Nivîskar Berken Bereh bal kişand ser nivîskariya Arjên Arî û mîrateya ku li du xwe hişt û wiha got: “Em bi çûyîna te xemgînin lê ew kuliyata te li du xwe hişt, ji bo me mîrasek e. Ez bawerim ew niha li cem Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn e. Çimkî wî jî dixwest bibe Cegerxwînê serdema modern.”
Xwîşka Arjên Arî Necla Akay jî bal kişand ser nivîs û helbestên Arjên Arî û got: “Me gelekî ji wî hez dikir. Lê ew tenê ne wek birayekî bû, ew ji vî welatî bû û birayê hemû Kurdan bû. Yên ku dixwazin Kurdî bijîn û bixwînin, dikarin viya di helbestên Arjen Arî de bibînin. Ev 13 sal in derbas bûn, lê ka em nizanin hê çend salên din em ê bê te bijîn. Ez bawerim ku gelek tiştên wê bikirina hebûn lê axir nebû.”
