12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helebceyên nû ferz dikin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Dibe ku di ser komkujiya Helebceyê re 35 sal derbas bibin lê êşa wê û birînên ku di civaka gelê kurd de vekirine hîn pir germ û taze ne. Neyar û dijminên gelê kurd bi van komkujiyan hewl didin mirinê nîşanî gelê kurd bidin.

Li deşta Silêmaniyê, li quntara çiyayê Hindirîn, li bajarê Helebceyê di 16’ê adara 1988’an de trajediya herî mezin ya dîroka nêz hate jiyandin. Di vê rojê de balafirên rejîma Baas, bombeyên kîmyayî di ser Helebceyê de barandin. Li gorî belgeyan di vê êrişa ku nêzî 3 saetan berdewam kir de li Helebce û dora wê zêdetirî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û şehîd bûn. Ji ber bandora çekên kîmyayî bi qasî 10 hezaran kes birîndar bûn û seqet man. Dîmenê vê komkujiyê weke îro li ber çavê me ye. Kolan, tax û riyên bajêr bi laşên mirovan tije bûbûn. Hawar û nalenala dayikan deng veda bû li bajêr. Tenê ne mirov, hemû zindiyên ku li Helebceyê bûn hatin qetilkirin. Şopên jiyanê yek bi yek hatin tunekirin.

Li gorî belgeyan tê gotin ku wê rojê baran dibarî. Ger baran nebûya ji 75 hezar mirovan wê kesek bi saxî rizgar nebûya. Kesên ku xwe rizgar kirin, tî û birçî berê xwe dan çiyayê bilind an jî sînorên bi mayîn û têlên rêsayî. Ji şikeftên çiyayên ku ji xwe re kiribûn stargeh, bi dilê xemgîn, çavê kelegirî û hestên şikestî li Helebceya birîndar temaşe dikirin. Bi vê felakate mezin re bi hezaran kurd ji neçarî çûn bakur û rojhilatê Kurdistanê.

Ji qira kurdan re çavên xwe girtin

Bi wêne û dîmenên ku hatin qeydkirin ve komkujiya Helebceyê di demeke kin de kete rojava raya giştî ya cîhanê. Lê belê dewletên rojavayî li hemberî vê Hîroşîmaya Kurdistanê bê helwest û bê deng man.

Ji ber di rojên ku fermana komkujiyê hat dayîn de navbera Sedam Huseyîn û van welatan gelek baş bû. Lewma dewletên ku bi awayekî aşkera destekê didan Iraqê, komkujiya Helebce û qira kurdan re çavên xwe girtin. Yên ku çekên kîmyayî firotin Iraqê jî ew bixwe bûn.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji ber bombeyên kîmyayî li Helepçe û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994`an de nexweşiya pençeşêrê ji sedî 800 zêde bû. Her wiha ji ber bombeyên kîmyayî nexweşiyên jinan 4 qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qirik, kezeb, poz û çavan re rû bi rû man.

Tevî ew qas sal û zeman derbas bûn jî ev komkujî hîn jî ji aliyê gelek sazî û rêxistinên navneteweyî ve weke jenosîd nehatiye qebûlkirin. Ev 35 sal in hîn jî birîna Helepceyê nehatiye dermankirin êşa gelê kurd weke roja despêkê giran û xedar e.

Sedem îro jî bê deng in

Lê yên komkujî pêk anîn jî ji xezeba gelê kurd xilas nebûn û li himberî dîrokê hatin darizandin. Yek ji van kesan fermandarê rejîma Baas Hesen Elî Mecîd bû. Ji ber vê komkujiyê kurdan jê re digotin Eliyê Kîmyayî. Lê piştî hilweşîna rejîma Beas evwkes hate girtin û di 25’ê çileya 2010’an de hat bidarvekirin. Ew pênûsa ku biryara bidarvekirina Eliyê Kîmyayî pê hat erêkirin îro li Muzeya Helebceyê ye. Sedam Huseyîn ê ku fermana vê komkujiyê dabû di 30’ê kanûna 2006’an de hat darvekirin.

Hêzên ku li Helebceyê bûn sedema mirina bi hezaran kesan, îro li himberî êrişên li ser gelê kurd bê deng in. Em ji bîr nekin ku pêvajoya ku komkujiya Helebceyê pêk hat, li başûrê Kurdistanê doza azadiya gel baş bûbû. Bi mezinkirina têkoşîna azadiyê ve hêzên navneteweyî bi armanca têkbirina vîna gelê kurd bi hemû hebûna xwe ve piştgiriya rejîma Beas dikirin. Di encama vê piştevanî û hevkariyê de komkujiya Helebce pêk hat.

Artêşa tirk û çekên kîmyayî

Hêzên ku li başûrê Kurdistanê bûn sebeba vê komkujiyê îro li bakur û rojavayê Kurdistanê bi hevkariya dewleta tirk re di nava heman kiryarî de ne. Dîrok xwe dubare dike. Vê carê li şûna dîktator Sedam Huseyîn, Recep Tayîp Erdogan ango tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê heye. Di hedefa wan de dîsa kurd hene.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi erêkirina hêzên navneteweyî di 9’ê cotmeha 2019’an de li dijî Girê Spî û Serê Kaniyê dest di êrîşa dagirkeriyê kir. Di vê êrîşê de li ber çavên cîhanê çekên qedexekirî hatin bikaranîn. Dîmenên ku ji qadên şer dihatin, bê şik û guman dida diyarkirin ku artêşa tirk çekên kîmyayî bi kar tîne. Li ser laşê birîndaran şopên çekên qedexe û kîmyayî hebûn. Ev yek bi foto û dîmenan jî bi raya giştî re hatin parvekirin.

Bê gûman sûcên dewleta tirk bi vê ve jî ne sînordar in. Bi taybet di van çend salên dawî de li himberî qadên gerîla jî artêşa tirk gelek caran çekên qedexekirî bi kar anî. Ev sûcên şer ê dewleta tirk gelek caran ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hate belgekirin. Lê dewletên rojavayî yên li himberî êrîşên li ser gelê kurd bê deng dimînin di vê mijarê de jî weke ker û lalan tevdigerin.

PDK bi Tirkiyeyê re ye

Divê gelê kurd baş bizanibe ku ger ji destê neyaran were wê her çar aliyên Kurdistanê bikin Helebce û kurdan di qirkirinê re derbas bikin. Di êrîşên li ser destkeftî û vîna gelê kurd de ev bi awayekî aşkera xwe dide der. Li dijî vê dijminantiyê divê gelê kurd jî xwe bi rêxistin bike û xwedî li hebûna xwe derkeve. Ev jî bi yekgirtin û yekîtiyê pêkan e. Lê hêzên mîna PDK’ê ku di komkujiya Helebceyê de jî bi nêzîkbûna xwe ya bi rejîma Beas re dihat rojevê niha jî bi hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re dijminantiya gelê kurd dike. Bi nêzîkatiyên bi vî rengî ve gelê kurd ne gengaz e ku bikaribe xwedî li nirxên ku bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin derkeve. Lewma divê ne tenê partiyek ango aliyek her kesê ku xwe alîgirê yekîtiya gelê kurd dibîne li dijî vê hevkariya PDK’ê xwedî helwest be. Ev erkeke niştîmanî û pêdîviyeke sereke ye. Ger em weke gelê kurd li dijî van kesên ku mîna kurmê darê ji hindir ve me xira dikin û dirizînin, dernekevin em ê nikaribin li dijî êrîş û  komkujiyên li ser civaka me tên ferzkirin jî derkevin.

Dibe ku di ser komkujiya Helebceyê re 35 sal derbas bibin lê êşa wê û birînên ku di civaka gelê kurd de vekirine hîn pir germ û taze ne. Dijminên gelê kurd bi van komkujiyan hewl didin mirinê nîşanî gelê kurd bidin û bi xweşiyê wan razî bikin û wan ji destkeftiyên wan dûr bixin. Divê bê zanîn ku bi van êrîşên li ser gelê me pêş dikevin re dixwazin Helebceyên nû li ser gelê kurd ferz bikin. Qebûlkirin û neqebûlkirina vê jî wê sekn û têkoşîna gelê kurd bide diyarkirin. Ger em dixwazin êdî Helebceke din nejîn divê ji her aliyî ve em têkoşîna azadiyê mezin bikin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.