12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helwesta rizgarkirina jiyana jinan

Di rewşeke ku şer ewqas bi rêbazên qirêj tê meşandin de, ne pêkan e ku gel û civak ji vî şerî bi bandor nebin. Em vê yekê ji kuştin û tecawizên li ser jinan, herwiha ji kuştin û tecawizên li ser zarokan tên meşandin dizanin.

25’ê mijdar’ê ‘Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê’ ye. Bi rasthatina vê rojê gelo jin ê çi bikin? A rast a giring çalakî û gotinên jinan ên bi boneya vê rojê ne. Helbet jin ê gotinên xwe di ‘Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê’ de li kolanên cîhanê bi yek dengî bibêjin: “Ji kuştin û tundiya ser jinan re na!” Dê kolanan bi berzkirina dirûşma ‘Jin, Jiyan Azadî’ bihejînin. Bi vê boneyê jin di nava amadekariyeke mezin a pêşbaziyê de ne. Li kuçe û kolanên parzemînan jin ê mil bi mil dengê xwe li dijî zordestiya desthiladariyê bilind bikin.

25’ê mijdar’ê roja gurkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya cîhanê ye. Ji bo roja 25’ê mijdar’ê anku roja mezinkirina têkoşînê bi vê wateyê de girîng e ku ji gelek hêlan ve bê destgirtin. Bêguman tevgerên jinan ê nirxandinên salê bi berfirehî bikin. Jinên kurd hê ji niha ve dest pê kirine. Jin ê 25’ê mijdar’ê bi çalakiyan li qadan vê rojê pêşwazî bikin.

Bi salan e ku li cîhan, Rojhilata Navîn û li Kurdistan’ê şer gihiştiye merheleya herî bilind a heta serdema me. Ji bo belavkirina şerî gotegotên siyaset û stratejiyên nû ku sînoran derbas dikin tên kirin. Şerên ku di bergeha şerê cîhanê yê 3’yemîn de li dar in qeyran û aloziyên modernîteya kapîtalîst a bi serdestiya mêrserweriyê kambaxtir kiriye.

Qeyranên heyî, mijarên ku pêwîst e em ji her alî ve bikin rojeva rastî gelek in. Kurdistan û Rojhilata Navîn weke qada şerê germ roj nîn e ku neyên hingavtin. Li vê erdîngeriya xopan komkujiyên li ser jinan zêdetir û berbiçav tên kirin. Tundiya li dijî jinan ku di her kêlî û her qada jiyana rojane de tê dîtin çavkaniya xwe ji van şerên heyî digire. Şerên qirkirina bîr û baweriya hişmendiya dîroka mirovahiyê bi vî awayî kûrtir dibe.

Sala 2024’an bû saleke ku li Kurdistanê êrîşên qirkirinê zêdetir dewam bikin. Desthilatiya qirker a AKP-MHP’ê ji çiya heta bajar, ji gerîla heta gel, ji jin heta zarokên dergûşê, ji xwezayê heta cihên xizmetguzariyê li her qada Kurdistanê her kes da ber lepên êrîşên qirkirinê.

Di rewşeke ku şer ewqas bi rêbazên qirêj tê meşandin de ne pêkan e ku gel û civak ji vî şerî bandor nebin. Em vê yekê ji kuştin û tecawizên li ser jinan, herwiha ji kuştin û tecawizên li ser zarokan tên meşandin dizanin.

Tundî bi taybetî bi rêya zilam û bi ser zilam re jî li ser jin û hemû kesan tê sepandin. Teyisîna şer a jiyana rojane bi rêya şer tê kirin. Bi siyaseta şer tundî tê gurkirin. Lewma 25’ê mijdar’a îsal, şerê ku li Kurdistan’ê tê jiyîn û girêdayî vê şerê tundiya li ser jin, zarok, ciwan, xweza û ajalan bi awayekî sîstematîk îro jî berdewam dike.

Di konaxa ku welatparêzî û xeta azadîxwaziya jinan dibe yek de helwesta jinên kurd bi awayekî bibandor û aşkere xwe dide der. Li Kurdistanê êrîşên pir giran ên fizîkî û şerê teybet heye. Jin bi bombebarankirina êrîşên fizîkî  û zayendperestiyê re rû bi rû ne. Jin, bi êrîşên modernîteyê re rû bi rû ne. Herwiha bi xefika ‘çeteyên şantajê’ re rû bi rû dimîne.

Em vê li hemû milên Kurdistan’ê bi awayekî zelal dibînin. Êrîşên qirkirinê ji milekî ve jiholêrakirina Tevgera Azadiyê, ji milê din ve jî jiholêrakirina îradeya jin û civakê armanc dike. Mixabin em di serdemeke ku fêrî tundiyê bûye û li dijî tundiyê bertekên civakî lawaz bûne de dijîn.

Me ev yek di bûyera kuştina Narîn Guran a 8 salî de dît. Ma ne divê li dijî êrîşêke wiha pêwîst e qiyamet bihata rakirin, bi dayîna çend daxuyaniyan hesab ji kujeran nayê pirsîn! Her yek ji van êrîş û rewşên ku pêwîst e bibin sedema raperîn, serhildan û mijara hesabxwestine ye. Bi hezaran qirkirin, tevkujî û tecawizên ku hesabên wan nehatine pirsîn hene.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kurdistanê rastiya malbata mêtingeh tehlîl kir, têkoşîna azadiyê bi pêş xist û bi tevgera jinan re jî pêşiya pir pêşketinên girîng ên civakî vekir. Jinan di vê rêyê de hebûna xwe nas kir û rêya azadiyê dît.

Desthilatdarî êrîşî pêşketin û destketiyên jinan dike, lewma malbatgirî, eşîretgirî û zayendperezî derxist pêş. Bi xeta hevkar a xiyanetkar û otorîteya mêr bi rêya rastiya malbata heyî ve vîna jinan tune dike.

Di rewşa heyî de şerê ku li           Kurdistanê li dijî jinan tê meşandin                         bi vî awayî ye:

Yek; di serî de jin, zarok û hemû civak di armanca êrîşan de ne. Du; jinên pêşeng û jinên welatparêz ên ku pêşeng in tên kuştin. Lewma di vê mijarê de meşandina xebatên zanekirina civakê ya bênavber a berdewamiya têkoşîna li dijî qirkirinê giring e. Her çalakiyek, her meş û mitîngek çi biçûk, çi jî mezin ferq nake, dê teqez ji guhertinê re rê veke.

Bi vê wateyê 25’ê mijdar’ê di heman demê de li dijî tundiya zilam/dewletê ji hêza parastina cewherî re deriyek e. Çalakiyên 25’ê mijdar’ê di heman demê de dê pêngava cîhanî ya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hêztir bike.

Xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku navenda çareseriyê ye projeya azadiya jiyanê ye. Li ser bingeha vê rastiyê têkoşîna 25’ê mijdar’ê ya li dijî tundiyê bi rista jinan a rêxistinkirî dê bi serketinê re ‘baqek silavên germ’ bişîne.

Di sê salên dawiyê de felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku mîmarê formûla ‘Jin Jiyan Azadî’yê ye zêdetir li seranserî dinyayê berbelav bûye. Paradîgmaya hêvî û çareseriyê ye. Ev formûla ku li dijî tundiyê temsîla jiyanê ye xeta têkoşîna azadiyê ye.

Ji vî alî ve çalakiyên 25’ê mijdar’ê û konaxa 2’emîn a ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ li gel tamamkirina rêveçûna pêvajoyê hevsengî ava bûye. Politîkayên şerê ku li gelemperiya cîhanê gihiştine asta xeteriyê ji bo wê bersiv û têkoşîna herî rast dibe. Bi vê wateyê her çalakî, her helwest ê jiyana jinekê rizgar bike.

Li Kurdistan, Amerîkaya Latîn, Hindistan, Belûcistan, Filistîn, Afganistan û li Îranê li kuçe û kolanên cuda yên cîhanê têkoşîn û berxwedana jinan dewam dike. Bi vî awayî xeta hêvkariya azadiyê xurt dibe. Bi vê boneyê têkoşîna li dijî tundiyê şêwaza xwe ji nû ve bi rêxistin dike. Berpirsiyariya li pêşberî dîrokê, berxwedan û têkoşînê li jinan ferz dike.