Em di salvegara 27emîn komploya navneteweyî de ne û nijadperestiya tirk, bixwîna kurdan, “bedmest” dibe. (1)
“Helbesta sedsalê faşizmê”, ji aliye sosyologê tirk Nezîh Merîç ve hatiye bikaranîn û dibêje: Zanista îro, makîneyên mirinê diafirîne. (2) Mixabin li Tirkiyeyê zanist nîne, milîtarîzm heye. Qanûn jî copy ên faşîzma Mussolînî ne. Bi vî rengî rê li ber pêşketina mejiyê mirovan tê girtin, civak jî ber bi xeşîma tarî vê tê ajotin.
Dema diwarên statukoya dewleta Enqereyê hatin avakirin, hemû doktrînên civakî û siyasî hatin berterefkirin; soz û peymanên di Kongreya Erziromê de derketin pêş, di çarçoveya Beyana Amasyayê de hatin tunekirin, sedsala “angoîsse”, hat destpêkirin.
Angoîsse, tê wateya fetisandinê, tê wateya tirsê. Bi vê tirse klîmatên bedena mirov diguherin. Abdullah Ocalan, vê fetisandin bi gotina “dîlgirtina di rekihê de” binav dike. (3) Ev sîstema desthilatdarên nexweş e û civak jî her dem di SOSê de ne. Ev destînî, ji aliye paşayên Îttihat û Terakkî ve weke kanûnek îlahî hat nivîsandin. Dewşirmeyên ku erdnîgariya wan nebû, bi êrîşên dirindeyî gel qirkirin. Trakya, Derya Reş, Ege, beşek ji Anatolya kirin malê xwe. Niha jî dixwazin gele kurd qir bikin, Kurdistanê li ser navê xwe tapo bikin.
Ev dozeke bê dîn û îman e. Bi îdeala avakirina neteweyek îslam a tirk kete rojevê. Ev doz xwedî organîzmeyeke heywanî ye û faşîzm e, beriya faşîzma Hîtler bi 20 salan kete pratîkê.
Di vê serdemê de Celadet Bedirxan di helbesta “Bilûra Min” de, gotina “Xemrevîna terkeserên dinyayê;” bikaran, Cegerxwîn jî gotina “hawar hawar” bikar anî û li dijî herka çemê dîroka faşîzmê dengê xwe bilind kirin. Mixabin, van dengan nikarîbû rê li ber qutkirina tekiliya diyalektîka mirov û dîrokê bide rawestandin.
Ji wê rojê û heta îro, faşizm dewam dike. Mixabin organizma mîratzedeyên Îttîhadiyan nehate guhertin. Ji bo vê, em nikarin bi idealek mîstîk nêzîk bibin. Kiryarên faşîzma Ittihadiyan diyalektîka zaniste tune kir.
Beriya ku hin ji xwendevan bêjin; “gelo ew ne mijrov bûn”, ez bejim; Rast e ew mjirov in, lê amurê organîzmeya wan ne mirovî bû. Ji salên 1921ê û heta îro, li erdnîgariya Kurdistanê qirkirinê dikin, çeken kimyewî bikar tînin. Kesên ku jiyanê bikujin, bi gotina Ocalan “dînazor” in, bi gotina Ibn-î Haldûn, “rojê tarî dikin”, bi gotina Zerdeşt Pêxember, “dêwên ku ewrên reş li xwe dipêçin û derdikevine nêçîra mirovan” e.
Paşayên monarşîzan, beriya peymana Sykes-Pîcot, di sala 1909an de li Anatolya û Kurdistanê, dest bi qirkirina gelan kirin. Hêzên hegemon jî, bi peymana Sykes-Pîcot, (1916) bingeha dagirkerî û çarmixkirin gelan avakirin û bi rêbaza “Roma”, dest bipost-kolonyalîzmê kirin. Sîstema gladyatorî kirin pratîkê û diktatorên mezin derxistin holê.
Piştî sed salî, du diktatorên mezin Saddam û Esad têk çûn, lê diktatorên miratzadeyên li Tirkiye, li ser kerkidanên xwe siwar in. Yanî faşîzma sedsalî ku bû bavê Hitler, bi “hikumdariya” reîs Erdogan dewam dike.
Di van rojên ku li Tirkiyê behsa pêvejoya aştî û çarseriya pirsa Kurd tê kirin de, Rêber Abdullah Ocalan bi riya şandeya DEM Partiyê got: “Rewşa li Suriyeyê têkçûna Peymana Sykes-Pîcot e. Ev gotin, têne wateya ku, “istibdad-zext û zora faşîzma” sedsalî ya li herêmê hatiye hêrivandin. Kurd, êdî di tarîtiya doh de rûnanin, bi têkoşîna nîvsedsalî herka çemê dîrokê guhertin.
Rêber Abdullah Ocalan, bi aqilê wekheviya mirovaniyê, Tevgera Azadiyê û ciwanên kurd û gele kurd, di çarçoveya diyalektîka têkiliya însan û dîrokê de, dîwarên despotik yên dewleta Enqerê hêrivandin. Bi hêrivandina dîwarên faşîzmaEnqerê; Yek; tarîtiya sedsala navîn hate tekbirin. Du; entelektueliya îbretwarî, bi tayberîragihandin teşhir bû. Sê; tehekkûm û temelluk (4) hate tunekirin… Çar, gotina, li Anatolyayekîtiya îdoelojîk hatiye kirin, derew derxis. Pênc. Kesayet, hissiyat û hestên nijadperestiya bifikrê Ziya Gokalp û bi romanên Yakup Kadrî, hatin avakirin, mahkum kir, Şeş, hişmendiya paronayak û sendroma fobîk ya civakî, ku kurd vê sendromê, bi “xweliya mirinê” yan jî “mirina bi saxî” binav dikin ji holê rakir. Heft, siyaseta afirgeriya xeşîma tarî têk bir, jeneretorên derewan tefandin, Heşt; Kurdistan ji gorişstana asimilasyon û otoasimilasyonêrizgar kir.
Vêce; hatê dîtin ku piştî şerê cîhanê yê 1emîn, sîstema liberal, pirsgirêkêncivakan çareser nake. Şerê cîhanê yê 2yemîn jî, da xuyakirin hejmara mustemlekeû dîlgirtina gelan kêm nebûye. Cihana soyalîst jî nikarîbû xwe li ser linganbigire. Mîratzadeyên dewşîrme jî, di êrîşên sed salî de, nikarîbûn gele kurd tunebikin. Kolektîvîzma civaka kurd ku bi pêşengiya Ocalan pêşket, sentralîzmadewleta Enqerê gihande qonaxa çogdanînê. Ev çogdanîn bi banga DewletaBahçelî di 15ê Cotmeha 2024an, hate eşkere kirin. Têkoşîna kurdan ya antî-sentralîzmê serket. Gotinên Rêber Abdullah Ocalan, yên li ser pêşketinên dawî yên li ser Sûriye kugot, Guhertinbên li Sûriye têkçûna Sykes-Pîcot e, di vê wateyê de ne.
Peymana Sykes –Pîcot, netew-dewlet avakirin û “sîstema parlamenteri” yê xist pratîkê, lê demokrasî û hiqûq neanî, berovajî vê, xedarî, hovîtiya jenosîtalzêdetir bûn. Di nava sedsalî de, li Rojhilata Navîn li gelek dewletan parlamento hebûn û hene, lê li yek welatî demokrasi û hiqûq serdest nebûye, parlamento nebûne cihê nunerên gelan.
Gelê kurd, piştî têkoşîna nîv sedsalê, li dijî faşîzma “qahhar”, gotinên Bertolt Brecht ên li dijî faşîzma Hitler ku got; “Ya bi hev re, yan ne yek ji me / Bi tenaserê xwe rizgarî nîne”, gotinên Cegerxwîn ku got; “Eger hûn nebin yek / Hûn ê herin yek bi yek” esas girtin.
Ev “esas”î di çarçoveya banga Ehmedê Xanî de ye. Ji bo vê jî Birêz Abdullah Ocalan, dibêje, “Me, hêvî û daxwaza Ehmedê Xanî bi cih anî.”
Her çiqasî cîhanê faşîzma Îttîhat û Terakkî mehkûm nekiribe jî, kurdan ev faşîzm hem eakere kirin, hem mehkûm kirin. Banga Devlet Bahçelî ya dexaletali ber Ocalan mikurhatina vê rastiyê ye.
Sîstema berdewama “îstîbdad”a Abdulhamîd hate parçekirin.
Kurdan car din rastiya ku tê gotin; “tiştek ji ber xwe çênabe, naguhere” îspatkirin.
Divê em hîn başti, hûr û kûrtir li ser vê serdemê rawestin. Ji ber ku faşîzma Hitler ya dewletê bû, faşîzma begzadeyên Îttîhat û Terakkî, faşîzmadewlet+faşîzma çeteyan e. Dewlet pilûs çete!… Faşîzma dewletê, carcaran û di kesayeta hin mirovan de dikare weke “fantaziyên mirovî” derbikevê holê, lê faşîzma bi çeteyan hatiye îşkdan, tu fantaziyan qebûl nake, metodolojiya mejiyê demsalên berê ku hatine jibîrkirin, dikine pratîkê. Mînaka wê jî, metoda Ebu Sufyan e!… (5)
Di van rojên ku pengava ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê hatiye dest pêkirin; Huquqa Mussolînî ya îtalya, li Tirkiyeyê di partîkê de ye. Ev jî tê wateya şîddeta bi hîlê û kûmpasan tê meşandin e û hişê dîrokê dikuje. Aliyekî wê jî, “îstîbdad”a Abdulhamîd e. Her du alî jî kuştina rûmeta mirovaniyê ne.
Bi gotina Ocalan, ev şîddeta “cihkirina di rekîhê de”, ji aliyê August Bebel, ve weke “wahşeta mezin” tê navkirin. Ev waheşt, sê qonaxan dijî û digihêje serdema şaristaniyê. (6)
Her çiqasî John Stuart Mill, “azad”yê weke “ola” nû ya cîhanê nişan bide jî, li Rojhilata Navîn ev “ol”, di “vahya” diktatoran de difetise. Nu nû, bi Şoreşa Rojava dipişkive. Lê Tirkiyeyê jî bi serxoşî, aheng û muzika nijadperestiyê ketiye pey futuhatên nû û helbestên faşîzmê dinivîse.
….
1-Serxweş
2-Cemil Meriç,Sosyolojî Notlari û konferasn…
3-Abdullah Ocalan, Pirsgirêka Kurd û Çaerseriya Neteweya Demokratîk, rp,218.
4-Temellûk, dagirkirin, “mülk”kirin…
5-Ebû Sufyan, li dijî İslamiyet û Cenabê Muhammed şer kir.
6- Nêçîrvaniya derbasê wahşet bû, piştre derbasî barbariyê, piştre derbasî şaristaniyê bû, mixabin li RojhilataNavîn titek ji wahşet û barbariyê neguherî.