12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Heke Silêman Ehmed sûcdar be divê ev sûc bê aşkere kirin’

Rojnameger Binar Hîdayet der barê Silêman Ehmed de diyar kir ku ne ji ber sîxuriyê û ne jî ji ber xiyaneta neteweyî, ji ber kurdbûn û baweriya ji kurdayetiya xwe hatiye girtin û got: “Heger Silêman sûcdar be, divê  PDK bibêje sûcê wî ev e.”

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdana malbata xwe çûbû Taxa Şêx Meqsud a Helebê.  Ehmed di 25’ê cotmehê de dema ku di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî başûrê Kurdistanê bibû  ji aliyê PDK’ê ve hat revandin û ev 74 roj in tu agahî jê nayê girtin. Em der barê revandin û rewşa dawî ya Silêman Ehmed de bi rojnamegerê Rojnewsê Binar Hîdayet re axivîn.

Binar Hîdayet bal kişand ser rewşa başûrê Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Rewşa niha encama zordariya desthilatdaran a li dijî rojnameger û rewşenbîran e. Mixabin ne xwepêşandan û ne jî nerazîbûnên gel tu bandorê li ser hikûmet û partiya desthilatdar (PDK’ê) nake. Sedema revandina rojnameger Silêman Ehmed jî ew e ku dibû qêrîna gelê kurd ya ku li çar parçeyan bindest e. Silêman Ehmed ne ji ber sîxuriyê û ne jî ji ber xiyaneta neteweyî, ji ber kurdbûn û baweriya ji kurdayetiya xwe hatiye girtin. Silêman Ehmed ji ber ku bindestiyê qebûl nekir û nebû şirîkê Hikûmeta Başûr hat girtin. Wî xebatên xwe yên li Rojava li Başûr berdewam dikir. Karê ku ji bo gel wiha bi paqijî tê kirin ji aliyê PDK’ê ve nayê qebûlkirin ji ber vê yekê jî Silêman bû hedefa wan.”

Hîdayet da zanîn ku hefteya borî komeke parêzer ji bo hevdîtina bi Silêman Ehmed daxwazname pêşkêşî dozgeriyê kirine û wiha got: “Dozger vê daxwazê qebûl kir lê Asayişa Dihokê nehişt hevdîtin pêk were û heqaret li parêzeran kir. Ev ne cara yekeme ku asayîşa PDK’ê vê bêrêziyê dike.  Ev jî nîşan dide ku PDK ji dêlva hiqûqê de biryaran dide. Heta niha em nikarin bi tu awayî ji Silêman Ehmed agahî bigirin. Em dixwazin hikûmeta Iraqê rewşê lêkolîn bike da ku di rewşa heyî de zelaliyek pêk were.”

Binar Hîdayet diyar kir ku divê rewşa Silêman Ehmed bibe mijareke navneteweyî û got: “PDK heta mijar nebe navneteweyî guh nade rexne, axaftin û gotinên tu kesê. Ji ber vê yekê  divê rêxistinên navneteweyî bi taybetî rêxistinên mafên mirovan bikevin nav tevgerê. Heke heta niha ev rêxistin neketibin nav tevgerê divê nasnameya wan ji nû ve bê nirxandin. Heger Silêman sûcdar be, divê  PDK bibêje sûcê wî ev e.”

Rojnameger Binar Hîdayet axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Silêman Ehmed ji bo parastina jiyana xwe hatibû Başûr lê li vir jiyana wî di metirsiyê de ye. Ev jî dibe nîşaneya yekbûna desthilatan. PDK bi vê bêdengiya xwe şerê derûnî li ser Silêman Ehmed û hevalên wî dike. Lê nikarin bi ser bikevin ji ber ku em armanca vî şerê ku tê meşandin zanin. Lê mixabin divê ez bibêjim ku hiqûq di nav vê hikûmetê de nîne. Heke hiqûq hebûna dê Silêman Ehmed nehatana revandin. Heke bihata binçavkirin dê em ê karibûna agahî ji rewşa wî bigirin. “