bihêztir bikin, ku deskeftiyan ji helwesta serokê Sûriyeyê bigirin. Bi tenê durişm û nixwmandina li ser çavên gel bikar anîn û di pey komkujiyê re, tevahiya partiyên siyasî bi yek daxuyaniyê ragihandina pîroznekirina cejna Newrozê dan. Lê ta roja îro jî pesnê xwe didin ku erşê rêjîmê hejandin! Lê ya di rastiyê de gel û alîgirên Tevgera Azadiyê erşê rêjîmê hejandin.  Heger partiyên siyasî di asta serhildan û vîna gel de bûna dê deskeftiyên mezin bidestxistibana, lê belê ne xwediyê  wê vîn û berpirsiyariyê bûn. Dûbare em ked û fedekariya endam û çalakvanan jibîr nekin û nejî helwest û vîna PYDê ku bi roleke mezin rabibû di belavkirin û berfirehkirina xwepêşandan de li ser asta bigiştî Sûriyeyê.

Şoreşa Sûriyeyê û partiyên siyasî yên kurd

Piştî serhildana Qamişlo ya 2004an, di hate texmînkirin û pêwistbû jî ku wiha be, anku  dê partiyên siyasî têkevin nava lêgerîn û nîqaşan de, ku şêwaz û rêbazên xebata xwe biguherînin û xwe ji pêşketinên di dahatûyê de re amade bikin. Lê belê li tersî wan texmînan, tu guhertin nehatin kirin û nejî tu xwendineke cidî li ser serhildana 2004an û pêdiviyên dahatûyê nehatin kirin. Di 2011an de Sûriye ket nav pêlên Bihara Ereban de, ku bi navê şoreşa Sûriyeyê hat pênasekirin. Ji adara 2011an û ta dawiya salê jî  tu xwendineke siyasî ya rast û dûrbîn ji aliyê partiyên siyasî ve der barê geşedanan de tunebû. Bi tenê durişmên mîna azadî û gelê Sûriyeyê yek in nedihat avêtin. Her wiha bi derhatina Artêşa Azad re jî,  dest bi pesindayîna wan kirin û ew weke rêzgarker û misogerên azadiya gelê kurd dîtin. Bêyî ku taybetmendî yan jî xwestekên xwe yên neteweyî bi xwerêxistinkirin û hêzkirinê ferz bikin, di encamê de bûn piştgir û hevalbendên Îxwan El Muslimîn û Tirkiye jî  weke alîgirê xwe û Şoreşa Sûriyeyê dîtin. Di vê navberê de partiyên siyasî yên kurd dabeşî  du hevbendiyan bûn. Beşeke bi navê ENKS (Meclisa Neteweyî ya Kurd li Sûriyeyê) û beşeke din jî  tev li nav Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û hevbendiya kurdî bûn. Bi demê re, partiyên ji derveyî ENKS weke partiyên PYNK hatin naskirin (Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî) ku di nava pêşketin û bidehan zîverokên krîza Sûriyeyê de bi taybet ENKS weke xwe man. Bê hêzeke leşkerî, bê erdnîgariyeke hêzdariya wan li ser hebe û bê vîneke siyasî ku bi tenê hemû hêviyên xwe avêtibûn ser Îtîlaf û Tirkiyeyê, ku di encamê de, bixwazin an jî nexwazin, Tirkiye ew li hember doza wan bikaranî. Ji dagerkirina Efrînê ya 2018an ta dagerkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ya di 2019an de û ta êrîşên wêrankirina binesaziya rojavayê Kurdistanê, bi taybet di 2023yan de, herdem rewakar û piştgirê siyaseta Tirkiyeyê bûn. Bi sedema nepejirandina wan ji PYDê re û hevgirêdana hin berpirsên wan bi Ecendeyên Tirkiyeyê ve, herwiha partiyên ji derveyî ENKS jî bi tenê weke aliyên siyasî xwe li dora Rêveberiya Xweser û di nava saziyên wê de xwe bicih kirin. Bêyî ku xwedî wê hêzdarî û îmkanên leşkerî bin. Lê belê wek ENKS nebûn alaveke ji îtîlaf û Tirkiyeyê re. Herwiha neketin dijberiya bi Rêveberiya Xweser re. Bi hilweşîna rêjîma El Esed re di 8ê mijdara 2024an de, tu wateya Îtîlafa Sûriyeyê nema. Heyet Tehrîr El Şam, ew hêza bi serkêşiya Mihemed El Colanî ya derbasî Şamê bibû, ne îtîlaf pejirand û ne jî ew li ber çavan dîtin. Bi tenê mafê ku weke kesayet beşdarî sîstema wî bibin daye. ENKS, demildest El Colanî pîroz kir û berpirsên xwe yên sereke li Şamê danîn. Lê belê nehatin pêşwazîkirin û nejî ew li ber çavan hatin dîtin. Tevî xwe weke dijberê Rêveberiya Xweser û deskeftiyên wê nîşandane jî! Bi armanca ku xwe alternetîfê Rêveberiya Xweser û xwe weke nûnerê kurdan di nava rêveberiya Şamê de bi cîh bikin.

Bêguman ji xwe ber ve berê xwe nedabûn Şamê. Rê ji wan re hatibû vekirin ku herin û propagandaya xwe li wir bikin. Ji aliyê Tirkiye û hin rayedarên başûrê Kurdistanê ve, ku herdem, bi taybet Tirkiye ji bo têkbirina deskeftî û rêveberiya rojavayê Kurdistanê tevgeriyaye, dibin navê terorê de şerê kurdan kiriye  û kurdên Îtîlafê jî weke kurdên baş û resen, ku li gorî siyaseta Tirkiyeyê tevdigerin, di nava siyasetên xwe yên herêmî û navdewletî de  daye pêş. ENKS herdem beriya Tirkiyeyê û Îtîlafa Sûriyeyê Tevgera Azadiya Kurdistanê, hêzên HSD, Partiya PYDê, Rêveberiya Xweser reş dikirin. Bi terorê tawanbar dikirin û doza hilweşîna deskeftiyan dikirin. Anku di nav geşedan û pêşketinên Şoreşa (kirîza) Sûriyeyê de, mîna di 2004an de, partiyên siyasî ne di asta serdemê de bûn û ne jî xwedî proje û stratejiyeke têkoşîn, xebat û tevgerkirinê bûn. Dûbare barê herî giran ji nava van partiyan, PYD û rêxistinên girêdayî projeya Neteweya Demokratîk, hilgirtine û di encamê de ji derveyî ecendeyên hêzên herêmî, navdewletî û projeyên îtîlaf û aliyên Sûriyeyê yên mafên kurdan di ecendeyên wan de tunene. PYD û rêxistinên bilavbûyî xweseriyeke demokrat û hêzeke mezin ya leşkerî, ku bûye hevbeşê koalisyona navneteweyî di şerê terorê de avakirine. Ev hêz di nav dewletên herêmî û navdewletî de bûne rojev ku behsa doza kurdî dikin.

Yekîtiya helwesta partiyan û kongreya neteweyî

Ji beriya despêkirina bûyerên 2004an û 2011an de, ji avabûna partiyên siyasî yên kurd di Sûriyeyê de, bi giştî van partiyan mijara girîngiya yekîtiya helwesta tevgera siyasî ya kurd a di rojavayê Kurdistanê de ji rojeva xwe dernexistine. Lê belê di rojevkirina yekîtiyê de her partiyeke bûye dudu û sê partiyên bi eynî navî. Her yek jî ji wan xwe wek partiya resen û sereke dîtiye. Di roja îro de zêdeyî 30 partiyên kurdan hatine avakirin. Beriya Bihara Ereban û destpêkirina krîza Sûriyeyê di 2011an de, sedemên neyekbûna van partiyan weke ji gel re dihate gotin – bêguman ji aliyê van partiyan ve-  ev bûn:

  • Hevtawankirina partiyan ji hev re bi girêdana hin sekkreterên partiyan bi rêjîma Sûriyeyê ve.
  • Necidiyeta hin sekreterên partiyan di mijara yekîtiyê de
  • Nakokiyên kesayetî di navbera rayedarên partiyan de
  • Zexta rêjîma Sûriyeyê û nebûna derfetan.
  • Berjewendiyên hin kesayetên di nav partiyan de.
  • Dîtina her partiyekê ji xwe re, ku ew ya serekeye û pêwiste yên din di nava wê de xwe fesih bikin.

Piştî destpêkirina krîza Sûriyeyê , mijara yekkirina helwestên tevgera siyasî ya kurd dûbare maye di rojevê de. Lê belê pir guhertinên nû çêbûne û sedemên neyekîtiyê jî  hatine guhertin .

  • PYD (ku di 2003yan de hat avakirin,partiyên siyasî yên kurd di rojavayê kurdistanê de ku avakirina xwe vedigerînin dîroka avabûna yekemîn partiya siyasî kurd di Sûriyeyê de1957  vê partiyê weke berdewamiya PKKê dibînin, anku  ne rojavayî dihesibînin! Lê di demeke kin de PYDê însiyatîfa parastin û birêvebirina rojavayê Kurdistanê girt ser xwe. Him ji aliyê siyasî ve û him jî ji aliyê leşkerî û civakî ve bûye partiya herî bi hêz. Bi taybet piştî şerê 2012an ê li Serêkaniyê yê bi Cebhet El Nusra re, ku piraniya partiyên siyasî yên kurd di Rojava de, di wê demê de piştgiriya El Nusra dikirin û ew bi navê Artêşa Azad bi nav dikirin de bi hêz bû. Herwiha hêvîdikirin ku ne tenê li Serêkaniyê li tevahiya rojavayê Kurdistanê jî bikin bin destê xwe. Lê belê El Nusra ji aliyê şervanên YPGê ve têk çû. Hingê jî van partiyan li YPG dinêrîn ku hêza PYD ye, wan jî hêzên çekdarî ava kirin lê belê ne di wê astê de bûn ku bibin hêzeke leşgerî bi rêxistinkirî ya wek YPG ,YPJ û di peyrejî HSD.
  • Partiyên ku rojavayê Kurdistanê weke qada xwe dibînin û nabe ku PYD tê de serwer be, di nava ENKSê de xwe birêxistinkirin , anku yekitiyeke li ser bingehê dijberiya bi PYD re hat avakirin, di dema ku ev partiyên siyasî ji bo doza kurdî û mebestên neteweyî tu carî lihevnekirin, tiştê ku ew gîhandin hev, tengavî, lawazî û nebûna asta hêzdariya wan ku rojavayê Kurdistanê bi rê ve bibin û berpirsiyariya wê hilgirin li ser xwe, lê di eynî demê de jî nedixwestin li şûna wan PYD karibe bi van erkan rabe.
  • Di nav ENKSê de perçebûn çêbûn. Gelek kesên ku ji ENKSê veqetiyan partiyên nû ava kirin.
  • ENKS derbasî nava Îtîlafa Sûriyeyê bibû ku serkêşiya wê jî Îxwan El Muslimîn kir û raste rast dibin serweriya Tirkiyeyê de bû. Lewra ENKS bi wê zuhniyeta nepejirandina PYDê re bi hesanî û bi bawerî tev li ecende û siyasetên Tirkiyeyê li dijî deskeftiyên rojavayê Kurdistanê bûn.
  • ENKS xwe wek berdewamiya PDKê ya başûr dibîne û dijberiya xwe li hember PYD û PKKê aşkere dike. Herwiha li ser vê dijberiyê jî, ta bi nirxên neteweyî (mîna şehîdên Rojava, deskeftiyên Rojava, çand û zimanê kurdî jî red kirine.
  • Bi zihniyeta ku li Başûr di rêvebiriyê de heye û du partî serekene û başûr li hev parkirine, daxwaza nîv bi nîv ji aborî, serwerî û leşgeriyê kirine.
  • Bi serneketina ENKSê di desteserkirina rojavayê Kurdistanê û nebûna îmkanên wan yên rixistinî û siyasî û leşgerî ku bi bandor bin di rojavayê Kurdistanê de, ne weke muxalif nêzî PYD û deskeftiyên rojavayê Kurdistanê bûne, lê belê weke dijmin û hemû tevgerkirina Tirkiyeyê û çeteyên wê rewa kirine û eşkere doza rûxandina deskeftiyên Rojava kirine.

Li ser van geşedanan mijara yekîtiya helwesta partiyên siyasî di rojavayê Kurdistanê de bi tenê mijara gel maye weke din tu amadebûna ENKS tunebû ku yekîtiyê bipejirîne. Heta astekê jî PYD û partiyên ku pê re ketine lihevkirinan de ENKS ne dipejirandin. Lê ji ber hebûna pêdiviyên ji derve û hundir ve, amadebûna xwe ji yekîtiyê re nîşan dan. PYD bi rijde daxwaza yekîtiyê dike. Lê belê yek hewldan jî bi ser neketiye. Ji ber ku ENKS di nav ecendeyên Tirkiyeyê de, siyasetên Îtîlafê, perspektîfên PDKa Başûr de siyaseta xwe li Rojava dida meşandin. Ne xwediyê wê vînê bû ku biryara xwe bi xwe bide di demekê de ku tu hêzdariya wî bêyî wan aliyên bilêvbûyî tuneye. Herwiha li gorî daxuyaniya Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê yê berê Çavuşoglû, di 2020an de ku gotibû “Ewê nehêlin ku Amerîka û Rûsya YPG rewa bikin û wan tev li rêveçûna siyasî ya di Sûriyeyê de, di bin navê kurdên Sûriyeyê de bikin”. Ji ber vê yekê hewldanên yekîtiyê bi ser neketin, lewra herdem ENKS hincetên ji rêzê pêşkêş dikir û dikir sedema neyekîtiyê. Bi hilweşîna rêjîma Esed re, hewldanên ENKSê ku xwe bi Şamê bide qebûlkirin biserneketin. Îtîlaf bê wate ma û hat fesixkirin. Tirkiye derbasî pêvajoyeke nû bû ku di Sûriyeyê de hêzdariya xwe bi HTŞê re xurt bike û ji ber mudaxeleyên Amerîka û Fransayê û guhertina rewşên siyasî di deverê de, dûbare yekîtiya helwestên partiyên siyasî xist rojevê. Lê ji 2020an û heta dema nivîsîna vê gotarê negihiştiye encaman. Tevî ku fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî weke garantor, geşbîniya xwe nîşan daye û hevdîtin bi serokên ENKSê û serokê berê yê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Berzanî re jî  kiriye û helwestên Tirkiyê jî  sist bûne li hember rojavayê Kurdistanê, lê yekîtiya partiyan daliqyayî maye. Sedemên dereng xistinê jî dûbare hincetên ENKSê yen ji rêzê ne.

Di dema îro de du aliyên sereke hene ji bo mijara yekîtiyê (ENKS û PYD). Ji ber ku ENKS hemû partiyên ji derveyî xwe, girêdayê PYDê dibîne, lewra di mijara yekîtiyê de ENKS bi rijdebû ku beriya her tiştî bi PYDê re peymanekê deyne. Di 17ê adara 2025an de bi hev re rûniştin û lihevkirineke, çêbû, di pey re diyarkirin ku di 20ê adara 2025an de wê kongra neteweyî li darkeve. Lê belê hat paşxistin û diyarbû ku bi amadebûna tevahiya partiyên siyasî di 26ê nîsanê de lidarkeve. Lê belê ENKSê navê komcivînê bi konferansê bi nav dike ne kongre û wiha daxwazkiriye. Lewra çi bi navê kongrê be an jî konferans be, tu yê diyarkirin ku armanca ENKSê ew e ku lihevkirina bi PYD re asas were girtin û guhertin di xalên wê lihevkirinê de nebin. Bi tenê di konferasê de, dibe ku hin pişniyar werin zêdekirin.

ENCAM:

  • ENKS bi zihniyeta nîv bi nîv nêzî mijara yekîtiyê dibe, ne bi zihniyeta ferzkirina berjewendiyên gel û rojavayê Kurdistanê li ser berjewendiyê partîkî û kesayetî.

Yekîtiya helwesta partiyan bûye daxwazeke gelerî, navneteweyî û alîgirên ENKSê jî  nema siyasetên ENKSê dipejirînin. Herwiha çavgirtineke başûr û Tirkiyeyê jî heye û ew jî  girêdayê rewşa Sûriyeyê ya nû, piştî hilweşîna rêjîma Esed û hebûna berjewendiyên Tirkiyeyê di rewakirina Colanî de, ku hewcedarî lihevkirinên bi HSDê re heye. Herwiha bandora nameya Rêber Ocalan a aştiyê û hewldanên Tirkiyeyê ku ji xwe re istismar bike heye.

  • ENKS ku kaxetên wê yên bi Îtîlafê re şewitîn û bêencam ji Şamê zîvirîn û dibin zexta gel û navbeynkariya Amerîka û Fransayê de , danûstendinên  ji bo kongreke neteweyî pejirandiye, piştî lihevkirineke yek alî bi PYDê re. Lê her ev kongre li paşxistine û tevî diyarkirina dîroka li darketina kongereyê ya di 26ê nîsanê de jî, ne diyare wê çi helwestê bigrin.
  • Redkirina ENKSê ji navê civîna bi partiyan re weke KONGRE û pejirandina konferasê tê wateya nepejirandina çi guhertinan di lihevkirina yek alî ya bi PYDê re û dûbare daxwazkirina fîftî –fîftî ji mebestên wan tê diyarkirin
  • Heger lihevkirin çêbibe jî û kongre bi encam bibe nakok bi serkeve jî, ENKS dê di bin bandora PDKa Başûr û bi taybet Tirkiyeyê de dê bimîne û dinava lihevkirinê de wê berjewendiyên wan biparêze .
  • PYD û Partiyên PYNK dê hewl didin ku bi çi şêweyî be jî kongre û mijara yekîtiyê here serî, lê belê helwestên ENKSê di kongreyê de, dê cidiyeta wan herwiha asta bandora tirkî û PDKa Başûr li wan destnîşan bike.
  • Berdewamiya lihevkirinê, heger bibe, dê girêdayî pêşketinên di helwestên tirkî li hember rewş û pêşeroja Sûriyeyê û di nav de Xweseriya Demokratîk û doza kurdî be, ku ew helwest jî dê girêdayî nêzîkatiya Tirkiyeyê ji mijara aştî û demokrasî be ku Rêber Ocalan banga wê kiribû. Herwiha asta rêzgarbûna PDKa Başûr ji hêzdariya Tirkiyeyê.
  • Helwesta koalisyona navneteweyî der barê yekîtiyê de, dê asta giringî û pêdiviya wê ji koalisyonê re, bi taybet Amerîka û Fransa, destnîşan bide. Herwiha asta derbasbûna rojavayê Kurdistanê di nava proje û siyasetên wan de ku dê bandorê li helwesta Tirkiyeyê û PDKa Başûr jî bikin.