Di rûniştina îro ya li Parlementoya Iraqê de parlementeran deng li ser projeyasaya parêzgehbûna Helebce da. Di encama dengdana hat kirin de Helebce bû parêzgeha 19emîn a Iraqê.
Di rûniştina îro ya asayî ya Parlementoya Iraqê de, deng li ser projeyasaya bi parêzgehbûna Helebce û her çar made û sedemên derketina yasayê hat dayîn. Piraniya parlementeran deng li ser her çar made û projeyasayê da û li gorî vê Helebce bû parêzgeha 19an a Iraqê.