19 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hêlîn Umît: Divê nêzikatiya li hember Rêber Apo biguhere

Endama Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Hêlîn Umît di nirxandinên xwe de got: “Yekane krîtera rê û rêbaza rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li hember Rêber Apo ye.”

Endama Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît ji televîzyona Medya Haber TV re axivî û bûyerên di rojevê de nirxand.

Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de li ser navê hemû hevrêyên xwe hezkirin û silavên xwe pêşkêşî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Li Tirkiyeyê mijara esasî ya rojevê pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Her kes hewl dide qonaxa heyî ya pêvajoya aştî û civaka demokratîk fêhm bike. Afirînerê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Yanî eger ji 27ê Sibatê û vir ve hêviyek afirî be, eger qala pêvajoyekê tê kirin ev ye bi saha pêngav, hewldan, ked û fedakariya Rêber Apo ye. Lê belê her kes dibêje ku rêveberiya Tirkiyeyê di vê mijarê de gaveke cidî neavêtiye.”

Hêlîn Umît anî ziman ku ji bilî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kesî nikarîbû ev pêvajo bida destpêkirin û ev tespît kir: “Mîmarê rasteqîn ê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Ne tu hêzê dikarîbû dawî li hebûna rêxistinî ya PKKê bianiya, ne dikarîbû çek bida danîn, ne bikira ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî bîne, ne jî hêzeke wê ji cihekî vekişanda cihekî din.”

Hêlîn Umît bal kişand ser pêvajoya têkoşînê ya 47 salên dawî û got: “Bi taybetî di nava 10 salên dawî de şerekî gelekî giran qewimî. Ya ku nehat kirin nema. PKKê ji çepereke bi tenê jî paşve gav neavêt. Kesî nikarîbû ev bikira, nikarîbû bida kirin. Ez çima bi taybetî vê mijarê destnîşan dikim? Ji ber ku li Tirkiyeyê demagojiyek heye. Bi taybetî li nava baskê desthilatdariyê bêsamîmiyeta nêzîkatiya li pêvajoyê rê li ber vê yekê vedike. Weke ku firsendek bi vî rengî bi dest xistine, weke ku Tevgera Azadiyê ya Kurd qedandine, weke ku hêzeke berxwedêr nîn e hewl didin bikin û biqedînin. Hem xwe hem jî bi esasî raya giştî ya Tirkiyeyê dixapînin, şaşitiyê dikin. Ez bang li her kesî dikim ku cidî bin, bang li her kesî dikim ku samîmî bin. Bang li her kesî dikim ku hurmetê nîşanî heqîqetê bidin.”

Hêlîn Umît işaret bi komisyona li meclîsê kir û nirxandina xwe bi vî rengî dewam kir: “Li dora komisyona meclîsê hin nîqaş têne kirin. Hûn jî zanin komisyona meclîsê hinekî bi daxwaza me, bi ferzkirina me ava bû. Belê, daxwazeke CHPê jî ya bi vî rengî hebû. Me beriya niha gelek caran anî ziman bê em çima avabûna komisyona meclîsê dixwazin. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêk, pirsgirêka nasname û hebûnê ya li Kurdistanê, pirsgirêka azadiyê, pirsgirêka yekbûna gelê kurd a bi Komara Tirkiyeyê re ne tenê pirsgirêka siyaseta AKPê ye, lê pirsgirêka siyaseta tevahiya Tirkiyeyê ye, lewma me xwest, ku meclîs xwedî li vê pirsgirêkê derkeve û ji ber vê jî me avakirina komisyonê ferz kir. Heta niha hinekî kar kirin. Lê belê hîn aşkere nebûye bê karên komisyonê erênî ye yan na, bi kêr tê yan zerarê dide.

Rêber Apo aktorê sereke ye

Ev komisyon bi halê heyî veguheriye komisyoneke mijûlkirinê. Mijûlkirin, belavkirina li demê. Ez çima vê dibêjim? Ji ber ku belê komisyon komisyoneke guhdarîkirinê bû. Ji destpêkê ve wezîfeya xwe pênase kir. Got, em ê li aliyan guhdarî bikin, lêkolîn bikin. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê em ê pêşnûme qanûnekê ji bo meclîsê ava bikin û pêşkêş bikin. Li derdorên cuda guhdarî kirin. Lê belê li muxatabê herî esasî guhdarî nekirin. Li Rêber Apo guhdarî nekirin. Kongreya PKKê ya 12emîn Rêber Apo weke muzakerevanê sereke diyar kir. Weke nûnerê sereke destnîşan kir. Weke aktorê sereke ragihand. Bi rengekî aşkere ragihand ku eger Rêber Apo bimeşîne, Rêber Apo hebe wê biryar bi cih bêne anîn û ev pêvajo bi pêş ve biçe. Û ev yek jî di pratîkê de nîşan da. Lê belê bala xwe bidinê; komisyon nêzî 2 meh in, ez dibêjim du meh lê beriya wê jî heye, di rojevê de ye lê hîn nîqaş dike bê wê biçe Îmraliyê yan na? Nîqaş dike bê divê biçe yan na? Tê gotin, van rojan wê biryar bê dayin. Vaye komisyon wê cara dawî guhdar bike. Yanî çima nebe? Divê ev yek baş bê fêhmkirin.

Weke ku min got, Rêber Apo aktorê sereke ye, rêveberê sereke yê vê pêvajoyê ye. Ji bilî wî kesî nikarîbû rê li ber van pêşketinan vekiribûya. Binihêrin, mirov bi hişê xwe yê polîtîk dikare bibe wezîr, dikare bibe siyasetmedar, dikare bibe serokkomar, dikare bibe her tişt. Lê belê Rêbertî tiştekî gelekî cuda ye. Herkes nikare bibe rêber. Yanî Rêber Apo rêberê gelekî ye. Divê kesek bi gotinan tevliheviyê neke, rewşê berevajî neke. Ez hişyar dikim. Rêber Apo ne siyasetmedarekî ji rêzê ye, ne kesekî ji rêzê ye. Zêdetir e. Rêber Apo nûnerê 60 milyon kurdan e. Weke min got, eger em kurdên li tevahiya cîhanê bihesibînin jê zêdetir e. Lê belê nûnertiya 60 milyon kurdan dike, weke Rêberekî ku şerê hebûn û azadiyê dimeşîne, weke Rêberekî hatiye qebûlkirin, Rêberek e ku di oxira wî de bi hezaran mirovan canê xwe feda kirine, bi hezaran fedaî di rêzê de ne, bi sedan ji wan di dema komploya navneteweyî de bedena xwe dan ber agir. Mînakeke vê yekê nîşan bidin, yek bi tenê jî nîn e.

Yanî divê her kes zanibe ku bi rêzdarî nêzî rastiya Rêbertî bibe, divê zanibe rast nêzîk bibe. Hinek radibe dibêje nizanim kurdan hemûyan temsîl nake. Dibêjin PKK, Rêber Apo hûn ji ku derdixînin, ew kurdan hemûyan temsîl nakin. Belê hinekî bi eslê xwe kurd radibin vê dibêjin, radibin bi rêya vê yekê hin tiştan dikin. Lê belê 50 sal in bi hemû saziyên dewleta tirk re hewl dan Tevgera Azadiyê ya Kurd tune bikin. Cerdevanî ava kirin, li Bakur artêşa cerdevanan ava kirin. Li qada siyasî yanî li parlamentoyê bi gotina wekîlên kurd xistin meclîsê. Tenê ji bo Tevgera Azadiyê mezin nebe Kurdistana Federe erê kirin, dewleteke biçûk a kurd ava kirin. Çi bû? Yanî ya ku van kurdan kir çi bû? Gelo karîbûn bibin nûnerên kurdan? Ev hemû çîrok in, divê kes bi van nexape.

Netewebûna Demokratîk a Kurd xwedî rêberekî bi tenê ye, ew jî Rêber Apo ye, mecbûr e ew muxatab bê dîtin. Çima vê dibêjim? Ji ber ku niha ev yek li ber komisyonê ye. We pirsîn, bê pêvajo di kîjan qonaxê de ye? Tenê krîterek heye ku nîşan dide bê pêvajo wê çawa bimeşe. Ew jî nêzîkatiya li Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo me hemûyan temsîl dike. Rêber Apo temamiya gelê kurd temsîl dike, Rêbertiya gelê kurd e.

Dixwazim gotinê bînim ser vê yekê. Di halê hazir de du wezîfeyên komisyonê hene. Yek ji wan ev e: Wê li Rêber Apo guhdarî bike, lê belê neçar e ku bi Rêber Apo re nîqaş bike. Çima neçar e nîqaş bike? Niha di vê dema sedsala 21ê de, eger hebûna kurdan gihîştibe wê astê ku êdî nikare bê înkarkirin, eger bû be aktorekî herêmî, eger êdî bi polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê nêzîkatî li gelê kurd nikare bê kirin, wê demê dewleta tirk wê bi van kurdan re çi bike? Neçar e ku biryara vê bide.

Yanî hebûna kurdan wê bibe parçeyek ji Komara Tirkiyeyê yan na? Wê weke berê di polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirinê de bê israrkirin an na? Yan jî wê hebûna kurdan bê qebûlkirin? Komisyon divê bersivê bide vê pirsê. Kurd heye yan nîne? Hebe mafên xwe heye yan na? Mafên xwe hebe, ev maf wê bê dayin? Ev pirsên ewçend hêsan in. Lewma noqteya herî girîng a ku pêvajo gihîştiye ev e. Êdî kêliya biryardanê ye. Di nav de çiqas mirovên bi nêta baş hebin jî eger vê mîsyona xwe nikaribe pêk bîne, yanî perspektîfeke têkildarî cihê kurdan ê li nava Komara Tirkiyeyê nikaribe derxîne holê, hingî ji bilî komisyona mijûlkirinê bi navekî din nikare bê nirxandin. Eger ev komisyon dixwaze xwe ji vê rizgar bike, tekez neçar e bersivê bide vê yekê.”

‘Em dilsozê Rêber Apo ne’

Hêlîn Umît işaret bi axaftina Devlet Bahçelî ya hefteya derbasbûyî kir û got, “Xweş axivî, baş axivî. Rêberê me weke Rêberê Damezrîner careke din pênase kir. Em wateyê didin vê yekê. Bi dîtina min di vir de mebest 2 wate ye. Dibe ku ez wateyeke zêde lê dikim, lê belê bi vî rengî hewl didim nêzîkatiya Bahçelî fêhm bikim. Yanî, belê hem Rêberê damezrîner ê PKKê ye, lê belê di heman demê de jî ber bi Tirkiyeya nû ve, ber bi avakirina Tirkiyeya nû ve jî xwedî heman wateyê ye, em peyameke bi vî rengî fêhm dikin. Ev bi wate ne, xweş dibêje. Lê belê kêm dibêje. Dîsa jî kêm dibêje.

Belê, weke ku Devlet Bahçelî jî got, Rêber Apo her tiştên ku heta niha got bi cih anî, soza xwe pêk anî. Jixwe em bi Rêberê xwe zanin. Yek ji taybetmendiyên bingehîn ên ku Rêber Apo kir rêberekî bi vî rengî ew e ku ji bîr nake. Her kes ji bîr dike, lê Rêbertî ji bîr nake. Çima bi milyonan mirov ewqasî bi Rêber Apo ve girêdayî ne? Çima milîtan ewqasî pê ve girêdayî ne? Çima hevrêyên wî dilsozê wî ne? Ji ber ku Rêber Apo li ser soza xwe ye. Soza ku dide tu carî ji bîr nake, nade jibîrkirin û tekez pêk tîne. Em bi vê zanin. Bi vî rengî em dilsozê wî ne.”

Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît destnîşan kir ku di rewşa heyî de ew daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û got: “Em dixwazin rewşeke welê bê afirandin ku mafên siyasî û hiqûqî yên Rêber Apo bêne naskirin û karibe siyasetê bike. PKK hat fesihkirin. Em dixwazin tev li tevgera siyasî ya nû bibin ku Rêber Apo ava bike. Ez û hemû hevrêyên min. Em tev li PKKê bûn, lê ya rast em tev li Rêbertî bûn. Rêbertî çi bike em dixwazin bi wî re bixebitin.

Ji ber vê yekê divê şert û mercên fîzîkî yên Rêber Apo bêne sererastkirin. Divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Şert û mercên dîlgirtinê divê êdî ji holê bêne rakirin. Mafê hêviyê divê pêk were. Di vê çarçoveyê de zemîna hiqûqî û qanûnî divê bê avakirin.”

‘Lîderekî nû yê noker ava dikin’

Hêlîn Umît di dewama axaftina xwe de hevdîtina di navbera Ahmed el Şara û Donald Trump jî nirxand û got “Em hewl didin vê hevdîtinê fêhm bikin. Lê belê tiştên hatin nîşandan balkêş bûn. Weke ku bala we jî şikand Şara bi merasîmeke fermî qebûl nekirin. Ji deriyê pişt ve xistin hundir. Dîmenekî welê balkêş xuya kir. Bi dîtina min dîmenekî gemarî bû. Weke polîtîkaya Amerîka û Ingilistanê xeteke welê heye ku li Rojhilata Navîn lîderên noker biafirînin, xwe bispêrin wan û bi vî rengî polîtîkayên xwe li herêmê bimeşînin. Ev yek ne polîtîkaya îro ye. Bi sedan sal in ji dema avabûna modernîteya kapîtalîst û vir ve tiştekî bi vî rengî li ser herêmê ferz dikin. Ji wê rojê û vir ve Rojhilata Navîn, gelên Rojhilata Navîn, gelên ereb, Tirkiye, Kurdistan, gelê kurd, gelê fars di nava zextekê de ne. Dema ku min Şara bi dîmenên li Qesra Spî nirxand, nêrîna lîderekî nû yê noker ava dikin kete aqlê min.

Beriya niha di hevdîtinên aştiyê yên Xezeyê de ketibûm nava heman hest û fikrî. Li wir jî Trump weke şovmenekî tevgeriya bû û dev dirêjî her kesî kiribû, henek kiribû, nizanim çi kiribû. Weke bibêje patronê esasî ez im, xwediyê vê erdnîgariyê ez im, peyamek dabû. Ev yek jî dewama wê ye.

Şara bi rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re li hev kir, jixwe ji bo lihevkirinê çûbû wê derê. Di kîjan mijarê de li hev kir? Yek, soz da ku tev li koalîsyona li dijî DAIŞê bibe. Ev tê vê wateyê ku wê tev li wan hewldanan bibe ku dixwaze tevgera ew berê di nav de bû tune bike.

Yanî tê wê wateyê ku wê li hemberî yên ku berê hevalên wî bû û li heman eniyê bi hev re şer kiribû, şer bike. Ya duyemîn got, wê tev li eniya li dijî Îranê bibe. Ev jî tê wê wateyê ku wê angajeyî polîtîkayên nû yên Amerîka û Îsraîlê yên li herêmê bibe. Hûn jî zanin di ser Iraqê re, di ser herêma heyva şîa re polîtîkaya tengavkirina Îranê tê meşandin. Di şexsê Amerîka û Îsraîlê de hevsengiyeke herêmî heye ku gav bi gav Îranê dike hedef. Diyar e wê bibe şirîkê wê jî, ji bo wê jî soz da.

Ya sêyemîn jî got, wê dijberiyê li Îsraîlê neke, pê re li hev bike, wê ewlekariya Îsraîlê nexe metirsiyê. Ji ber vê jî diyar e ku serî li ber DYAyê tewandiye, serî li ber Îsraîlê tewandiye.

Di rewşeke bi vî rengî de ne bawer im ku Şara demeke dirêj karibe li ser piyan bimîne. Ne bawerim ku karibe pêşengiyê ji pêwîstiyên civaka Sûriyeyê re bike. Her çend hewl dide bi piştgiriya derve li ser piyan bimîne jî zehmet xuya dike. Bêguman ev yek çavdêriya min a giştî ye.”

Hêlîn Umît anî ziman ku piştî vê hevdîtinê mutabaqata 10ê Adarê careke din kete rojevê û got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev yek careke din bi bîr xist û got, ew dilsozê lihevkirina 10ê Adarê ye û bawer dikin ku rêveberiya Şamê wê di vê mijarê de hin gavan biavêje. Têkildarî vê yekê dikarim bibêjim; diyar e di vê mijarê de sekneke polîtîk heye ku hîn bêhtir nêzî hev dibin.”

‘Her roj jin tên kuştin’

Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît li ser 25ê Mijdarê Roja Têkoşînê li dijî Tundiya ki ser Jinan a Navneteweyî anî ziman ku veguheriye rojeke girîng ji bo bibe têkoşîna bihara jinan û ev nirxandin kir: “Rojeke sembolîk e, lê belê ji bo zanebûnê, ji bo têgihiştinê, ji bo hişyarbûnê girîng e. Ji bo jin bigihêjin hev û xwe biparêzin girîng e. Lewma weke Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê, weke PAJKê em wateyeke mezin didin vê rojê, girîng dibînin.

Polîtîkayên li hemberî jinan, nêzîkatiya li jinan her roj hîn giran dibe. Ya rast eger hûn bipirsin bê pirsgirêka herî esasî ya li ser rûyê erdê çi ye, bersiv ew e ku pirsgirêka jinan e, pirsgirêka jinan e, pirsgirêka azadiya jinan e, pirsgirêka hebûna jinan e. Pirsgirêkeke din ji vê pirsgirêkê girantir nîne. Eger mirov ji nêz ve lêkolîn bike, binirxîne wê bê dîtin ku di navenda hemû pirsgirêkan de kolekirina jinan, tundiya li jinan û zilm heye.”

Hêlîn Umît destnîşan kir ku di şexsê jinan de civak bi temamî di nava tundiyê de tê tepisandin û kolekirin û got: “Dieciqe, tune dibe, îradeya wê tê şikandin. Lewma rojên bi vî rengî gelekî girîng û bi wate ne ku divê bêne nîqaşkirin û zêdekirin. Belê em qala rojeke sembolîk dikin, em qala 25ê Mijdarê dikin. Em qala roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dikin. Lê belê em jin divê ne rojekê, hemû rojan bikin rojên xweparastinê. Yanî nêzîkatiya me divê bi vê nêrînê be.

Bala xwe bidinê, di her kêliyê de li devereke cîhanê jinek tê kuştin. Belasebep tê kuştin, ji aliyê xizmê herî nêzî xwe ve tê kuştin. Ji aliyê hevserê xwe ve tê kuştin, ji aliyê birayê xwe ve tê kuştin, ji aliyê hezkiriyê xwe ve tê kuştin. Rastiyeke bi vî rengî heye. Divê baş bê fêhmkirin. Lewma weke PAJK, weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em çi dixin rojeva xwe? Em xweparastinê dixin rojeva xwe. Jinên ku xeta xwe ya xweparastinê ava nekiriye, jinên ku nebûne xwedî hêza xweparastinê li her cihî di her kêliyê de dikare li her cure tundiyê rast bên. Ev yek dikare tundiya li malê be, dikare tundiya li kar be, dikare tundiya li naverastê be. Em bi rastiyeke bi vî rengî re rû bi rû ne.”

Hêlîn Umît bi wesîleya 25ê Mijdarê ev bang li jinan kir: “Jin ew hebûn e ku bi afirîneriya xwe, bi hunera xwe dikarin sîstema xwe ya azadiyê, sîstema xwe ya jiyana komunal ava bikin, biafirînin. Em weke jinên kurd bi saya Rêber Apo, weke tevgera jinên kurd zane bûn. Me xwe nas kir, sîstema xwe nas kir, mêr nas kir. Gav bi gav bûn xwedî îdeolojiyekê. Bûn xwedî îdeolojiya rizgariya jinan. Bi zanista Jineolojiyê em ronî bûn. Veguherîn tevgereke civakî. Niha jî ji bo bi danheviya xwe bikevin pratîkê, polîtîk bibin, bibin hêza biryardanê em gihîştin wê noqteyê ku xeta çalakiyê ya azadiyê biafirînin, li ser vê bingehê hem azadiya jinan hem jî azadiya civakî ava bikin. Ez bang li jinan dikim ku encamên pêwîst ji vê tecrûbeyê werbigirin û tev li bibin. Ji bo jinan jiyaneke ji vê hêjatir nîn e.”